AMED - Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê berdewam dike. Xebatkarên standên şaredariyan anîn ziman ku ji bo ku ew piştî qeyûman dîsa bi şaredariyên xwe re hatine cem hev û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.
Li Amedê 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û bi hevkariya Rêxistina Fuara Mezopotamyayê, li Navenda Fuar û Pêşandanê ya Mezopotamyayê berdewam dike. Di fuarê de şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku şaredariyên xwe piştî 8 salan ji destê qeyûm derxistin, jî stand vekirin û taybetmendiyên bajarên xwe didin nasandin. Standên şaredariyan rastiyê eleqeye mezin tên û çanda kurdan a kevnar bala mêvanên fûarê dikişîne.
‘XEBATÊN QEYÛM NEDIGIHIŞT GEL’
Ewilî xebatkara standa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nesrîn Kapazan axivî û da zanîn ku qeyûm gava dest bi peywira xwe kirî, ewilî çanda kurdan qedexe kir. Kapazan destnîşan kir ku di dema qeyûman de ew tev li organîzasyonên bi vî rengî nebûne û diyar kir ku ji bo dîsa bi organîzasyoneke wiha bi şaredariyên din re kombûne gelekî kêfxweş e. Kapazan da zanîn ku xebatên di dema qeyûm de nedigihiştin gel û got: "Hema bibêje hemû karên qeyûman bi ser protokolê ve diçû. Niha gel bi xwe tê ser standên me û bi çavê ‘şaredariya me’ lê dinêrin. Hêvî dikim ev polîtîkaya qeyûm tayînkirinê bi dawî bibe.”
‘EM HENE’
Kordînatorê standa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Samî Tekîn jî diyar kir ku piştî 8 salan wan şaredariyên xwe ji destê qeyûm standine û da zanîn ku di serdema qeyûman de çand û hunera kurdî qedexe bû. Tekîn anî ziman ku ew hinekî bi derfetên kêm hatine vê fuarê û wiha got: “Em ji bo ku dîrok û çanda dapîr û bapîrên xwe bidin naskirin hatine vir. Em bi kêfxweş in ku bi şaredariyên xwe yên din re jî hatine cem hev û em çand û dîroka hev hîn dibin. Em hene û em ê çand û hunera xwe bidin naskirin.”
‘QEYÛMAN SAZIYÊN ÇANDÊ GIRTIN’
Gerînendeyê Çandê yê Şaredariya Êlihê Ercan Astan jî bi lêv kir ku ew bi çûyîna qeyûman gelekî şanaz in. Astan destnîşan kir ku hedefa yekemîn a qeyûman tunekirina çanda kurdan bû û wiha axivî: “Çawa hatin navên saziyên me guherandin, navên kurmancî rakirin û nav tev kirin tirkî. Saziyên çandê û jinan girtin. Ev jî nîşan dide ku esasê hatina wan çanda me bû. Ev fuarên bi vî rengî ji bo pêşveçûna çandê gelekî baş in. Hêviya me ew e ku ev organîzasyon berdewam bikin û hinekî din jî berfirehtir bibin. Ji bo çanda me bê naskirin, ne tenê li welat, li derveyî welat jî divê tiştên wisa em bikin.”