ENQERE - Kordînasyona Kampanyaya Nan û Edalet a DEM Partiyê bernameya meha tîrmehê ya hevdîtinên ku li dar dixe aşkere kir. Li dijî krîzên piralî banga têkoşîna hevpar hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, yekgirtî û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”
DEM Partî têkildarî “Hevdîtinên Nan û Edaletê” ku dê bide destpêkirinê daxuyaniyê da. Endamên Koordînasyona Hevdîtinên Nan û Edaletê Sevtap Akdag û Îbrahîm Akin li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û têkildarî mijarê axivîn.
Îbrahîm Akin ê di civînê de ewilî axivî, diyar kir ku cîhan krîzên piralî re rû bi rû ye û anî ziman ku li Tirkiyeyê jî ev krîza ku berdewam dike kûrtir tê hîskirin. Akin ê bal kişand ser encamên hilbijartinên herêmî, da zanîn ku ji sedî 74 nifûsê deng daye mûxalefetê û yên mayî dane desthilatê û wiha got: “Krîzeke bi rêveberinê derket holê. Desthilatê rewabûna xwe kir mijara nîqaşê. Hewl dide fatoreya krîza aboriyê ji xizanan re bibire. Em baş dizanin ku sedemê vê krîza aborî ne xizan, teqawîd, xebatkar û mirovên karê çandiniyê dikin nînin. Lê em bi feraseteke ku dixwaze fatorayê ji wan re bibire re rûbirû ne.”
PEYWÎRA SERDEMA NÛ
Akin, bi lêv kir ku welatî naxwazin vê fatoreyê bidin û îtîraz dikin û anî ziman ku piştgiriya vê îtîrazê dikin û hewl dane zêdetir bi rêxistin bikin. Akin ê îşaret bi kampanyaya “Nan û Edalet” jî kir ev tişt gotin: “Em bi biryar in ku bi teqawîdan, kedkaran, gundiyên di çandiniyê de xizan bûn û dikandarên ku beşa navîn hewl didin wan tesfiye bikin re xeta têkoşînê bi rêxistin bikin. Ji bo ku ev xet were pêşve birin, bihêzkirin, bi hemû gelên li Tirkiyeyê re were bahev, dê bibe peywîra DEM Partiyê ya herî girîng a bingehîn.”
HEVKARÎ KÊM E
Akin, bal kişand ku girîng e muxalefet li dijî krîzê bikeve nava hevkariyê û da zanîn ku ev hevkarî kêm maye û divê yekitî bihêztir bibe. Akin, qala polîtîkayên aboriyê yên Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek bi rê ve dibe kir û wiha ev tişt gotin: “Ev biryar weke ku di dîroka Tirkiyeyê de tê dîtin bi şertên awarte an jî derbeyan ketin meriyetê. Em difirikin ku biryarên Şîmşek li vî welatî her tim bêedaletiyê xwedî dikin. Dîsa dema ji aliyê cotkaran ve lê binêrin li vî welatî hejmara cotkaran a nêzî milyonek û 173 hezaran niha ber bi 511 hezar û 900’an ve dikeve. Ji ber vê yekê ev reqam jî nîşan didin ku em bi xizaniyeke zêde re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê ji sedî 10’ê nifûsê di şertên baş de ji sedî 90’î nifûsê jî di şertên herî zor de dijîn. Li dijî vê em ê di rojên pêş de di çarçoveya xeta têkoşînê ya em ê bi rê ve bibin de têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna edaletê bidomînin.”
DIJMINÊ HERKESÊ YE
Akin, anî ziman ku di gelek qadan de bêedaletî pêk tên û yek ji van êrişên li dijî ekolojiyê ne û kanên madenê yên hatin vekirin, ji holê rakirina daristanan û gelek hilweşîn bi bîr xistin. Akin, ê îşaret bi qadên çandiniyê jî kirin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qadeke nêzî 2 milyon û 300 hezar mîtroçargeşoyan ji vî alî ve hatiye dagirkirin. Bi kurtasî ji welatekî ku têra xwe bike derketiye û xurek tên îthal kirin. Ma tenê li vir di qadên din de jî krîz hene. Di rojên pêşiya me de dê qanûnek bê Meclisê û jiyana sewalên me di bin gefê de ye. Ji ber wê yekê ev desthilat dijminatiya herkesê dike. Ne tenê ya sewalan dijminatiya herkesê dike. Dijminatiya kesên xebatkar dike. Bi polîtîkaya xizankirin, krîza aboriyê bi awayekî hiqûqî bi bêedaletiyan dijminatiyê dike.”
Sevtap Akdagê jî bi lêv kir ku Tirkiye di endeksa xizaniya kurewî ya 2024’an de di nava 157’an welatan de rêza 5’emîn de ye û wiha got: “Dema em ji aliyê xizaniya xebatkaran lê binêrin ji sedî 15 em li Yekitiya Ewropayê di rêza yekemîn de ne. Dema em ji aliyê bilindbûna enflasyonê lê binêrin di cîhanê de di rêza 5’emîn de ne, di nava welatên OECD’yê de di rêza yekemîn de ne. Ji sala 2021’an ve li vî welatî bihayên xurek û enerjiyê tam 3 qet zêde bûne. Li tevahiya cîhanê bihayên xurekan dikevin lê em bi bihayên zêde yên xurekan re rû bi rû ne. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji meha çileyê heta gulana 2024’an enflasyon ji sedî 22.72 ketiye. Ev tê çi wateyê, di pênc mehên ewil de nirxê mûçeyê kêmtirîn ê 17 hezar lîre ketiye 13 hezar û 139 lîreyan. Ev jî tê wateya reqama ji berîka karker hatiye dizîn. Bêyî ku şerm bike jî dibêjin mûçeyê kêmtirîn ê herî zêde li cem me ye. Lê ev hejmar dibêjin ku sînorê birçîbûnê 19 hezar e. Ji destpêka AKP’ê heta niha hêza kirînê ya teqawîdan ji 4’an 3 ketiye. Li gorî 2002’yan hêza kirînê hatiye asta ji 4’an 1’ê.”
ŞIRKET HER KU DIÇIN MEZIN Û DEWLEMEND DIBIN
Akdag axaftina xwe wiha domand: “Divê meriv di vir de yên şanaz û mesûd bihejmêre. Kara sala 2023’an a 10 bankayên mezin 500 milyarî derbas kiriye. Ev pere dike 30 hezar meaşê asgarî. Di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de di borseya Stenbolê de 10 şirketên herî mezin ji sedî 52 mezin bûne. Tê gotin ku kara van şirketan û bankayan ji sedî 300 û ji sedî 500 e. Li aliyekî ev şirket û banka mezin û dewlemend dibin li aliyekî jî ji ber polîtîkayên şer cotkar û sewalvaniyê hatine asta qedandinê. Ev tenê çend meseleyên ku em behs dikin e. Hem li ser her meseleyek rawestin, divê em li vir bi saetan biaxivin.
BERNAMEYÊN ŞÊLANDINA GEL
Em dibêjin divê demildest dev ji van polîtîkayan bê berdan. Ev bernameyên aboriyê ku datînin pêşiya me hin bêtir xelkê feqîr dikin û dişêlînin. Ev bername bernameyên feqîran feqîrtir dike, dewlemendan dewlementir dike. Em dibêjin ku em li dijî hin polîtîkayên ku hikûmet datîne pêşiya me ne. Em di Hevdîtinên Nan û Edaletê de van bi hûrgulî vebêjin. Em nebihakirina meaşê asgarî qebûl nakin. Divê meaşê asgarî her sal çar caran were zêdekirin. Tîrmeh jî daxilî vê yekê ye. Divê ku meaşê asgarî di bin sînorê birçîbûn û feqîriyê de neyê hiştin. Divê meaşê asgarî nîvê sînorê feqîriyê be.
MESELEYA TEQAWÎDAN
Her wiha em dibêjin divê meaşê teqawîdan ê herî kêm bi qasî meaşê asgarî be. Lazim e ji bo teqawîdan her tişt bê kirin. Pirsgirêka mayîn ango kirêyan zêdetir dibe. Her ku diçe dibe meseleyek girîng. Divê zêdekirina kirêyan ji holê were rakirin. Divê konut ango xaniyên ku her kes dikaribe bi meaşê asgarî heqê wan bide bên çêkirin.
POLÎTÎKAYÊN NEWEKHEVIYÊ
Rêjeya îstîhdamê ya jinan ji sedî 32, 5 e û ya zilaman ji sedî 66.9 e. Yanî divê şertûmercên îstîhdamê yên wekhev û şertên mirovî bên dabînkirin. Hewcedarî bi polîtîkayek sererastkirina meaş û jiyana xebatê heye. Ji ber polîtîkayên şer newekheviya erdnîgarî û herêmî derketiye asta herî jor. Li şûna polîtîkayên şer divê polîtîkayên koperatîfan û polîtîkayên pêşdeçûyî werin afirandin û bikevin meriyetê.
Em ê wek DEM Partiyê ji bo mafên kedkaran, feqîran, cotkaran, teqawîdan û her kesî heta ku dawî li vê pergala diziyê û şêlandinê were, têbikoşin.
Wateya Hevdîtinên Nan û Edaletê ev e; em dixwazin hewl bidin bi van hevdîtinên xwe mudaxileya van hemû tiştan bikin. Heta ku em çareseriyê bibînin, wê ev têkoşîn û hevdîtinên me berdewam bikin. Di vê mijarê de rêbaza me hêsan e. Em ê bi milyonan mirovên ku bi feqîriyê, zext û zilmê re rû bi rû hatine hiştin, hevdîtinan bikin. Em dest û milên xwe bidin hev û em ê daxwazên wan bînin holê û vebijêrka çareseriyê biafirînin. Em ê xwedî li ked û azadiyê derkevin, em ê ji bo civakek wekhev, edaletxwaz û aram hevdîtinan bikin. Ji bo em tiştên ji gel hatine dizîn bi paş ve li gel bidin vegerandin, em ê li her devera Tirkiyeyê bibin reng û dengê xelkê. Em ê ji bo nan û edaletê bên cem hev.
BERNAMEYA HEVDÎTINAN
Bi vê boneyê em ê di 19’ê Tîrmehê de li Mêrdînê bi mitînga çandiniyê dest pê bikin. Em ê vê pêl bi pêl li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Em ê di sala 2024’an de di bin sernavên ku saziyên me yên bajarên li seranserê Tirkiyeyê destnîşan kirine de civî ango hevdîtinên Nan û Edaletê li dar bixin û bi pirsgirêkên bingehîn ên wê herêmê re bên cem hev û çareseriyan derxînin holê. Ji ber ku ev bername heya dawiya salê berdewam dike, em ê di her qonaxê de agahdariya berfirehtir bidin we. Îro ez tenê dixwazim bernameya meha tîrmehê bi we re parve bikim. Piştî ku di 19'ê Tîrmehê de li Mêrdînê em hatin cem hev, di 25'ê tîrmehê de li Agiriyê bi dikandaran û nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bikin, em ê pirsgirêkên dikandar ku ji ber girtina deriyên sînor perîşan bûne guhdarî bikin û bi hev re pêşniyarên çareseriyê biaxivin. Em ê di 28’ê tîrmehê de li Êlihê ku bajarekî mezin ê karkeran e, bi karker û kedkarên ji pêkhateyên cuda re hevdîtinê pêk bînin û li ser pirsgirêkên wan û pêşniyarên çareseriyê biaxivin. Em ê di 29ê tîrmehê de li Hatayê bin. Em ê bi kesên ku hîna bi pirsgirêkên erdhejê re rû bir û ne re bicivin, em ê li dijî van pêkanînên derqanûnî yên ku wek qada rezervê hatine bicihkirin hevdîtinan li dar bixin."