NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji aliyê malbatên windakiriyan û ÎHD’ê ve hatin kirin de ji bo Hasan Gulunay, Mehmet Yaşar, Vedat Aydin û yek ji 33 rêwiyên xeyalan Suleyman Aksû edalet hate xwestin.
Malbatên windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê kom bûn.
AMED
Çalakiya ku Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û malbatên windakiriyan her hefte bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar dixin, di hefteya 806’emîn de berdewam kir. Gelek malbatên windakiriyan û endamên ÎHD’ê tev li çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hate lidar xistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’yan de li Stenbolê hate windakirin, hate pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Gulunay xwend.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 642’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, rêveberên Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Êlihê amade bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Yaşar ê di 31’ê tîrmeha 1993’yan de li garaja Êlih û Mîdyadê dema ji mînîbusê peya dibû hate qetilkirin hate pirsîn.
Kurê Mehmet Yaşar, Sabahattîn Yaşar çîrova bavê xwe vegot. Dû re Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar jî çîroka yaşar xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan, di hefteya 133’yemîn a çalakiyên bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak, parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşumez, KESK, TMMOB, Odeya Endezyarên Avahiyê, DÎSK, DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirn hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Yek ji 33 Rêwiyên Xeyalan ên li Pirsûsê di 20’ê tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin e, hate pirsîn. Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çaprak daxuyanî xwend.
DAXWAZA EDALETÊ
Dayika Suleyman Aksû, Kûdret Aksû, anî ziman ku 9 sal in faîlên komkujiyê nehatine dîtîn û wiha got: “Ez dixwazim faîlên Suleyman û hevalên wî bên dîtin. Heta ku ez sax bim ez ê li pey vê dozê bim. Suleyman û hevalên wî ji bo ku ji zarokên li Kobanê re pêlîstok, lênûsk, pênûs bibin çûn. Çima zarokên me qetilkirin. Ez her tim edaletê dixwazim lê edalet binax kirine. Edalet nemaye.”
‘SERKEFTIN DIYARÎ HEMÛ MIROVAHIYÊ KIR’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku 33 Rêwiyên Xeyalan ji bo piştevaniya bi Kobanê re çûn Pirsûsê û wiha got: “Ev rêwîtî bi destê hêzên tarî û faşîst ve li Pirsûsê veguherî komkujiyê. Em ji bo ku hesaba vê komkujiyê bipirsin li hemû qadan têkoşîna xwe didomînin. Ewladên bi rûmet ên mirovahiyê li dijî zîhniyeta tarî ya DAIŞ'ê li Rojava serketineke mezin bi dest xistibûn. Ev serkeftin diyarî hemû mirovahiyê kiribûn. Feraseta DAIŞ’ê li Tirkiyeyê gelek komkujî pêk anîn.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê tê lidarxistin li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hate lidarxistin. Di çalakiya ku gelek kes tevibûn de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Windakiriyên faîlên wan diyar li ku ne” hatin vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di sala 1990’an de hate binçavkirin û qetilkirin hate xwendin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurdî, rêveberê ÎHD’ê Caner Canli jî bi tirkî xwend. Gumuş, anî ziman ku Vedat Aydin ê di serê salên 1990’î hate revandin û qetilkirin ne kiryarê nediyar e û anî ziman ku bi îtîrafên hatin kirin komkujiyeke kiryarê wê diyar e.
KESÊN QETILKIRIN ÎTÎRAF KIRIN
Gumuş, bi lêv kir ku ji ber têkoşîna azadî û mafên mirovan a Aydin bû hedefa hêzên tarî yên di nava dewletê de û wiha domand: “Piştî qetilkirina Vedat Aydin, Şukran Aydin berpirsyar diyar kir û wêneyên robotan hate çekirin. Şukran Aydin di îfadeya xwe de got, ‘Dewletê hevjine min kuşt’. Hat tehdîdkirin ku vê îfadeyê bi paş ve bikişîne. Bi dehan caran avêtin ser mala we û hat binçavkirin. ‘Torosek spî’ pênc salan li ber mala we hat ragirtin. Di daxuyaniya endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan de ku di dosyaya lêpirsînê de cih girt û di daxuyaniyên endamê JÎTEM'ê Mûrat Îpek de ji çapemeniyê re hat gotin ku qetilkirina Vedat Aydin ji aliyê Fermandarê JÎTEM'ê Cem Ersever û wî ve hatiye kirin. Ekîba, bi agahiya Fermandarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz. Aygan û Demîr ku beşdarî sûcê jî bûne, navê kesên Vedat Aydin binçav kirin, lêpirsîn kirin û înfaz kirin aşkere kirin. Midûrê Şaxa Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan a Amedê yê wê demê Hanefî Avcî, hem di pirtûka xwe ya bi navê ‘Simonên li Halîçê’ de hem jî di îfadeya xwe ya li dadgehê de got ku Vedat Aydin ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin. Doza Vedat Aydin li gel hemû îtîraf û îfadeyan piçekî jî pêş neket, lê em ji vir careke din bang dikin. Di vê dosyayê de kesên sûcdar nav bi nav, navnîşan bi navnîşan têne naskirin. Bila faîl bên darizandin, necezakirin bi dawî bibe.”