TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome

  • jin
  • 11:59 14 Nîsan 2024
  • |

MÊRDÎN - TJA’yê encama kampanyaya bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” parve kir û got ku dê têkoşîna wan di her şert û mercan de bidome. TJA’yê got: “Em careke din dibêjin ku hemû nirxên di pêvajoya kampanyaya me de derketin holê, dê hêz bidin têkoşîna me.” 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlona 2023’yan de li Rihayê kampanyaya “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabû destpêkirin û rapora encamê ya kampanyayê li eywaneke dawetan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li eywnaê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Pratiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn.  Beriya daxuyaniyê jinan govend gerandin. 
 
Piştre jî rapor ji hêla aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca ve hate xwendin. 
 
Rapor wiha ye:
 
“Têkoşîna jinên kurd a 40 salan di dîroka têkoşîna jinên cîhanê de di cihekî girîng de ye. Di têkoşîna jinên kurd de meşandina kampanyayan girîng e. Me di 15'ê îlonê de bi dirûşma 'Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve' kampayayek da destpêkirin. Em di 100 saliya Lozanê de ne ku Kurdistanê parçe kiriye. Li aliyê din tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin modeleke îşkenceya dijmirovahî û giran e, çaryeka sedsalê derbas kiriye. Lê di heman demê de em şahid in ku heman sedsal bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ya ku nasname, şeklê têkoşîn û rengê jina kurd diyar dike, derbas bû. Baweriya me ya ji bo misogerkirina azadî û rizgariya civakî di beşeke wiha ya sedsala 21'ê de bû sedema herî mezin a destpêkirina kampanya me.
 
Serhildan û şoreşa civakî ya ku li Rojhilat li ser esasê felsefeya Jin jiyan azadî dest pê kir û ji wir li tevahiya cîhanê belav bû, biryar û motîvasyona têkoşînê da jinên cîhanê. Ji ber vê yekê, bê şik dirûşmeya me ya kampanyayê ji karakterê jinê yê serdemê îlham girtiye, li ser esasê biryardariya dîrokî ya ku wê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê.
 
Di çarçoveya kampanyayê de di nava 6 mehan de bernameyên ku hatin lidarxistin; 
 
* Di cotmeha 2023'yan de li Kurdistan û Tirkiyeyê li 24 navendên  cuda bi sernavê 'Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê' hem xweser û hem jî bi giştî perwerde hatin dayîn. Di perwerdeyan de zayend, birdoziya rizgariya jinê hatin nîqaşkirin. Bandora Rejîma Tecrîdê ya li Îmraliyê hatin nîqaşkirin. 
 
* Di mijdara 2023'yan de mal bi mal, kolan bi kolan serdana gel û kargehan hatin kirin û bi sernavê 'Tecrîd û polîtîkayên şerê taybet' xebatên perwerdê hatin meşandin. 
 
* Di 22'yê mijdara 2023'an de li Êlihê bi di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê de bi ser navê 'Tecrîd û bişaftin' panelek hat lidarxistin.
 
* Xebatên 25'ê Mijdarê ya sala 2023'yan di çarçoveya kampanyayê de hat birêxistinkirin. Starta xebatan di 17'ê Mijdarê de li Qoser û Îzmîrê bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî ber bi  25'ê Mijdarê ve' hat dayîn. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş, panel, semîner, hevdîtina jinan û civîn hatin lidarxistin. 
 
* 18'ê Mijdara 2023'yan de bi pêşengiya TJA’yê Meşa Gemlîkê hat birêxistinkirin. Jinên ku tevlî meşê bûn peyama têkbirîna tecrîdê û mezinkirina têkoşîna azadiyê dan. 
 
* Aktîvîstên TJA'yê di 7, 8, 9'ê Mijdara 2023'yan de tevlî danişîna doza Kobanê bûn û banga piştevaniyê li jinên Tirkiyeyê hat kirin. 
 
* Di 30'ê Çîleya 2024'an de li dijî tecrîdê bi tevlîbûna dayikên ku tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bûne û endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Enqerê li baxçeya Meclîsê daxuyani hat dayîn. Derbarê mijarê de raporên ku hatin amadekirin pêşkeşî Wezareta Dadê hat kirin. 
 
* Di 13-14'ê Çilê de li Amedê bi sernavê 'Zîncîra bêdengiyê: Hilweşandina dîwarên li dora girtiyên siyasî yên jin' bi tevlîbûna jinên fîlîpînî, fîlîstînî, kolombiyayî, îspanî, Katalonî, îranî û başûrî konferansek hat lidarxistin. Konferansa ku du rojan dom kir de atolye hatin organîzekirin û li ser pêşvebirina stratejiya hevpar nîqaş hatin kirin. 
 
* Di 14'ê Çîleyê de tevlî 'Tecrûbeyên têkoşîna femînist ên enternasyonal' a Piştevaniya Mor bûn û bi sernavê ‘Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ya îro û ha duh' tecrûbeyên xwe parvekirin. 
 
* Di 27'ê Çileyê de li Îzmîr û Mêrsînê bi sernavê 'Pergala hiqûqa demokratîk û Rêjîma Tecrîdê ya li Îmraliyê' panelên azadiyê hatin lidaxistin. 
 
* Di 1-15'ê Sibatê de di çarçoveya kamyanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' Meşa Mezin a Azadiyê hat lidarxistin. TJA jî pêşengtiya meşê kir. Meşa ku ji Wan û Qersê dest pê kir bi berxwedaneke mezin berdewam kir. 
 
* Di 15'ê Sibatê de di 25'emîn salvegera komployê de di çarçoveya 'Jin jiyan azadî' de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd domandina berxwedanê carek din anîn ziman. Di vê çarçoveyê de panel, hevdîtina jinan û xebatên atolyeyan dan meşandin. Her wiha nameyên ku ji hêla jin, dayik û zarokan ve hatî nivîsandin me ber bi Îmraliyê ve bi rê kir. 
 
* Di 17'ê Sibatê de ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê 'Belgenameya helwestê ya TJA'yê' ji raya giştî re hat parvekirin. 
 
* Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo ku hemû zimanên axaftinê bi taybetî jî zimanê kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin, meş, şahî, konserên muzîkê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê Sibata 2024’an de panela bi navê ‘Jin û Ziman’ hat lidarxistin.
 
* Di 25’ê Sibata 2024’an de li Amedê panela bi navê “Di Pêvajoya Aştiyê de Rastiya Jinan û Pirsgirêka Tecrîdê” hate lidarxistin. Di panelê de jinên ji Tirkiyeyê hatin gel hev û rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û bandora tecrîdê ya li ser jinan hatin nirxandin.
 
* Di pêvajoya kampanyayê de ji bo balê bikişînin ser krîzên civakî yên ku em weke jin û hemû civak di nav de hatine fetisandin, bi taybet tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser medyaya dîjîtal a navneteweyî xebatên hashtag hatin kirin. 
 
* Di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên '8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê' ya sala 2024'an hat organîzekirin. Di 24’ê Sibatê de li Êlih û Îzmîrê bi hemwext strarta 8’ê Adarê hate lidarxistin û di nava hefteyê de li bi dehan bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî faşîzm û desthilatdariya mêr mîtîng, meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. "Ji bo 8'ê Adarê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" panel, civînên jinan, konserên muzîk û dengbêjiyê hatin lidarxistin." Civînên jinan li kolan, mal û kargehan hatin lidarxistin. Bi vê armancê hate xwestin ku têkoşîna li dijî qirkirina jinê li cîhanê berfireh bikin û me diryar kir ku hemû jinên hatine qetilkirin sedema me ya berxwedanê ne. Armanc ew bû ku bi platformên jinan, tevnên hevgirtina jinan û tevnên li dijî şîdetê bi jinên Tirk re têkoşînê berfireh bikin. Di hefteya 8'ê Adarê de broşur hatin amadekirin, di çarçoveya dilsoziya bi girtiyên siyasî yên li girtîgehan re ji girtîgehan re kart hatin şandin û çalakiyên xizmên girtiyan ên li Nobeda Edaletê hatin ziyaretkirin.
 
* Weke jinên TJA'yî bi baweriya ku xebatên 8'ê Adarê derxistiye holê; Newroza 2024’an a ku bi daxwazên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê pêk hat, bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Newrozê ve” hat pêşwazîkirin. Jinan di sala 2024’an de careke din ne tenê di atmosfereke cejnê de, bi ruhê azadiyê yê ku berxwedanê derxistiye holê Newroz pêşwazî kirin. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mohra xwe li Newroza ku di 10'ê Adarê de li Amedê û di 11'ê Adarê de li Stenbolê starta wê hat dayîn, xist. Di vê çarçoveyê de li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin, gel li dora agirê Newrozê hatin komkirin, çalakiyên bi meşaleyan, civînên gel, civînên jinan, mîhrîcan, merasîm, meş, civînên tax û malan, komxebat û xebatên belavkirina broşuran hatin lidarxistin. Bi îradeya ku me ji van xebatan girt, me weke jin tevlîbûna herî bilind û xurt a Newrozê pêk anî. Mîtîngên Newrozê yên ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî li Amed û Stenbolê hatin lidarxistin, bûn sembola serkeftina gelê Kurd a di Newrozê de bi taybetî jî ya Kurdan a li dijî faşîzmê.
 
* Di çarçoveya xebatên Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê de li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê  atolyeyên jinan, konferans, atolyeyên taxan, serdanên malan, civînên jinan, civînên gel û broşur hatin belavkirin. Ji aliyê Tevgera Siyasî ya Kurd ve bi pêşengiya jinan vekirina buroyên jinan ên hilbijartinê, meş, mîhrîcan û mîtîng hatin lidarxistin û careke din hate diyarkirin ku xebatên hilbijartinê jî yek ji amûrên girîng ên civakîkirina têkoşînê ne. Bi baweriya hevserokatiyê, pergala jinê û modela demokrasiyê ya bi hêz li hemû Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê, bi taybet li bajarên Wan, Êlih û Amedê ku îradeya xwe di 31’ê Adarê de di sindoqan de nîşan dab; Bersiva herî mezin li dijî faşîzm, zayendperestî, olperestî, dijminatiya jin û Kurdan hat dayîn. Weke jin û gelê Kurd, li dijî polîtîkayên şerê taybet, rejîma qeyûman, talan, desteserkirin û darbeyên edlî serketina daxwaza 'Em ê bi felsefeya Jin jiyan Azadî xwe û bajarê xwe bi rêve bibin' hat îlankirin.
 
* Di çarçoveya kampanyaya me ya ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Newroz û Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên herêmî, 75'emîn rojbûna Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4'ê Nîsanê di nav xwe de hewand bi  coşeke mezin hemû çalakî hatin kirin.  
 
Armanc ku em têkoşîna xwe geş bikin
 
Têkoşîna jinan di her şert û mercî de wê bidome. Her tecrûbeya me ya têkoşînê ya di vê rêya demdirêj û bi heyecan de xelekên zincîrê ne ku yek li pey hev tê ne.  Her tecrubeya têkoşînê, parçeyek ji tevahiya têkoşîna me ne. Bi vê baweriyê em careke din diyar dikin ku armanca me ya bingehîn ew e ku bi hemû kampanyayên ku me weke Tevgera Jinên Kurd dane meşandin, bi taybetî jî bi kampanyaya bi navê 'Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve' em ê lez bidin têkoşîna azadiya jinê. Encamên rêxistinbûyîn, hevgirtin û têkoşîna hevpar a bi kampanya me re wê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe yê bi bandor û diyarker bigirin. Weke TJA'yê ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê xebatên xwe di gelek qadên cuda de, bi taybetî jî di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de dimeşîne, em diyar dikin ku em kampanyayên xwe weke bernameyên têkoşînê yên ku dest pê dikin dixwînin. Di vê çarçoveyê de em careke din destnîşan dikin ku hemû nirxên ku di çarçoveya kampanya me de derketine holê wê hêzê bidin têkoşîna me û xurt bikin.”
 
Piştî daxuyaniya ku gelek caran bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û tilîliyan hate qutkirin, jinan sînevîzyona têkildarî çalakiyên kampanyayê temaşe kirin.
 

Sernavên din

27/04/2024
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin