NAVENDA NÛÇEYAN - Mûrat Zorluoglû ku di serdema qeyûmtiya xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de navê wî bi gelek bêusûliyan di rojevê de bû, weke waliyê Amedê hate tayînkirin.
Biryarên têkildarî tayînên nû yên serokkomar şevê din di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Li gorî biryarê, Sermifetişê Walî-Milkiyeyê Mûrat Zorluoglû weke waliyê Amedê hate tayînkirin. Zorluoglû, di sala 1971’ê de li navçeya Haymana ya Enqereyê ji dayik bûye, di sala 1993’yan de ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakûlteya Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû.
Zorluoglû, di sala 1994’an de li Trabzonê weke qeymeqam dest pê kir û di navbera salên 1997-1999’an de qeymeqamtiya Gulnar a Mêrsînê, di salên 1999-2003’yan de qeymeqamtiya Dara Hênê ya Çewligê kir. Di navbera salên 2003-2008’an de jî li Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Mehelî de midûrtiya şaxê, di salên 2008-2012’an de Serokatiya Daîreya Têkiliyên Derve û Projeyan, Serokatiya Daîreya Lêkolîn û Lêpirsînê û Serokatiya Daîreya Mewzûat û Pêşxistina Stratejiyê kir.
Piştî çendek peywirên cuda, Zorluoglû di adara 2015-tîrmeha 2017’an de bû waliyê Xarpêtê. Zorluoglû piştre jî weke waliyê Wanê hate tayînkirin. Bû qeyûmê ewil ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin. Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de weke Şaredarê Bajarê Mezin a Trabzonê yê AKP’ê hate hilbijartin.
BI SEDAN KEDKAR JI KAR DERXIST
Zorluoglû, dema li Wanê qeyûmtî dikir her tim bi qedexe û bêusûliyan di rojevê de bû. Ji ber ku her gav di nava xebatên AKP’ê de cih digirt, rastî bertekan hat.
Di serdema Zorluoglû de bi sedan xebatkar ji kar hatin avêtin. Gelek neguhêzbarên şaredariyê jî hatin firotin. Qada ji 66 hezar û 392 metrekareyan pêk dihat ku yek ji ersayên herî binirx ên şaredariyê bûn bi bihayê 17 milyon û 500 hezar TL’an ji Sîteya Galerîcîlerê re kirê kir; VOTAŞ ku yek ji tesîsên herî bijarte yên çandinî û sewalwaniyê ya Tirkiyeyê bû jî bi 19 milyon û 500 hezar TL’an firot. 80 dikanên li City Van AVM’ê ji bo 3 salan da kirêyê. Biçûk an jî mezin gelek ersayên şaredariyê di serdema Zorluoglû de dan ber firotinê.
Bêusûliyên Zorluoglû ku şaredarî di nava çirava deynan de hişt, di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî de jî cih girt. Di raporê de wiha hate gotin: “Li gorî mewzûatê tevnegeriyane û wergirtina mal û xizmetê hatine dabeşkirin, pergala ku dê tespît bikira bê ka lîmîta jor a temînkirina yekser derbas kiriye yan na nehatiye avakirin.” Di mijara wergirtinên ji bo şaredariyê de jî li gel ku pêdiviyên xwedî heman taybetiyan bûn jî ev yek di dîrokên cuda de ji hêla heman yekîne û kesan ve hatine kirin.
Bêusûliyên di îhaleyên rêyan de hatine kirin jî di raporên Dîwana Çavdêriya Darayî de cih girtin. Hat diyarkirin ku çavkaniyên saziyê ji hêla aboriyê ve baş nehatine bikaranîn, ji bo fîrmayên kar kirine pereyeke pir zêde bi ser heqdestê wan re hatiye dayîn. Di raporê de hat gotin ku pereyeke neheq hatiye qezenckirin.
ÇERXA BERTÎLÊ
Di serdema Zorluoglû de her wiha qeydeke deng a bertîlê jî derket holê. Di qeyda deng de eşkere bû ku ji kesekê bo çareserkirina pirsgirêka xwe serî li şaredariyê dide di bin navê “bexşa ji bo Vansporê” de bi hezaran lîre pere hatiye xwestin. Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Ulker Cem Kaplan di qeyda deng de wiha digot: “Binêre ez ji te re dibêjim. Em kesên binemrin. Gotiye bila nîviya pereyê tê xwestin bişîne. Ev jî teqabûlî 125 hezar TL’an dike. Bi 20-30 hezar lîreyan neyê. Temam. Ez nikarim vê bidim qebûlkirin. Ha were ji min re bibêje; ‘ez dikarim 120 hezar lîreyan bişînim’ an jî ’80 an jî 90 hezaran bişînim.’ Bi reqemeke ku ez bikarim teklîfa wê bo walî beg bikim were cem min.”
Mijareke din a di serdema qeyûmtiya Zorluoglû de jî fîrmayên ku îhale dabûnê bûn. Zorluoglû, piraniya îhaleyên şaredariyê dabû fîrmayên navendên wan Xarpêt û Kayserî. Heta konên di meha remezanê de hatin vedan û anketa ji bo veguhestinê jî ji hêla fîrmayên van bajarên behsa xeberê ve hatin kirin.