‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike

img

WAN - Derket holê ku Ziya Turk ê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û rêveberiya nû bi nûçeyên “Divê qeyûm bê tayînkirin” û “Ev kes endamê rêxistinê ye” hedef digire, di serdema qeyûm de tenê ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de hemû şaredariyên Wanê bi dest xist. Piştî vê serkeftinê, malperên herêmî yên ku qeyûm ji qasayên şaredariyê bi milyonan lîre ji wan re xerc kiriye dest bi kampanyaya reşkirinê kirin. Malperên behsa xeberê û komên nêzî AKP-MHP’ê ku “nûçeyên” malperên behsa xeberê li ser medyaya dijîtal parve dikin, gelek caran banga “tayînkirina qeyûman” dikin. Di heman demê de hevşaredarên DEM Partiyê, rêxistinên civaka sivîl ên hatin serdana şaredariyan, midûrên hatin peywirdarkirin û serokên daîreyan jî di hedefa van malper û koman de ne. Di van parvekirin û “nûçeyan” de heqaretên giran li hevşaredar û xebatkarên şaredariyê tên kirin. 
 
AKTORÊN 2019'AN LI SER KAR IN!
 
Ziya Turk ê ku îdia dike ku li bajar rojnamegeriyê dike, yek ji van kesan e. Turk, li ser malpera înternetê ya Van Postasiyê gelek caran hevşaredaran hedef digire û îdiayên giran dike. Turk û malpera wî ya înternetê, piştî hilbijartinên sala 2019’an jî bi heman rewşê bûbûn rojev. Îdiayên Turk ên bêbingeh, gelek caran di îdianameyên hevşaredaran de weke “îxbar” derbas bûn û weke hinceta tayînkirina qeyûman hatibûn nîşandan. 
 
BI ÎDIAYÊN BÊBINGEH LI EMNIYETÊ ‘GILÎ’ KIR 
 
Turk, piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an; Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag kiriye hedef. Demekî kin piştî 31’ê Adarê, li ser malpera wî gelek nivîs û “nûçeyên” bi sernavên “Şaredariya Wanê vediguherînin navenda terorê”, “Xizmên terorîstan digirin şaredariyê” û “Divê qeyûm li şaredariyan bên tayînkirin” hatin weşandin. Balkêş e ku dema ev “nûçe” û nivîs dihatin parvekirin jî kesên AKP’î, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Midûriyeta Emniyetê ya Bajar dihatin etîketkirin. 
 
KESÊN BI BIRYARA DADGEHÊ VEGERIYAN KAR HEDEF NÎŞAN DA 
 
Her wiha Turk sicîlên serokên daîreyan û midûran jî yek bi yek parve kir û bi “nûçe” û nivîsên bi sernavên weke “Ev kes kesê îxrackirî ye”, “Ev kes endamê terorê ye” û “Divê rewşa vî kesî bê lêkolînkirin” hedef girt. Kesên bi KHK’ê hatin îxrackirin û piştre bi biryara dadgehê vegeriyan karên xwe jî bi heman awayî li ser malpera Turk hedef tên girtin. 
 
PIŞTÎ PEREYÊ WÎ HATE BIRÎN DEST BI BANA ‘QEYÛM’ KIR 
 
Derket holê ku di serdema qeyûman de Turk ji qasaya şaredariyê pereyekê zêde qezenc kiriye û sedema bangawaziyên wî yên ji bo “tayînkirina qeyûman” jî birîna pereyê wî ye. Hat zanîn ku di serdema qeyûman de Turk ji gelek şaredariyan bi milyonan lîre qezenc kiriye. Li gorî agahiyên li ber dest, Turk, bi rêya qenala youtubeyê ya "Van Gölü TV" şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin kiriye abone û ji reklaman heta qadên din gelek kar bi dest xistiye. 
 
BI BAJARÊ MEZIN RE PEYMANA BI 2 MILYON Û 114 HEZAR TL ÎMZE KIRIYE 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Turk li ser şîrketa bi navê Uyanış Medyayê ji bo qenala xwe ya youtubeyê ya "Vangölü TV" peyman bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re îmze kir. Di vê çarçoveyê de Turk ji bo sala 20022’yan 354 hezar TL û KDV; ji bo 6 mehên ewil ên sala 2023’yan 354 hezar TL û KDV; ji bo 6 mehên dawî yên sala 2023’yan jî 354 hezar TL û KDV peyman mohr kiriye. 
 
Turk, di sala 2024’an de jî ji 1’ê çileyê heta 31’ê adarê ji bo 3 mehan Turk peymaneke abonetiyê ya bi bihayê 135 hezar TL’an îmze kir. Dahata Turk a şaredariyê tenê bi vê jî bisînor nema. Di navbera salên 2020-2021’ê de nêzî 300 hezar TL ji reklaman; di navbera sala 2020-2024’an de jî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi giştî milyonek û 796 hezar TL pereyê abonetiyê stand. 
 
Di heman demê de Turk ji bo sala 2022’yan bi Îdareiya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) 265 hezar TL’an peyman mohr kir. Li gel vê, di rojê cejn û pîrozbahiyan de jî bi dehhezaran lîre ji reklaman qezenc kir. Bi vê yekê re pereyê weke heqê abonetiyê ji Şaredariya Bajarê Mezin wergirtî 2 milyon û 114 hezar TL derbas kir. 
 
JI AJANSA RE 50 HEZAR JI TURK RE 708 HEZAR 
 
Pereyê ku şaredariyê ji bo tevahiya rojname û ajansan xerc kirî, nîviya pereyê ji Turk re hatiye razandin jî nekir. Rêveberiya qeyûm a Bajarê Mezin, di sala 2023’yan de ji bo 12 mehan ji Ajansa Anadoluyê, Ajansa Nûçeyan a Îhlasê û Ajansa Demîrorenê re di navbera 30 û 70 hezar TL pere da. 
 
Lê belê ji bo şîrketa Medyaya Uyaniş a Turk û abonetiya Vangolu TV ku 3 hezar şopînerên wê hene bi giştî 708 hezar TL hatin dayîn. 
 
3 ŞAREDARÎ JÎ JI TURK RE XEBITÎ NE
 
Turk tenê pereyê abonetiyan ji Bajarê Mezin wernegirtiye. Di heman demê ji Şaredariya Rêya Armûşê zêdetirî 300 hezar TL; ji ya Artemêtanê 150 hezar TL û ji ya Tûşbayê jî zêdetirî 150 hezar TL pere qezenc kiriye. 36 hezar TL’ên ji Rêya Armûşê hatine hilgirtin, ji peymana demekî kin beriya hilbijartinê ne. 
 
REKLAM JÎ JI TURK RE BÛN
 
Her wiha derket holê ku Turk ji xemilandina wesayîtan heta reklam, rojên taybet û îlanan, ji şaredariyên navçeyan jî bi sedhezaran TL pere qezenc kiriye. Belgeyên wê derketin holê. Ji bo Elîf Reklamcilik ku karûbarê reklam û çapê dike re abonetiya şaredariyan a ajansê çêkiriye, li ser Elîf Reklamcilik a malpera wê neçalak û melpera wê ya nûçeyan tune ye zêdetirî milyonek û 300 hezar TL pere qezenc kiriye. Derket holê ku Elîf Reklamcilikê bi vê rêyê ji şaredariyên navçeyan jî bi sedhezaran TL pere qezenc kiriye. Hat zanîn ku Turk bi rêya reklam û abonetiyan di nava 3 salan de ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye. 
 
DÊ ŞAREDARÎ GILIYÊ TURK BIKIN
 
Hat zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin û yên 3 navçeyan dê bi sedema “Qezencekî neheq bi dest xistiye” û “Hedefgirtina şexsan” giliyê Turk bikin. Di heman demê de tevahiya peymanên Turk îmze kirin jî dê weke belge û delîl pêşkeşî dadgehê bên kirin. 

Sernavên din

09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir | HATE NÛKIRIN
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin