COLEMÊRG - Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê li dijî darbeya qeyûm a li Colemêrgê li çar aliyên bajar meşiyan û çûn serdana gel. Li kolanan peyama berxwedana heta dawiyê hate dayîn û dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” li kolanan olan da.
Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê di tevahiya rojê de berdewam kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl ên li bajar re civiyan, piştre derketin kolanan û li çar aliyên bajar meş li dar xistin û bi gel re hevdîtin kirin. Hevserok li tevahiya cade û kolanên bajar meşiyan û tevî bi sedan kesan dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Welatî jî bi çepik û tililiyan tev li çalakiyê bûn.
UÇAR: KOMPASA LI DIJÎ GEL E
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî meşê axivî û wiha got: “Li dijî kurdan bêhiqûqtiyek di meriyetê de ye. Barê tayînkirina qeyûman ê ji sala 2016’an ve dest pê kir, niha li ser milê tevahiya Tirkiyeyê ye. Serokkomar dibêje ‘ji ber polîtîkayên xelet ên dewletê cihêkarî li kurdan hate kirin lê me ew bi jidil hembêz kirin.’ Hemû kes dizane ku ev rast nîne. Du roj piştî vê axaftinê li Colemêrgê qeyûm tayîn kirin. Ev sê roj in em bûn şahid bê ka li vir çi tê kirin. Em li bajareê ku fihûş, şerê taybe û tiryak yekser bi destê hêzên ewlekariyê tên kirin in. Cara sêyemîne qeyûm tê tayînkirin. Em li bajarê ku 153 milyon lîre bûdçe jê re hatiye veqetandin û qeyûm bi pereyê şaredariyê xebatên hilbijartinê lê dike ne. Qeyûm gelek deyn hişt û destkeftiyên kurdan tune kir. Ev bi alîkariya dewletê kir. Em ê li her derê li dijî rejîma qeyûm bisekinin. Qeyûm, kompaseke li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”
BAKIRHAN: DIVÊ RÊZÊ JI BO VÎNA GEL BIGIRIN
Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Tenê leşker ne anîbûn vê derê lê ew jî anîn. Li vir darbeyek heye. Piranî van tevdîran kesên sûcdar digirin. Yên li vir ketine kêmasiyê û xelet ew in. Erdogan gotibû ku dê rêzê ji bo encamên sindoqê bigire. Lê tu rêz ji bo vîna xelkê Colemêrgê negirt. Navê vê ne demokrasî ye, nenaskirina vîna gelê kurd e û darbeya qeyûm e. Ev yek, hiqûqa dualî ye. Yên encamên sindoqê nas nakin em jî wan nas nakin. Em qebûl nakin ku keda vî gelî were desteserkirin. Hûn di hafizeya gelê kurd de weke kesên înkarger bên naskirin. Dê gelê kurd van kiriyarên we ji bîr neke. Em ê di hilbijartinê de belda vê bi we bidin jiyîn.”
GURKAN: TU ŞAREDARÎ DI EWLEHIYÊ DE NÎNIN
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî wiha got: “Li Wanê xwe ceribandin lê vala derket. Niha li vir xwe diceribînin. Mehmet Siddik Akiş bi biryara îktîdarê ji peywirê hate girtin û ceza lê hate birîn. DEM Partiyî ne ji ber dizî û bêariyê ceza girtine. Lê qeyûman dizî û bêusûltî kirin. Gelek şaredarên AKP’î çavkaniyên şaredariyê pêşkeş kirine. Ev dewran dê wiha nedome. Qeyûm ne tenê mijara Colemêrgê ye. Heke bi ser kevin, wê demê tevahiya şaredariyên Tirkiyeyê di xetereyê de ne. Ev îktîdar, pirsgirêkeke demokrasiyê ye û divê em vê pirsgirêkê ji holê rakin.”
ATAŞ: EM Ê SERÎ LI BER WAN NETEWÎNIN
Erdal Ataş jî li ser navê Federasyona Meclisên Sosyalîst axivî û wiha got: “Ev têkoşîna me ne tenê ji bo şaredariyekê ye, ji bo aştiya gelan e. Em vê rejîma birçîtî û qeyûman qebûl nakin. Em ê tu mewziyên hatine qezencekirin neterikînin. Berxwedana me ya li vê derê dê ji qada kedê heta ya têkoşîna jinê, ekolojî, ciwan û hwd. di her qadê de bi xwe re serkeftinê bîne. Çi dikin bila bikin em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê bi tu awayî serî li ber wan netewînin û dê têkoşîna me bidome.”
BAYINDIR: EM Ê LI BER XWE BIDIN
Herî dawî jî Bayindir axivî û ev tişt anî ziman: “Em ê li ber xwe bidin û vê jî bi pêşengtiya jin û ciwanan bikin. Dê nekarin xwe li hemberî vîna gel bigirin. Gelê me ne tenê li vê derê, divê li her derê xwedî li vîna xwe derkeve. Divê gelê me rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Divê îradeya li vê derê li her derê belav bibe. Banga me ji bo wijdana gelê kurd e; roj roja xwedîderketina li ziman, ax û îradeya xwe ye.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.