NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Ji bo hezaza li kana madenê ya li navçeya Îlîçê ya Erzînganê ji her alî ve were lêkolînkirin û ji bo li dijî qezayên îxtîmalî tevdîr bên girtin, Komîsyona Lêkeolînkirinê ya Meclisê hate avakirin û endamên wê di Rojnameya Fermî de hatin ragihandin.
Komîsyon bi serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Antalyayê Atay Uslu hata avakirin, serokwekîl Parlamenterê AKP’ê yê Boluyê Yuksel Coşkunyurek, berdevk Parlamenterê MHP'ê yê Antalyayê Abdurrahman Başkan, katîp jî bû Parlamenterê CHP’ê yê Erzînganê Mûstafa Sarigul. Ji endamên komîsyonê 4 jê parlamenterên CHP’ê, 8 ên AKP’ê, yek ê Partiya Saadetê, yek yê DEM Partiyê, yek jê ji Partiya Îyî ye.