WAN - Remziye Bor di serdegirtina malê de ji hêla polîsan ve hatibû kuştin û Têkildarî kuştina Bor serî li AYM’ê hatibû dayîn. Parêzer Veysî Guneş got ku daxwaza wan ew e ku dosya nebe ji dosyayên kiryarnediyar.
Polîsan di 19’ê nîsana 2016’an de li Taxa Xaçortê ya Wanê bi ser mala Remziye Bor (27) de girt ku ducanî bû û zarokê wê 7 mehî nîv bû. Di serdegirtinê de Bor bi giranî birîndar bû û di 17’ê gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Bor de heta demekî dirêj tu lêpirsîn nehatin destpêkirin û derheqê hevjînê wê Îrfan Bor de jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. Ji ber sedema ku Bor jiyana xwe ji dest daye, di 29’ê kanûnê de doza wê hate betalkirin. Di darizandina piştre de li hevjînê wê Îrfan Bor 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.
Malbata bor di 6’ê sibata 2017’an de bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê hêzên ewlekariyê kir. Lê du salan têkildarî serlêdanê tu pêşketin çênebûn. Parêzeran di 2019’an de aqûbeta serlêdanê pirsîn. Derket holê ku bi îdiaya ewraqên serlêdanê winda bûne, nehatiye nirxandin. Hat îdiakirin ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, gelek ewraq winda bûne û dozgerê lêpirsînê jî ji “FETO”yê hatiye îxrackirin.
SERÎ LI AYM’Ê DAN
Parêzeran di 22’yê tebaxa 2019’an de îcar bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûne sedema mirina kesekî/ê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan. Dozgeriyê di kanûna 2020’an de ji bo lêpirsînê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Parêzeran biryar birin 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Wanê û red kirin. Dadgeriyê di 8’ê sibata 2021’ê de îtîraz red kir. Li ser vê yekê parêzeran bi sedema “Mafê jiyanê” û “Mafê darizandina adilane” hatiye redkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.
Parêzerê malbatê Veysî Guneş, têkildarî dosyaya Bor axivî.
‘ENCAMA POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE’
Guneş, diyar kir ku kuştina Bor encama polîtîkaya necezakirina hêzên ewlekariyê ye û wiha domand: “Tax bi temamî dorpêç kirin, tu tevdîr negirtin û di operasyonê de miwekîla me Remziye Bor ‘bi awayekî kiryarnediyar’ qetil kirin. Ji bo temamiya heqîqeta madî derkeve me dest bi pêvajoya hiqûqî kir. Hem parêzerên taybet, hem OHD hem jî Baroya Wanê piştevaniyeke xurt kir. Di kêliyên ewil de nehiştin em li cihê bûyerê kefş û lêkolînê bikin. Piştre di hemû pêvajoyên lêpirsînan de daxwaz û îtîrazên me red kirin.”
'DOZGERIYÊ XWEST DOSYAYÊ BIGIRE’
Bi domdarî Guneş destnîşan kir ku dozgeriyê hewl da Remziye Bor weke “endama rêxistinê” nîşan bide û bi ser komkujiyê de bigire. Guneş, wiha pê de çû: “Dema me dosya vekolandî, me dît ku gelek pirsgirêk hene. Tevî ku çekên endamên rêxistinên û hêzên ewlekariyê bi kar anîn tespîtkirî jî bûn, dozgeriyê beriya ku li ser ‘çek û fîşekan’ lêkolîna balîstîkî bike, yekser Bor weke ‘endama rêxistinê’ destnîşan kir. Bi vê yekê hewl da lêpirsînê bigire. Hemû serlêdanên me yên di nava 4 salan de bêencam man. Dozgeriyê bi îdiaya ku Bor ‘endama rêxistinê ye’ daxwazên me red kir. Me serî li Dadgeriya Cezayên Sulhê da lê biryara dozgeriyê erê kir û ji bo girtina dosyayê paşve şand.”
Guneş, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî van bêhiqûqtiyan jî em têkoşîna xwe didomînin. Dosya niha li AYM’ê tê lêkolînkirin û dibe ku biryar were dayîn. Mafê jiyanê hatiye binpêkirin û divê AYM biryareke rast bide. Dema em li 30 salên dawî dinêrin, hêzên ewlekariyê gelek caran mafê jiyanê binpê kirin û dibînin ku ev yek encama polîtîkaya necezakirinê ye. Divê dosyaya Remziye Bor nebe yek ji dosyayên kiryarên wê nediyar. Banga me ji bo hiqûqnas, siyasetmedar û demokrasîhezan ew e ku xwedî li dosyaya Remziye Bor derkevin. Divê hesaba Remziye Bor were pirsîn. Dê têkoşîna me ya hiqûqî heta dawiyê bidome. Di vê qonaxê de em li benda biryara AYM’ê ne.”