AMED - Di çarçoveya kampanyaya “Xurtkirina Azadiya Lêgerîna Maf” de li Amedê panel hat lidarxistin. Velî Encu di panelê de wiha got: “Divê em teqez dev ji lêgerîna xwe ya maf bernedin.”
Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhe (ESHÎD), Komeleya Xwegihandina Mafê Darizandina Adilane (AYHED), Komeleya Azadiya Jinê û Wekheviyê (KOVED), Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê, komeleya Lêkolînên Kuîr ên Zanîngehê û Piştevaniya bi Lezbiyen Gey Biseksuel Trans Înterseksê re (UnîKuîr) û Weqfa Lêkolînên Civakî Siyasî Îktîsadî ya Zanê di çarçoveya kampanyaya “Xurtkirina Azadiya Lêgerîna Maf” de li Baroya Amedê panelek li dar xist.
ARMANCÊN KAMPANYAYÊ
Rêvebera komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Ceylan Palamut diyar kir ku gelek astengî li pêşiya komên ne xwedî avantaj hene û sedemên destpêkirina kampanyayê vegot. Palamut, hedefên kampanyayê jî wiha vegot:
“* Divê temînatên parastinê yên di qanûnan ji bo komên ne bi avantaj bên sererastkirin û guherînên pêwîst ên hiqûqî û polîtîk bên kirin.
* Ji bo di nava komên ne bi avantaj de hestiyariyek çêbibe û serî li mekanîzmayên lêgerîna maf bidin, divê bernameyên taybet bên amadekirin.
* Hewceye bi usûlên hiqûqî astengiyên çandî û ziman bên rakirin û mekanîzmayên serlêdanê yên alternatîf bên avakirin.
* Ji bo mesrefên kesên dixwazin serî li rêyên edlî bidin, divê bernameyên piştgiriyê yên aborî bên avakirin.
* Divê pergala alîkariya edlî di çarçoveya pêdiviyên komên ne bi avantaj de bên amadekirin û ji bo xwe bigihînin dadgeh an jî mekanîzmayên din alîkariya parêzeran were kirin.
* Li dijî gefa hemberîdanînê divê temînatên qanûnî bên zêdekirin û heke vê hemberîdanînê peywirdarên cemaweriyê bikin, divê mueyyîdeyên cezaî bên girankirin û me ji bo balê bikişînin ser vê mijarê kampanya da destpêkirin.”
GIRÎNGIYA EDALETÊ
Serokê Weqfa Lêkolînên Civakî Siyasî Îktîsadî ya Zanê Resûl Temur jî da zanîn ku aliyekî edaletê yê ku ava dike heye û aliyekê wê jî pêşî lê gelek tiştan digire. Temûr, wiha domand: “Ji bo mexdûriyetên heyî li tevahiya civakê belav nebin, divê edalet pêk bê. Di roja me de dewletan xwe xistiye şûna civakan û her cureyên lêgerîna maf li dijî xwe weke komployekê dibîne. Lewma dema lêgerîna maf vediguhere lêgerîneke gel, rastî êrişên dijwar tê. Gelek doz bi demê re tên vehêlandin. Sedema vê jî ew e ku kesên di nava lêgerîna maf de bêzar bikin. Ji bo em nîşan bidin ku saziyên hiqûqê li cem kesên rastî van bêhiqûqiyan tên cih digirin me ev xebat da destpêkirin.”
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî anî ziman ku li Tirkiyeyê di mijara xwegihandina edaletê de pirsgirêk hene. Ozdemîr, wiha domand: “Em rastî binpêkirinên mafên mirovan ên giran hatine. Di îşkence û komkujiyên faîlên wan hêzên ewlekariyê de bi tu awayî lêpirsîn nayê domandin an jî dema gilê tê kirin kesên mexdûr rastî gefên darazê tên. Li xaka kurdan û her bajarê Tirkiyeyê em li cem wan kesên mafên wan hatine binpêkirin cih digirin. Polîtîkaya necezakirinê li xaka kurdan êdî sîstematîk bûye. Divê bi edaleteke avaker re rê li ber darizandina hêzên ewlekariyê were vekirin. Lewma ev projeya me ji bo me tevan jî gavekî girîng e.”
‘DIVÊ EM DEV JI LÊGERÎNA MAF BERNEDIN’
Velî Encû ku di Komkujiya Roboskê de gelek xizmên wî hatin qetilkirin jî wiha got: “Jiyaneke me ya beriya Komkujiya Roboskê û piştî komkujiyê hebû. Piştî komkujiyê jiyana me pir guherî. Di meha 3’yemîn a komkujiyê de ji ber parvekirin û daxuyaniyên min derheqê min de doz hatin vekirin. Dozgerên dewletê ez şopandim û salekê li telefonên min guhdarî kirin. Dozgerî bi devkî gef li min xwar. Em rastî gelek astengiyan hatin. Çima ev kirin? Ji bo ku em nekevin pey faîlên komkuiyê hemû derfetên xwe seferber kirin. Lê me tu caran dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda. Hewldan dosyayê tune bikin.”
Encu, anî ziman ku leşkeran ji malbatan re gotine “Ne kevin pey vê komkujiy3e, dewletê kir. Heke hûn pey biçin dê rastî tiştên neyînî bên.” Encu, wiha domand: “Ev rewş êdî asayî bûye. Gelek dosyayên girîng bi necezakirinê biencam dibin. Mixabin bi rêya hiqûqê faîlên van mexdûriyetan tên parastin. Ez rastî gelek zextan hatim lê min tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda. Dibe ku derheqê me de dozan vekin, gefan li me bixwin. Lê heke em ji ber van sedeman paşvegavê biavêjin dê ev derhiqûqtî bidomin. Divê em bi tu awayî dev ji lêgerîna xwe ya maf bernedin.”