NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê kampanyaya hashtaga ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.
Bang, bertek û helwestên li dijî êriş û leşkerkêşana Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê û Iraqê her ku diçe zêdetir dibe. Di heman çarçoveyê de beşek ji çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal kampanyayek hashtagê ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.
Ev kampanya ji aliyê Rojnamevan Mihemed Cibûrî, Rojnamevan Merwan Hebîbî, Rojnamevan Selam Zubeydî, Rojnamevan Mihemed Elî li gel her du çalakvanên mafê mirovan Nur Bedir û Ebas Elî ve hatiye destpêkirin.
Çalakvan û rojnamevanên ku kampanyayê dayîn destpêkirin xwestin ku balyozê Tirk ji Bexdayê bê derxistin û ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê ev hashtag li hemû medya dijîtal bê belavkirin.
Hêjayî gotinêye ku dagirkerî, leşkerkêşan û êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di nava van rojên dawî de, bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî û leşkerî yên Tirkiyeyê derbasî nav xaka başûrê Kurdistanê hatine kirin û bi dehan baregehên nû hatine avakirin.