Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir

  • rojane
  • 19:14 8 Hezîran 2024
  • |
STENBOL- Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê diyar kirin ku ew li pişt biryara endamên meclisê yên rêveberiya qeyûm red kirine û li dijî AKP-MHP'ê ya kuvîna gel desteser kiriye banga avakirina eniya têkoşîna gelan kirin.
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, der barê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê bi dirûşma "Stenbol ji bo Colemêrgê li ser piyaye”daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di nav de bûn de, kesên ketin qadê tîşortên “Qeyûm biçe” li xwe kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Stenbol ji bo Colemêrgê li ser piyaye” hatin hilgirtin, pankartên “Vîna gel nayê desteserkirin", “Qeyûm wê biçin, îradeya gel wê bi ser bikeve" û “Dawî li rejîma qeyûman bînin” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berwxedana Colemêrgê", “Wê qeyûm biçin em ê bimînin", "Bijî Colemerg" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.
 
TEMELLÎ: AN KOMARA DEMOKRATÎK AN KOMARA DARBEYAN
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ewil axivî, bi gotina 'Em li dijî darbeyê li ber xwe didin' dest bi axaftina xwe kir. Temellî bal kişand ser polîtîkaya qeyûmên darbekar û wiha got: “25 sal in li vî welatî tecrîd heye. Bi ferzkirina tecrîda li Îmraliyê qanûna îstisnayê ava kirin. Di çarçoveya wê qanûnê de dozên kûmpasê çêkirin. Her wiha ji ber doza kûmpasê Hevşaredarê Colemêrgê ji wezîfeyê girtin û qeyûm tayîn kirin. Dibêjin ew li dijî Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ne. Yên ku 22 sal in bi Destûra Bingehîn a cûntayê li desthilatdariyê ne, lê behsa destûreke bingehîn a sivîl dikin. Ti pêwendiya wan bi qanûn û destûra bingehîn re nîne. Tiştê ku Serokomar jê re dibêje qanûn, qanûna darbeyê ye. Li dijî darbeyan dem hatiye ku em werin cem hev. Wê darbekar biçin, em ê bi ser bikevin. Yan komara demokratîk an jî komara darbeyê.” 
 
Berdevkê Demê yê Stenbolê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Huseyîn Tosû daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend. Tosû diyar kir ku vîna demokratîk a gelê Kurd careke din hatiye desteserkirin. Tosû diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel têbikoşin û got, “Em ê li dijî desthilatdariya yek zilamî ya ku hiqûqê qetil dike û vîna gel desteser dike têkoşînê mezin bikin.”
 
Tosû destnîşan kir ku endamên meclîsê r¨veberiya qeyûm red kirin û got ku weke Karkerên Stenbolê. Hêzên Aştî û Demokrasiyê, ew li pişt vê biryara endamên meclîsa şaredariya Colemêrgê ne. 
 
BANGAWAZÎ
 
Tosû anî ziman ku heta biryara qeyûmê paşve bê kişandinn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha bedewam kir: "Hiqûq tê binpêkirin, mafê herî demokratîk ê gel bi biryara yek zilamî tê desteserkirin. Em weke xwendekar, karker, gundî, teqawît, jin, ciwan, Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî û Sunnî em bang li hemû gelên bindest dikin ku ji bo mafên xwe, ji bo serxwebûnê li dijî qesrê eniyeke têkoşîna gel ava bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya nobetê dest pê kir.
 
 
 
 

Sernavên din

14/06/2024
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê