Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand

  • rojane
  • 10:30 12 Hezîran 2024
  • |
img

AMED -Di danişîna 11'emîn a Doza Tahîr Elçî de dozger der barê polîsên bersûc de daxwaza biryara beraetê bê dayîn dubare kir. Parêzeran xwest delîl bên behevkirin. Piştî parastin û axaftinan parêzeran eywana danişînê terk kirin. 

 
Danişîna 11’emîn a doza derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin de hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di danişîna ku tê payîn dê biryar derkeve de parêzerên dosyayê amade bûn. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, gelek serokên baroyan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek kes danişînê dişopînin.
 
Polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.
 
Polîsên bersûc ku dozger di mutalaya xwe de daxwaza beraeta wan kir, bi ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. 
 
Dozger ango meqamê îdiayê, nêrîna xwe ya der barê esasê de ku pêşkêşî dadgehê kiribû dubare kir. Dozger îdia kir ku Tahîr Elçî bi guleyek nayê zanîn ku ji ku ve hatiye canê xwe ji dest daye û diyar kir ku ne sabît e ku sûc ji aliyê bersûcan ve hatiye kirin. Dozger bi hincetên navborî der barê polîsan de biryara beraetê xwest. 
 
 
 
'DÎMENÊ JI 13 SANIYEYAN PÊK TÊ WINDA YE’ 
 
Birayê Elçî, Mehmet Elçi jî wiha axivî: “Piştî ku Tahîr Elçî got, ‘Ez li vir pevçûn û şer naxwazim’ bi 5 deqîqeyan pevçûn derket. 13 saniyeyê kameraya ku kêliya gule li Tahîr Elçî dikeve hatiye windakirin. Ev dîmen nehatin xwestin. Dozgeran gefê li çend şahidan xwarin û şantajê kirin. Zorê dan şahidan ku dijî Elçî îfade bidin. Ji bo şandeya dadgeha we bûyerê ronî neke çi ji destê wê hat kir. We di danişîna ewil de gefa ku Turkan Elçî ji danişînê derxin xwar. Hûn biryara beraetê dixwazin, lê ev biryara we ne rast e.” 
 
 EREN: EM HEMÛ ŞAHIDÊN CÎNAYETÊ NE 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî destnîşan kir ku ew 4 sal li benda destpêkirina darizandinê sekinîne û wiha got: “Piştî ku darizandin hat destpêkirin, ji bo bûyer were ronîkirin me gelek daxwazan kir. We hemûyan red kir. Dosyeya Tahîr Elçî çima ewqa girîng e? Çimkî cînayet bi xwe gelek tiştan bi me dida îfadekirin. Cînayetek xeternak e. Li pêşberî bi dehan kamerayan, ro li nîvro serokê baroyekê hat kuştin. Em hemû şahidên vê cînayetê ne. Her kes dizane ku vê cînayetê kiriye. Lê hêzên ku vê cînayetê vedişêrin hene.” 
 
‘TAHÎR ELÇÎ DI ENCAMA SÛÎKASTEK SIYASÎ DE HAT KUŞTIN’ 
 
Eren axaftina xwe wiha domand: “Serokwezîrê dema ku cînayet qewimî got, ‘Nabe ku ser vê bûyerê were girtin, nixumandin’. Çima serokwezîrek vê rewşê rave dike. Çimkî li vî welatî tiştên wiha hene. Ewilî li dijî Tahîr Elçî kampanyaya lînckirinê dest pê kir û paşê daraz jî daxilî vê kampanyayê bû. Em wek parêzerên vê dozê dibêjin; ev dozek sûîkasta siyasî ye. Yê ku pênasekirina sûîkasta siyasî dike ne ez im. Serokwezîrê vî welatî viya got. Serokwezîrê wê çaxê got ev doza qetlîamek sûîkasta siyasî ye. We daxwaza guhdariya li serokwezîrek ku vê pênaseyê dike, red kir. We dest ji kifşa li cihê bûyerê berda. Em ne bawerin ku ji vê dadgehê biryarek adil derkeve. Ji bo ev doz were ronîkirin tu tiştek adilane nehat kirin.” 
 
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ MUTALAYÊ DA 
 
Eren nerazîbûn nîşanî mutalaya dozger da û got: “Em ê di encama vê darizandinê de mêzina we ya edaletê bibînin. Rêbaza darizandinê ya doza ceza de di vê dozê de nehat dîtin. Ev mutala ne mutalaya ku pêşkêşî dosyeya Tahîr Elçî bê kirinê ye. Ne meseleya darizandina 3 polîsan e jî. Em dixwazin h^n hemû daxwazan bi cih bînin û li gorî vê yekê em dixwazin hûn biryarê bidin.” 
 
CENGÎZ: 20 SAL JÎ BIDOME EM Ê VÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN 
 
Ji parêzerên malbata Elçî, Orhan Kemal Cengîz jî wiha axivî: “Dadgeha ku li vê dozê dinêhire û dozgerên ku lêpirsîna vê cînayetê bi rê ve birin, bi teref in û girêdayî ne. Şahidên ku ji aliyê dozgeriyê ve anîne bi xwe gotin; ya îşkence li wan hatiye kirin an jî di bin zextan de îfade dane. Ji bo ser vê cînayetê binuxmînin çi ji destê wan hat kirin. Ji bo cînayeta Tahîr Elçî neyê ronîkirin ji destê kê çi hat kirin. Hemû daxwazên ku wê bandorê li ser dozê bikin, hatin redkirin. Gelek delîl di vê dozê de hatin tunekirin. Baro, rêxistinên sivîl bi israr vê dozê dişopînin. Ev doz 20 sal jî berdewam bike em ê bişopînin. Wê hemû berpirsiyar hesab bidin.” 
 
YALÇIN: LÊKOLÎNA PÊWÎST NEHAT KIRIN 
 
Parêzer Gamze Yalçin jî destnîşan kir ku di Doza Tahîr Elçî de polîtîkaya “bêcezhiştinê” berdewam dike û got: “Dozger di mutalayê de dibêje, ‘tevî hemû lêkolînan jî delîl nehatine bidestxistin’. Em jî dibêjin li gorî vê îfadeya di mutalayê de, ji bo cînayet were ronîkirin tu lêkolîn nehat kirin. Piştî Tahîr Elçî hat kuştin tu meqamê lêpirsîn û lêkolînek pêwîst nekiriye. Heke li cihê bûyerê delîl bihatana nimrekirin, wê guleya li serê Tahîr Elçî ketiye bihata dîtin û faîl bihatana dîtin. Ji ber ku lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin û delîl nehatin berhevkirin, delîl hemû hatin windakirin. Piştî cînayetê 4 meh şûnve lêkolîn hat kirin. Heke ne ji rapora Zanîngeha Londrayê bûya, wê dosyeya Tahîr Elçî bi dembihûrînê re rû bi rû mabûya û wê dosye faîl nediyar bihata hiştin. Helwesta meqamên lêpirsînê, bandorê li ser meqamê darizandinê kir. Di qonaxa şopandinê, lêpirsînê de daxwazên me yên bandorê li ser esasê bikirina nehat nixandin û delîl nehatin berhevkirin. We hemû daxwazên me red kirin.” 
 
MOLU: LÊPIRSÎNA BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN 
 
Parêzer Benan Molu jî anî ziman ku Tahîr Elçî heta roja hat kuştin jî tevahiya jiyana wî bi têkoşîna li dijî bêcezahiştinê re derbas bû û got: “Dosye binpêkirina hukmê ‘lêpirsîna bibandor’ hat birêvebirin. Mixabin heta niha jî lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û encam jê nehatiye girtin. Ev dosye tu zemanî wek dosyeya serokê baroyekî ku destnîşanî azadiya derbirînê dikir nehatiye dîtin. Darizandin li gorî vê yekê nehat kirin.”
 
KOKSAL: BÊYÎ NÎQAŞKIRINA DELÎLAN NABE KU MUTALA BÊ DAYÎN 
 
Parêzer Tugçe Duygu Koksal jî li ber mutalaya dozger rabû û got: “Em vê mutalayê qebûl nakin. Dema meriv li mtualayê dinêre qey meriv dibêje mirovek ji rêzê hatiye kuştin û wisa hatiye pênasekirin. Ev dosye ne dosyeya mirovek kuştî ya ji rêzê ye. Heke dadgehê li cihê bûyerê kifşê bikira wê îro bersûcên cuda jî hebûna. Ne diyar e ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule jî li holê tune ye. Ser hemû delîlan hat girtin. Ji ber vê yekê nabe ku mutala bê ka ev operasyon çawa hatiye kirin, gule kuştinê kî berdaye û delîl neyên nîqaşkirin, were dayîn. Lê belê dozger mutalaya xwe ya beraetê da. Divê dîmen dîsa bihatana temaşekirin. Divê bûyer dîsa bihata zindîkirin. Ev nehatin kirin. Nehat dîtin ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule hat dîtin, yanî delîl hatin berhevkirin lê delîl hatin veşartin. Bi vê yekê nahêlin ku ceza were sepandin.” 
 
YAZGAN: ZIMANÊ ÎDIANAMEYÊ ŞERMA VÎ WELATÎ YE 
 
Parêzer Aynûr Tuncer Yazgan jî wiha got: “Di vê dozê de maktulek û ji kesekî zêdetir bersûc hene. Polîsên bersûc çi hewldanê nîşan dane ku bi muhtemeliya qestî tên darizandin. Zimanê îdianameya vê dozê şerma vî welatî ye.” 
 
SAGKAN: TU DAXWAZIYEK MIN JI WE TUNE YE 
 
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan jî wiha axivî: “Cara ewil e ku em dibînin dozgerek bêyî ku der barê bersûcê bûyerê de lêkolîn bike û ji bo bûyer ronî bibe ketiye nava biryarek leha bersûc. Em çûn û hatin em dîsa hatin serê meseleyê. Kesên ku sifata bersûc li ser wan, a rast wek şahid hatin guhdarîkirin. Parêzerên dosyeyê bi salan têkoşiyan ku ji bo polîs sifata bersûciyê bigirin. Ev 11 celse ne em hemû li vir in. Lê tenê bersûc ne li vir in. Di dosyeyek ewqas krîtîk de, ewqas parêzerên ku pirr micid amadekarî kirine hene, we mafê me yê ku ew bersûc bên darizandin û jêpirsîn ji destê me girt. Em dizanin biryara we pirr zelal e. Jixwe biryar belî ye. Heke we hemû lêkolîn kiribin û ev li gorî wîjdana we be, tiştekî em ê bêjin tune ye. Tu daxwaziyek min ji we tune ye. Nexwê em ê vê dosyeyê bibin dadgehên bilindtir.” 
 
AKTAR: JI BO KU TAHÎR ELÇÎ KURD E BERSÛC NAYÊN CEZAKIRIN 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn ku wî şahidiya roja bûyerê kiriye û wiha got: “Dosyeya Tahîr Elçî ji roja ewil ve nehat ronîkirin. Roja ewil a bûyerê kes neket nava hewldana berhevkirina delîlan. Dozger radibe dibêje, ‘wê bersûc ji gumanê sûdê bigir’. Ev çawa çêdibe.” 
 
Aktar hin wêneyên aydî kêliya bûyerê nîşanî şandeya dadgehê da. Aktar destnîşan kir ku cînayeta Tahîr Elçî ne bûyerek wisa ye ku serê were girtin û delîlên wê bên veşartin û got: “Ji ber vê yekê neçar man dosyeyê vekin. Mantalîteya bingehîn ku bersûc neyên cezakirin ev e; ji berk u Tahîr Elçî kurd e.” 
 
BIRAZIYA TAHÎR ELÇÎ: EM Ê SEKNA WÎ YA BERXWEDÊR BIDOMÎNIN 
 
Biraziya Elçî, parêzer Berfîn Elçî jî got: “Ji ber ku darizandinek adilane nehat kirin, em tiştek ji we naxwazin. Em ê sekn û berxwedana serbilind a Tahîr Elçî bidomînin.” 
 
GUVEN: BAWERIYA EDALETÊ NEMAYE 
 
Parêzer Yakûp Guven jî got: “Li şûna ku emniyet ewlehiyê pêk bîne lê me dît ku emniyet ketiye bin gefan. Edliye cih û meqamên heq û edaletê ne, lê me îro û gelek carên din jî dît ku dadgeh bûne mekanîzmayên sergirtina bûyeran. Ji ber van sedeman êdî baweriya mirovan bi darazê û pêkanîna edaletê nemaye.” 
 
AYDIN: KUJER Û DARAZ HEMÛ YEK IN 
 
Parêzer Cîhan Aydin jî got: “Ji bo me ferqa kesên ku cînayeta Tahîr Elçî pêk anîne û yên ku kujeran diparêzin nîne, ji bo me hemû yek in. Em dixwazin kujerê Tahîr Elçî were dîtin.” 
 
TOKAY: TAHÎR ELÇÎ NEHAT PARASTIN 
 
Parêzer Azîz Tokay jî bal kişand ser pêvajoya gefên li dijî Tahîr Elçî û pêvajoya wî darizandinê û got: “Tahîr Elçî nehat parastinê. Wê aştiya vî welatî parast, lê ew bi xwe nehat parastin. Roja ku hat kuştin, aştî, edalet û hiqûq hat kuştin. Em hemû daxwazên xwe dîsa dubare dikin. Ji bo ku cînayeta Tahîr Elçî jî tev li karwanê cînayetên faîl nediyar nebe, me sond xwariye ku em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
YETER: DIXWAZIN BI POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ BIQEDE 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter: “Dixwazin bi polîtîkaya bêcezahiştinê vê dosyeyê bigirin. Mafê jiyankirinê yê Tahîr Elçî hebû lê vî mafî ji destê wî girtin. Dibû ku wê rojê her yek ji me jî li wir bûya. Em dixwazin kuştina Tahîr Elçî were ronîkirin. Em tev dizanin mesele çi ye, bila kes kesî nexapîne.” 
 
BEŞTAŞ: DOZ BI DARÊ ZORÊ HAT VEKIRIN 
 
Parêzer Mesût Beştaş: Doza Tahîr Elçî dozek bi darê zorê hat vekirinê ye. Rewşa dozger li ber çavan e. Ev darizandin bi zexta raya giştî tê kirin. Derkevin van kolanan û bipirsin, ‘Kî vê cînayetê kir, çima kir?’ Wê her kes bêje Tahîr Elçî ji ber gotinên anîn ziman, hatiye kuştin. Tu armancek cînayetên siyasî nabe.  
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 
SEROKÊN BAROYAN AXIVÎN 
 
Piştî navbera hat dayîn serokên baroyan axivîn. Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglû, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin jî di danişînê de axivîn û nerazîbûn nîşanî daxwaza ku bersûc bên beraetkirin dan û destnîşan kirin ku ev doz li vê dadgehê naqede û xwestin delîl bên berhevkirin. 
 
XWESTIN HIQÛQ PÊK WERE 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, Serokê Baroya Gîresûnê Soner Karademîr, Serokê Baroya Bûrsayê Metîn Oztosûn, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt, Serokê Baroya Edeneyê Semîh Gokayas, Serokê Baroya Antalyayê Huseyîn Geçilmez, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn jî axivîn û xwestin hiqûq bi cih were û bê sepandin û li gorî nirxên gerdûnî biryar bê dayîn. 
 
‘WÊ DI DÎROKA DARAZÊ DE BIBE DOZA HERÎ ŞERM’ 
 
Seroka Baroya Bedlîsê Gulhan Bayram Sekmen, Serokê Baroya Ispartayê Unsal Çankaya, Serokê Baroya Zonguldakê Turker Kapkaç, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan, Serokê Baroya Batman Erkan Şenses jî diyar kirin ku delîlên bûyerê nehatine berhevkirin û heke ev doz bêceza were hiştin dê rê li ber cînayetên nû veke. Serokê baroyan destnîşan kirin ku Tahîr Elçî bi awayek nemerdî, bêbext û xayîn hatiye kuştin û wê ev doz di dîroka darazê de bi awayek xerab cihê xwe bigire. Serokê baroyan xwestin ku biryarek bêteref bê dayîn û ew ne li bendê ne ku dadgeh biryarek adilane bide û lê ew ê ji bo kujerên Elçî bên cezakirin dê bi her awayî têbikoşin. 
 
'39 DAXWAZ HATIN REDKIRIN’ 
 
Parêzer Mahsûnî Karamn jî da zanîn ku bêyî dosye bê lêpirsînkirin, di bin “siya dewletê” de hat birêvebirin û destnîşan kir ku divê lêpirsÎn ji nû ve bê birêvebirin. Karaman anî ziman ku di danişînê de heta îro 39 daxwazên wan hatine redkirin û bi tevî îro ve jî dê bibin 40 daxwaz. Karaman got bêhiqûqiya ku di danişînê de diqewime ew ê qebûl nekin. 
 
Parêzer Mahsûn Bati jî diyar kir ku ew bêhiqûqiyê qebûl nakin û ji ber vê bêhiqûqiyê dadgehê protesto dikin. 
 
Parêzer û beşdarên li eywana danişînê li çepikan dan û eywanê terikandin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/06/2024
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye