STENBOL - Endamê YDAD’ê Hidir Sabûr ê got ku “Desthilat dixwaze di kesayeta Abdûllah Ocalan de ji hemû girtiyên din re ceza bigire” li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan kir.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke girankirî de tê ragirtin re 37 meh in agahî nayên girtin. Çalakî û aktîvîteyên ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatin destpêkirin, dewam dikin.
Di çarçoveya kampanyayê de, girtiyên siyasî yên di 27’ê Mijdara 2023’yan de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin, di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû bûn û biryar dan ku heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê dadgehan boykot bikin, telefonan venekin û bi malbatan re hevdîtinê nekin. Li girtîgehên ku bi pêkanînên bi pîvanên zext û îşkenceyê re ji rojevê nakevin, piştî çalakiya girtiyan jî binpêkirinên mafan derket asta herî bilind. Endamên Malbatên Demokrasiya Nû (YDAD) Hidir Sabûr, têkildarî pêkanînên li girtîgehan û berxwedana girtîgehan nirxandin kirin.
‘NE SÛC E KU MIROV JI GIRTÎGEHAN RE PERE BIŞÎNE’
Sabûr, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bi bîr xist ku tenê di nava salekê de 67 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Sabûr, Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji bo ji keça xwe û hevala wê ya qawişê re pere şandine di 23’yê adarê de hate girtin û ji mala xwe li ser sedyeyê hate derxistin bi bîr xist û wiha got: “Qismekî girtiyên nexweş ên demekî dirêj in girtî ne tên berdan. Lê piştî berdanê 15 an jî 20 rojan jiyana xwe ji dest didin. Ji bilî van cînayetên li girtîgehan hene. Di saleke dawî de 67 kesan jiyana xwe ji dest da. Gelek binpêkirinên mafan çêdibin. Mînaka herî şênber jî Hatîce Yildiz a 75 salî ye. Dewlet jî dizane ku şandina pereyan a ji girtîgehan re ne sûc e lê bi van pêkanîna dixwaze çavên gel bitirsîne.”
GIRTÎGEHÊN TÎPÊN Y Û TÎPÊN S
Sabûr, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze girtiyên siyasî bi tenê bihêle, vîna wan teslîm bigire û anî ziman ku dixwaze vê yekê bi girtîgehên tîpên Y û S yên nû hatine vekirin bike. Sabûr, anî ziman ku ji bo ev girtîgeh bên girtin xebatên wan didomin û bi lêv kir ku çareserî kolan in. Sabûr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi girtîgehên tîpên Y û S tê xwestin ku girtî bi temamî ji civakê bên tecrîdkirin. Têkoşîna me ya li dijî vê didome. Beriya niha jî ji bo girtîgehên tîpên S û Y bên girtin gavên me yên cidî û şênber çêbûn. Ji bo vê me li hin cihên diyar afîşên ‘bila tîpên S û Y û Lijneyên Çavdêriyê bên girtin’ daliqandin û belavok belavkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên me didomin. Ji bo avakirina lingê kolanan a vê têkoşînê gavên me hene. Ji ber ku destpêka cihên ku pirsgirêk lê çareser bibin kolan in.”
‘TECRÎD SÛCEKÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’
Sabûr, îşaret kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi polîtîkaya tecrîdê ve girêdayî ne û wiha lê zêde kir: “Tecrîd sûcekî destûra bingehîn e û ji bo ku tecrîda heyî were rakirin em ê bi awayekî demokratîk li her qadê protestokirina vê bidomînin. Destûra bingehîn û qanûneke Tirkiyeyê heye. Ev qanûn tu girtiyan ji destûra bingehîn bêpar nahêle. Lê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji van mafan bêpar tê hiştin 3 sal in agahî nayê girtin. Ev sûcekî destûra bingehîn ê cidî ye. Desthilat dixwaze di şexsê Abdullah Ocalan de hemû girtiyan ceza bike. Desthilat ji girtiyên siyasî ditirse. Dema em vê bêhiqûqiyê di çalakiyên xwe yên mafê me yê destûra bingehîn e de tînin ziman, bi tonan polîs bi ser me de tên. Bi vî awayî dixwazin bitirsînin.”
‘ZIRARÊ DIDIN TIRKIYEYÊ’
Sabûr, destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîd û şer zirarê dide hemû gelên Rojhilata Navîn û anî ziman ku divê desthilat demildest dest ji vê berde. Sabûr, bi lêv kir ku tecrîd ji aliyê aboriyê ve rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê tu pirsgirêk ji tecrîdê û şer serbixwe nînin. Bi taybetî di demên dawî de em dibînin ku li başûrrojhilat razemeniyên cidî têxin meriyetê û tê xwestin ku atmosfereke şer were afirandin. Ev pêkanîn zirareke cidî didin Tirkiyeyê. Divê dest ji van bê berdan. Dema ku civak di nava aramî û aştiyê de bijî hatiye û derbas dibe.”
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Sabûr, bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî yên têkildar re di nav hevgirtinê de bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê malbatên girtiyan bi hev re di nav hevgirtinê de bin. Divê şoreşger û hemû saziyên sivîl ên din demildest deng bidin dengê girtiyan. Divê li dijî van hemû zext û binpêkirinan em hemû têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Em dikarin encax bi têkoşînê bi desthilata heyî paş ve gavê bidin avêtin.”