Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî

  • rojane
  • 09:02 12 Hezîran 2024
  • |
ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, diyar kirin ku piştî kuştina keça wan têkoşîna aştî û edaletê wan li ser lingan digire û gotin: “Denîz û bi hezaran ên mîna wê nemirin, di dilê gelê kurd de dijîn.” 
 
Di 17’ê Hezîrana 2021’an de kujerê bi navê Onûr Gencer ket hundirê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer di êrişê de Denîz Poyraz a endama HDP’ê qetil kir. Bi ser kuştina Denîzê re 3 sal derbas bûn. Wek her sal dê îsal jî Denîzê bi bernameyên cuda were bibîranîn. Wê di saeta kuştina Poyraz de li 11.05’an de serdana gora wê bê kirin û pişt re jî li Îskeleya Konakê qerenfîlan biavêjin behrê. 
 
Her çiqas kujer Onûr Gencer bi cezayê muebedê hatibe cezakirin jî lê tevî hemû hewldanên malbatê û HDP’ê jî hêz ango kesên li pişt êrişê nehatin derxistin û ronîkirin. Lê tevî vê yekê jî malbata Poyraz dîsa jî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û ronîkirina hêza li pişt êrişê didomîne. 
 
DÊ Û BAVÊ WÊ DI NAVA TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DE NE 
 
Fehîme Poyraz, piştî kuştina keça xwe qet dest ji têkoşîna aştî û edaletê berneda û ev saleke jî berdevkiya Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê dike. 
Bavê Denîzê, Abdullîlah Poyraz jî li dijî bêedaletiya li welat pêk tê di têkoşîna aştî û edaletê de cih digire saleke rêveberiya Komeleya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) dike û dibêje; ji bo şer bi dawî bibe û zarok neyên kuştin ew têdikoşe. 
 
LI HER QUNCIKEKÊ DENÎZÊ HEYE 
 
Bi rasthatina salvegera 3’yemîn a kuştina Denîz Poyraz, em li malbata wê bûn mêvan. Hema bêje her dîwarê malê û quncikek bi wêneyên Denîzê hatine xemilandin û hemû diyariyên li ser navê wê hatine li odeyek malê ne û hemû kelûpelên wê hatine veşartin. Malbat dibêje keça wan Denîzê pirr ji kûlilkan hez kiriye û ji bo xatirê wê li şaneşînên mala xwe kulîlkan danîne. 
 
Dayik û bavê Poyraz, ji ajansa me re axivîn û di van sê salan de tişta hatiye serê wan vegotin. 
 
TÊKOŞÎN WÊ ZINDE DIHÊLE 
 
Fehîme Poyraz got tevî ku sê sal bi ser kuştina keça wê Denizê re derbas bûne jî lê mîna ku hê duh keça wê hatibe kuştin. Poryaz da zanîn ku ew ê tu carî roja kuştina keça xwe ji bîra neke û got: “Qey ez dibêjim Denîz di nav me de ye. Ez hê jî bawer nakim ku Denîz hatiye kuştin. Piştî kuştinê ez nêzî du salan çûm cem psikolog. Dema min qala Denizê jê re dikir, pir ji bo min baş bû. Lê ya herî min baş hişt têkoşîna li pey wê bû. Salek bû ez naçim derûnnas. Ez niha baştir im. Piştî kuştina Denizê ez bi awayek aktîf ketim nava têkoşînê. Min dît ku divê ez hin bêtir têbikoşim. Lewma heta ku ji destê min tê li her qadê têdikoşim.” 
 
‘EZ Ê JI KUJERAN HESAB BIXWAZIM’ 
 
Poyraz anî ziman ku keça wê bi awayek hovane hatiye kuştin û wiha domand: “Kujer vê li dadgehê jî digot. Di darizandinê de tenê kujer hat cezakirin. Hêz û berpirsên li pişt êrişê dernexistin holê. Ne tenê ew kujer Denîzê kuşt. Kesên bi wan bawer bû hene. Heta ez hebim ez ê ji kujeran hesabi bixwazim. Ji bo berpirsiyarên rasteqîn derkevin holê ez ê edaletê bixwazim. Tenê daxwaziyek min heye bila şer biqede û zarokên me neyên kuştin. Têkoşîna me ji bo vê yekê ye.” 
 
Poyraz diyar kir ku keça wê cangorî û keça hemû gelê kurd û gelên cîhanê ye. Poyraz da zanîn ku piştevanî û xwedîderketina gel a ji bo keça wan ev sê sal in wan li ser lingan digire û ev yek qewet û moralê dide wan. Poyraz got piştî kuştina keça wê bi sedan malbatan navê Denîz li zarokên xwe kirine û dewam kir: “Denîzek çû lê denîzên li pey wê mezin dibin. Denîz li cîhanê bû stêrkek û dîrokek.” 
 
HEM XEBAR DIBE HEM JÎ SERXWE DIMÎNE 
 
Poyraz destnîşan kir ku dema ew diçe avahiya partiye roja êrişê û kuştina keça wê tê bîra wê û wiha got: “Her ku ez diçim partiyê çavê min li Denîz digere. Hê jî ez neçûme mitbexa ku Denîz lê hat kuştin. Çimkî xwîna wê li wir rijiya. Ez ji bo ked û emanetiya wê diçim wir. Ez ji bo aştiyê diçim wir. Çûna avahiya partiyê hem min xembar dike hem jî min zindî li ser lingan dihêle. Ez bi têkoşîna Denîzê ku wek emanet ji min re hişt li ser lingan xwe digirim.”
 
'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Poyraz anî ziman ku ew wek Dayika Aştiyê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û edaletê didomîne û wiha axivî: “Bi hezaran dayik mîna min zarokên xwe di ber têkoşîna azadiyê de dan. Ez jî yek ji wan dayika me. Ji bo em li ser rêçika zarokên xwe herin divê em têbikoşin. Heke dayik li malên xwe rûnên, wê bi hezaran zarokên me yên din jî bimirin. Ji bo xatirê ku zarokên me neyên kuştin divê em li ser lingan bin. Aştî jî bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî dikare pêk were. Bila deriyên zindanan vebe û hemû girtiyên me bên berdan.” 
 
'DI DILÊ GELÊ KURD DE DIJÎ’
 
Abdullîlah Poyraz jî diyar kir ku her çiqas sal û zeman bi ser kuştina keça wî re derbas bibin jî ew ê nikaribe qebûl bike ku keça wî hatiye kuştin û got: “Qey meriv dibêje jiyana xwe ji dest nedaye, wek ku bi me re dijî. Qebûlkirina mirina wê gelek zor e. Denîz tu demê ji bîra min naçe. Ez bi têkoşînê dixwazim xwe ji bo nebûna wê aş bikim. Piştî mirina wê çalakiyek li ku bibe ez diçim wir. Êdî bila ev bêedaletî bi dawî bibe. Denîz û bi hezaran ên wek wê nemirin, ew di dilê gelê kurd û din ava têkoşîna azadiyê de dijîn. Heta edalet û aştî pêk were dê têkoşîna me berdewam bike.” 
 
MA / Semra Turan 
 
 

Sernavên din

17/06/2024
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye