MÊRDÎN - Li Mêrdînê dê bi beşdariya 20 weşanxaneyên kurdî 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan were lidarxistin.
Di navbera 17-19’ê gulanê de dê li Mêrdînê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin. Mîhrîcan dê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê were lidarxistin û 20 weşanxaneyên kurd dê tev li bibin. Her wiha dê 62 nivîskar jî beşdar bibin. Fuar dê li Baroya Mêrdînê bê lidarxistin.
Weşanxaneyên ku dê tev li mîhrîcanê bibin ev in: Aram, Aryen, Avesta, Azan, Belkis, Dara, Doz, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, MA Music, Morî, Nûbihar, Nûhev, Pall, Peywend, Roşna, Weşanen Sîdar, Sîtav, Vate, Zîz û Belkî.
NAVÊN NIVÎSKARÊN TEV LI MÎHRÎCANÊ BIBIN
Nivîskarên dê tev li fûarê bibin ev in: Ahmet Çelîk, Dr. Ahmet Kirkan, Alî Yîgît, Abdurrahim Kiliç, Aydin Alp, Azad Zal, Burhan Tek, Cafer Açar, Ciwan Serhedyan, Çetoyê Zêdo, Denîz Gunduz, Dîcle Anter, Evdal Baqî, Fahriye Adsay, Fatêxan Taşli Tunç, Feratê Dengizî, Firat Can, Hayrullah Acar, Îbrahîm Bîngol, Îbrahîm Tarduş, Kenanê Nado, Leyla Alucî, Leylana Sidîq, Mahmut Barik, Malmîsanîj, Maziçîne, Maral Xezal, Mehmet Dîcle, Mem Bawer, Mele Mihemed, Şirîn Gonç, Mervan Serhildan, Mûstafa Ozer, Nazim Kok, Necat Keskîn, Nezîrê Cibo, Nezîr Ocek, Perwîz Cîhanî, Pinar Yildiz, Raîf Yaman, Recep Dildar, Ridwan Polat, Roj Agir, Ronî War, Roza Metîna, Rûken Çaliştiran, Saîd Veroj, Serdar Komurcu, Serkeft Botan, Servet Ozkan, Sûltan Yaray, Shahab Valî, Şukran Çaçan, Semîre Demîrel Kut, Sîdar Jîr, Tekîn Çîftçî, Veysel Başçi, Veysî Ulgen, Zinarê Xamo û Zulkuf Ergun.”