MÊRSÎN - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin: “Ev ne tenê pirsgirêka gelê kurd e. Mîna li Wanê em dikarin bi têkoşîneke hevpar encamekî bi dest bixin.”
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate binçavkirin, ji peywirê hate dûrxistin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hefsê li Akiş birî û hate girtin. Kayyım ataması ve Akış'ın tutuklanmasına tepkiler sürerken, konuyu değerlendiren siyasi parti ve kurumlar "ortak mücadele" vurgusu yaptı. Bertek û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe mezintir dibin. Partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûman banga “Têkoşîna hevpar” kirin.
'COTSANDARTÎ YE’
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk diyar kir ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd hatiye xespkirin û tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Kurdistanê weke “cotstandartî” nirxand. Ozturk, wiha domand: “Kesek tê hilbijartin û piştre xefikê di danin û dibêjin ‘hûn xwedî van mafên qanûnî nînin.’ Tiştekî wiha li cîhanê nehatiye dîtin. Bila her kesên dibêjin ‘ma çi pirsgirêkên gelê kurd hene’ bibe mînak. Ma we dîtiye ku li Îzmîr, Sêwas, Edîrne û Enqereyê qeyûm hatiye tayînkirin? Tune ye. Çima tayînî Colemêrgê dikin? Ev çi edalete wiha? Tevî van sepanên antîdemokratîk jî îktîdara AKP’ê hildiweşe. Divê em jî têkoşîna xwe bidomînin. Hemû mafên gelê kurd tên astengkirin. Heke em bibin yek dê bikarin vê îktîdarê têk bibin. Di serî de CHP divê her kes helwestekî zelal li dijî qeyûman nîşan bide.”
'QEYÛM PIRSGIRÊKA HER KESÎ YE’
Seroka Şaxa Halkevlerî ya Stenbolê Zeynep Çelîk jî destnîşan kir ku di hilbijartinan de bi hezaran leşker li bajarên kurdan hatine veguhestin û ev tişt anî ziman: “Xwestin vîna gel xesp bikin. Her wiha xwestin îradeya xelkê Wanê xesp bikin. Lê bi saya berxwedana gel paşvegav avêtin. Rejîma qeyûm, di heman demê de projeya bêdengkirina gel e. Heke têkoşîneke yekbûyî ya xurt hebûya dê nekariyan qeyûman tayîn bikin. Tayînkirina qeyûman pirsgirêka her kesî ye û heta ku em tevek dengê xwe dernexînin dê rê li ber neyê girtin. Helwesta CHP’ê girîng e lê divê bêhtir tevbigere. Heke CHP’î bixwazin azad û laîk bijîn, divê li dijî qeyûman derkevin û ji bo girtiyên 1’ê Gulanê, Geziyê û Kobanê dengê xwe derxînin û têbikoşin. Ji ber ku her kes ji vê pergala dîktatoriyê bibandor dibe. Di vê pergalê de her kes dikare di kêliyê de bibe ‘terorîst.’”
‘TIŞTA BI HILBIJARTINÊ WINDA KIRÎ DIXWAZE BI RÊYA QÊYÛMAN BI DEST BIXE’
Berdevka Demê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Evrîm Konak jî got ku qeyûm, darbeyeke li dijî vîna gel e. Konak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê di 31’ê Adarê de têkçûneke mezin xwar. Dixwaze tiştên di hilbijartinê de winda kirî bi rêya qeyûman bi dest bixe. Erdogan darbê li demokrasiyê dixe. Li welatekê rejîma qeyûm lê serdest, demokrasî tune dibe. Nabe ku vîna gel were xespkirin. Em vê qebûl nakin û dê li dijî wê têbikoşin. Sibe du sibe dê berê xwe bidin şaredariyên CHP’î jî. Heke em îro li Colemêrgê rê li ber negirin û li cem gelê Colemêrgê cih negirin, dê me bi îradeya me bixeniqînin. Divê em li her derê li dijî qeyûm têbikoşin û dawî li vê xespê bînin.”
‘DIVÊ MÎNA LI WANÊ HER KES DAKEVE KOLANAN’
Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî jî wiha got: “Dixwazin tola têkçûna xwe ya 31’ê Adarê hilînin. Dixwazin tişta li Wanê kirin li Colemêrgê jî bikin. Niyeta dewletê ya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane tune ye lewma vê polîtîkayê dimeşîne. Baş e lê em ê çawa bikarin pêşî li ber vê bigirin? Divê mîna li Wanê, em dîsa bi girseyî dakevin kolanan. Weke ÎHD’ê em ê li dijî xespkirina vînê, mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Divê ne tenê li Colemêrgê, li her derê bertek bên nîşandan.”
‘EM BI HIQÛQA ŞER RE RÛ BI RÛ NE’
Parlamentera DEM PArtiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî wiha bertek nîşan da: “Îktîdara AKP-MHP’ê tenê faşîzmê li gelên Tirkiyeyê ferz dikin. Qeyûm, ji bo avakirina faşîzmê yek ji gavên girîng e. Lewma em di qonaxeke krîtîk de ne. Gel bi berxwedanê bersivê dide û ev yek dê ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê girîng be. Em bi şerekî çînî û gelan re rû bi rû ne. Lewma li gorî min em bi hiqûqa şer û pêvajoyeke şer re rû bi rû ne. Îktîdar hewl dide statûyeke makeqanûnî bide faşîzmê. Ji bo vê jî divê îradeya gelê kurd têk bibe. Ji ber ku astengiya herî mezin ew in. Dixwazin bi rêya komkujî û zilmê birêve bibin lê gelê kurd serî natewîne. Hesaba wan ev e lê gelê kurd ev hesab vala derxist.”
‘TEHEMÛLA ERDOGAN A JI BO ÎRADEYA GEL KURD TUNE YE’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî tehemûla îktîdara AKP-MHP’ê nîne ku gelê kurd xwe birêve bibe. Bozan, axaftina xwe wiha qedand: “Erdogan tehemûla hilbijartinên li Rojava nake. Ji ber ku tehemûl nake ku kurd xwe birêve bibin. Lewma îradeya kurdan nas nake. Derdorên cuda piştgirî dan çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê. Gotin ku qeyûm qebûl nakin. Heke muxalefeta civakî were ba hev dikare vê fermana qesrê vala derxîne. Wan mînaka vê ye. Li Wanê hemû derdorên civakî li kolanan bûn û piştevniyê bi xwe re encam anî. Anku em dikarin bi têkoşîna hevpar a mîna ya Wanê encamekî bi dest bixin. Heke heman tişt were kirin em ê bikarin li Colemêrgê jî encamekî bi dest bixin.”