Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe

  • rojane
  • 10:08 19 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku heke li Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartin pêk bên dê PDK hêza xwe bêhtir winda bike û wiha got: “Lewma dixwaze taloq bike. Heke PDK qels bibe dê di polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê jî bikevin xetereyê.” 
 
Dihat plankirin ku hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê gulanê de bên lidarxistin lê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ev pêvajo bi awayekî demkî hate sekinandin. Serokê Hikûmeta Demkî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 6’ê gulanê de serî li Dadgeha Federe ya Iraqê da û xwest hilbijartin bên taloqkirin. Dadgeha Federe jî serlêdan qebûl kir û dema hilbijartinê da sekinandin. 
 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû têkildarî hilbijartina li Başûr, hevsengiyên siyasî, bandora Tirkiye-Îranê ya li ser herêmê û geşedanên dawî ji Ajansa Mezopomtayayê (MA) re axivî. 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê siyaseteke gel esas digire tune ye û wiha got: “Pergala îktîdarê ya li vir zêdetir bi rêya hêzên leşkerî, netewî û hêzên herêmê xwe li ser pêya digire. Bêguman cudahiyên vê îktîdarê hene. Ji dîrokê ve stratejiya PDK’ê wiha ye. Bi dagirkerên Kurdistanê re tifaqan çêdike û li dijî hêzên din ên kurd şer kiriye. Bêguman YNK jî danûstandinên xwe bi hêzên cuda yên herêmê re heye. Lê êrişî hêzên Kurdistanî nekiriye. Zêdetir serî li lihevkirinê dide. Car bi car jî li ser bingeha dijberiya PDK’ê bi hêzên cuda re tifaq çêkiriye.” 
 
Bi domdarî Koyluoglû bal kişand ser hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Hilbijartin gelek caran hatin taloqkirin. Divê 2 sal berê bihatina kirin lê salekê hatin taloqkirin. Îcar diviyabû di payîza 2023’yan de bihatina lidarxistin lê ji ewil taloqî meha kanûnê û piştre jî taloqî adarê kirin. herî dawî jî dê li gorî biryara Dadgeha Federe roja wê bê diyarkirin.” 
 
PERGALA PIRALÎ Û KOTA HATIN RAKIRIN
 
Di berdewamê de Koyluoglû destnîşan kir ku Dadgeha Federal pergala hilbijartinê guherandiye û wiha dom kir: “Di rewşa heyî de li Başûr hilbijartina yekherêmê hebû lê derbasî pirherêmê bûn. Hilbijêrê li Zaxoyê dikariya dengê xwe bide kesê li Silêmaniyeyê. Lê dadgehê ev betal kir û hilbijartina ji çar herêman pêk tê ava kir. Her wiha pergala kotayê rakir. Neheqî li kêmneteweyan kir. Tirkmenan berê digotin; ‘li başûrê Kurdistanê milyonek nifûsa me heye, li Hewlêrê nifûsa me heye.’ Bi vê hejmarê dikarin herî kêm 10 kursiyan bi dest bixin. Ji ber vê daxuyaniyê Dadgeha Federe kota rakir. Ji kotaya 11 kesan 6 jê tirkmen, 3 asur, yek êzidî û yek jî şebek bû. Lewma rakirina kotayê bû neheqî. Heke bikevin hilbijartinê nikarin namzetekî derxînin. Lê divê li parlamentoyê hebin. Di pergala kotayê de neheqî li êzidî û şebekan hate kirin.” 
 
Koylugolû wiha domand: “Serokê herêmê yê demkî Mesrûr Barzanî ku dema wî qediyaye li Dadgeha Federe îtîraz kir û hilbijartin hate sekinandin. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê jî da sekinandin. Dema vê komîsyonê di tîrmehê de tije dibe. Lê rayeya vê komîsyonê 6 mehan hate dirêjkirin. Tirkmen, asur û PDK li dijî pergala hilbijartinê ya Dadgeha Federe bigazincin. Dadgeh îtîrazên wan dinirxîne. Divê biryarê bide ku dîroka hilbijartinê bê diyarkirin.
 
DADGEHÊ ÇIMA HILBIJARTIN DA SEKINANDIN? 
 
Bêguman aliyekê vê ya siyasî heye. Di vê pêvajoyê de di navbera YNK-PDK’ê de nîqaşên hilbijartinê çêbûn. PDK’ê biryar da ku biryarên Dadgeha Federe protesto bike û tev li nebe, boykot bike. Got ku dê nehêle li Hewlêr û Dihokê sindoq bên danîn. Bêguman dê ev yek jî krîza li Iraqê kûrtir bike. Heke Dadgeha Federe biryara hilbijartinê dabûya û PDK’ê jî asteng bikira, dê ev yek li ser bingeha dijbertiya destûra bingehîn bihata nirxandin. Û Iraqê dikariya PDK weke rêxistineke neqanûnî binirxanda û bigirta. Di halê hazir de Iraq nikare aloziyeke wiha ragire. Heke PDK bihata girtin, weke rêxistineke neqanûnî bihata ragihandin û ji hêla leşkerî ve mudaxileyî herêmên PDK’ê bikira dê şerê pevçûnên navxweyî kûrtir bûbûna.” 
 
'PIŞTGIRIYA GEL A JI BO PDK’Ê KÊM BÛ’
 
Azîz Koyluoglû da zanîn ku PDK’ê hêza xwe winda dike lewma dixwaze hilbijartinê taloq bike û ev nirxandin kir: “Tirkiye naxwaze hilbijartin niha bên lidarxistin. Ji ber ku niha îktîdareke defakto îktîdar e. Û PDK birêve dibe. PDK niha bi Tirkiyeyê re tevdigere. Tirkiye naxwaze ev rewş biguhere. Lewma naxwaze hilbijartin çêbibe. Heke hilbijartin çêbibe îxtîmaleke mezin dê PDK ji îktîdarê bikeve. Piştgiriya gel a ji bo PDK’ê niha di asta herî kêm de ye. Ji hêla leşkerî ve jî nikare xwe ji vê rewşê xelas bike. Jixwe Erdogan di hevdîtina xwe ya li Iraqê de daxwaza xwe ya ji bo taloqkirina hilbijartinan anî ziman. Di vê mijarê de siyaseta wan û PDK’ê heman e.”
 
Koyluoglû, bi lêv kir ku piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê hilbijartin hatine taloqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tiştekî tesadufî nîne. Di serdanê de Nêçîrvan Barzanî pir pesnê rayedarên Îranê da. Dema Nêçîrvan Barzanî li Tehranê, îtîraza Mesrûr Barzanî hilbijartin da sekinandin. Di esasê xwe de Îranê ev pêvajoya hilbijartinê da sekinandin. Pêvajoya heyî tevlihev e. Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê hevdîtinan dike û hewl dide dîrokê diyar bike. Bêguman heta Dadgeha Federe biryarê nede dîrok nikare bê diyarkirin. Divê ji bo îtîrazên hatine kirin jî biryar bê dayîn. Pêvajoya hilbijartinê pêvajoyeke bipirsgirêk e. Dixwaze vê rewşa îktîdara defakto bidomîne. YNK dixwaze hilbijartin bê kirin û herêm jinûve bê dîzaynkirin. Sedema israra YNK’ê ya di hilbijartinê de ew e ku niha pir bihêz e. Piştgiriya gel zêde heye. Dixwaze bi rêya vê piştgiriyê, bi saya têkiliyên xwe yên bi hêzên herêmî navneteweyî bibe îktîdar.” 
 
'HEKE PDK WINDA BIKE DÊ TIRKIYE JÎ WINDA BIKE’ 
 
Rojnameger Koyluoglû axaftina xwe wiha qedand: “Heke hilbijartin bên lidarxistin dê di hevsengiyên nû de PDK di plana duyemîn de bimîne. PDK’yeke di vê rewşê de jî dê li ser polîtîkayên Tirkiyeyê xetereyên cidî çêbike. Dê qada tevgerê ya Tirkiyeyê teng bibe. Heke hilbijartin çêbibe dê PDK nekare rewşa xwe ya heyî biparêze. Ev di heman demê de tê wê wateyê ku Tirkiye nikare rewşa xwe heyî biparêze. Tirkiye amadekariyan dike di vê havînê de êrişeke dagirkeriyê ya berfireh bike. Lewma naxwaze hevsengiya heyî xerab bibe. Hilbijartin çêbibe jî çênebe jî krîzeke pir mezin li pêşiya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku hem sînorên YNK’ê hem jî yên PDK’ê hene. Em qala herêmeke du dewlet dikin. Heke PDK di hilbijartinê de winda bike jî dê nehêle hêzeke din li herêma wê xurt bibe. Her wiha heke piraniya parlamentoyê winda bike jî gelo dê bihêle parlamento bixebite, dê bihêle hikûmet ava bibe? Ev tevek jî nîşaneyên krîzên mezin in. Heke hilbijartin nebe jî nikare vê rewşa defakto ya heyî bidomîne.” 
 

Sernavên din

24/05/2024
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin