TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome

  • jin
  • 11:59 14 Nîsan 2024
  • |

MÊRDÎN - TJA’yê encama kampanyaya bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” parve kir û got ku dê têkoşîna wan di her şert û mercan de bidome. TJA’yê got: “Em careke din dibêjin ku hemû nirxên di pêvajoya kampanyaya me de derketin holê, dê hêz bidin têkoşîna me.” 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlona 2023’yan de li Rihayê kampanyaya “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabû destpêkirin û rapora encamê ya kampanyayê li eywaneke dawetan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li eywnaê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Pratiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn.  Beriya daxuyaniyê jinan govend gerandin. 
 
Piştre jî rapor ji hêla aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca ve hate xwendin. 
 
Rapor wiha ye:
 
“Têkoşîna jinên kurd a 40 salan di dîroka têkoşîna jinên cîhanê de di cihekî girîng de ye. Di têkoşîna jinên kurd de meşandina kampanyayan girîng e. Me di 15'ê îlonê de bi dirûşma 'Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve' kampayayek da destpêkirin. Em di 100 saliya Lozanê de ne ku Kurdistanê parçe kiriye. Li aliyê din tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin modeleke îşkenceya dijmirovahî û giran e, çaryeka sedsalê derbas kiriye. Lê di heman demê de em şahid in ku heman sedsal bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ya ku nasname, şeklê têkoşîn û rengê jina kurd diyar dike, derbas bû. Baweriya me ya ji bo misogerkirina azadî û rizgariya civakî di beşeke wiha ya sedsala 21'ê de bû sedema herî mezin a destpêkirina kampanya me.
 
Serhildan û şoreşa civakî ya ku li Rojhilat li ser esasê felsefeya Jin jiyan azadî dest pê kir û ji wir li tevahiya cîhanê belav bû, biryar û motîvasyona têkoşînê da jinên cîhanê. Ji ber vê yekê, bê şik dirûşmeya me ya kampanyayê ji karakterê jinê yê serdemê îlham girtiye, li ser esasê biryardariya dîrokî ya ku wê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê.
 
Di çarçoveya kampanyayê de di nava 6 mehan de bernameyên ku hatin lidarxistin; 
 
* Di cotmeha 2023'yan de li Kurdistan û Tirkiyeyê li 24 navendên  cuda bi sernavê 'Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê' hem xweser û hem jî bi giştî perwerde hatin dayîn. Di perwerdeyan de zayend, birdoziya rizgariya jinê hatin nîqaşkirin. Bandora Rejîma Tecrîdê ya li Îmraliyê hatin nîqaşkirin. 
 
* Di mijdara 2023'yan de mal bi mal, kolan bi kolan serdana gel û kargehan hatin kirin û bi sernavê 'Tecrîd û polîtîkayên şerê taybet' xebatên perwerdê hatin meşandin. 
 
* Di 22'yê mijdara 2023'an de li Êlihê bi di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê de bi ser navê 'Tecrîd û bişaftin' panelek hat lidarxistin.
 
* Xebatên 25'ê Mijdarê ya sala 2023'yan di çarçoveya kampanyayê de hat birêxistinkirin. Starta xebatan di 17'ê Mijdarê de li Qoser û Îzmîrê bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî ber bi  25'ê Mijdarê ve' hat dayîn. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş, panel, semîner, hevdîtina jinan û civîn hatin lidarxistin. 
 
* 18'ê Mijdara 2023'yan de bi pêşengiya TJA’yê Meşa Gemlîkê hat birêxistinkirin. Jinên ku tevlî meşê bûn peyama têkbirîna tecrîdê û mezinkirina têkoşîna azadiyê dan. 
 
* Aktîvîstên TJA'yê di 7, 8, 9'ê Mijdara 2023'yan de tevlî danişîna doza Kobanê bûn û banga piştevaniyê li jinên Tirkiyeyê hat kirin. 
 
* Di 30'ê Çîleya 2024'an de li dijî tecrîdê bi tevlîbûna dayikên ku tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bûne û endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Enqerê li baxçeya Meclîsê daxuyani hat dayîn. Derbarê mijarê de raporên ku hatin amadekirin pêşkeşî Wezareta Dadê hat kirin. 
 
* Di 13-14'ê Çilê de li Amedê bi sernavê 'Zîncîra bêdengiyê: Hilweşandina dîwarên li dora girtiyên siyasî yên jin' bi tevlîbûna jinên fîlîpînî, fîlîstînî, kolombiyayî, îspanî, Katalonî, îranî û başûrî konferansek hat lidarxistin. Konferansa ku du rojan dom kir de atolye hatin organîzekirin û li ser pêşvebirina stratejiya hevpar nîqaş hatin kirin. 
 
* Di 14'ê Çîleyê de tevlî 'Tecrûbeyên têkoşîna femînist ên enternasyonal' a Piştevaniya Mor bûn û bi sernavê ‘Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ya îro û ha duh' tecrûbeyên xwe parvekirin. 
 
* Di 27'ê Çileyê de li Îzmîr û Mêrsînê bi sernavê 'Pergala hiqûqa demokratîk û Rêjîma Tecrîdê ya li Îmraliyê' panelên azadiyê hatin lidaxistin. 
 
* Di 1-15'ê Sibatê de di çarçoveya kamyanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' Meşa Mezin a Azadiyê hat lidarxistin. TJA jî pêşengtiya meşê kir. Meşa ku ji Wan û Qersê dest pê kir bi berxwedaneke mezin berdewam kir. 
 
* Di 15'ê Sibatê de di 25'emîn salvegera komployê de di çarçoveya 'Jin jiyan azadî' de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd domandina berxwedanê carek din anîn ziman. Di vê çarçoveyê de panel, hevdîtina jinan û xebatên atolyeyan dan meşandin. Her wiha nameyên ku ji hêla jin, dayik û zarokan ve hatî nivîsandin me ber bi Îmraliyê ve bi rê kir. 
 
* Di 17'ê Sibatê de ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê 'Belgenameya helwestê ya TJA'yê' ji raya giştî re hat parvekirin. 
 
* Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo ku hemû zimanên axaftinê bi taybetî jî zimanê kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin, meş, şahî, konserên muzîkê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê Sibata 2024’an de panela bi navê ‘Jin û Ziman’ hat lidarxistin.
 
* Di 25’ê Sibata 2024’an de li Amedê panela bi navê “Di Pêvajoya Aştiyê de Rastiya Jinan û Pirsgirêka Tecrîdê” hate lidarxistin. Di panelê de jinên ji Tirkiyeyê hatin gel hev û rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û bandora tecrîdê ya li ser jinan hatin nirxandin.
 
* Di pêvajoya kampanyayê de ji bo balê bikişînin ser krîzên civakî yên ku em weke jin û hemû civak di nav de hatine fetisandin, bi taybet tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser medyaya dîjîtal a navneteweyî xebatên hashtag hatin kirin. 
 
* Di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên '8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê' ya sala 2024'an hat organîzekirin. Di 24’ê Sibatê de li Êlih û Îzmîrê bi hemwext strarta 8’ê Adarê hate lidarxistin û di nava hefteyê de li bi dehan bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî faşîzm û desthilatdariya mêr mîtîng, meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. "Ji bo 8'ê Adarê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" panel, civînên jinan, konserên muzîk û dengbêjiyê hatin lidarxistin." Civînên jinan li kolan, mal û kargehan hatin lidarxistin. Bi vê armancê hate xwestin ku têkoşîna li dijî qirkirina jinê li cîhanê berfireh bikin û me diryar kir ku hemû jinên hatine qetilkirin sedema me ya berxwedanê ne. Armanc ew bû ku bi platformên jinan, tevnên hevgirtina jinan û tevnên li dijî şîdetê bi jinên Tirk re têkoşînê berfireh bikin. Di hefteya 8'ê Adarê de broşur hatin amadekirin, di çarçoveya dilsoziya bi girtiyên siyasî yên li girtîgehan re ji girtîgehan re kart hatin şandin û çalakiyên xizmên girtiyan ên li Nobeda Edaletê hatin ziyaretkirin.
 
* Weke jinên TJA'yî bi baweriya ku xebatên 8'ê Adarê derxistiye holê; Newroza 2024’an a ku bi daxwazên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê pêk hat, bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Newrozê ve” hat pêşwazîkirin. Jinan di sala 2024’an de careke din ne tenê di atmosfereke cejnê de, bi ruhê azadiyê yê ku berxwedanê derxistiye holê Newroz pêşwazî kirin. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mohra xwe li Newroza ku di 10'ê Adarê de li Amedê û di 11'ê Adarê de li Stenbolê starta wê hat dayîn, xist. Di vê çarçoveyê de li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin, gel li dora agirê Newrozê hatin komkirin, çalakiyên bi meşaleyan, civînên gel, civînên jinan, mîhrîcan, merasîm, meş, civînên tax û malan, komxebat û xebatên belavkirina broşuran hatin lidarxistin. Bi îradeya ku me ji van xebatan girt, me weke jin tevlîbûna herî bilind û xurt a Newrozê pêk anî. Mîtîngên Newrozê yên ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî li Amed û Stenbolê hatin lidarxistin, bûn sembola serkeftina gelê Kurd a di Newrozê de bi taybetî jî ya Kurdan a li dijî faşîzmê.
 
* Di çarçoveya xebatên Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê de li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê  atolyeyên jinan, konferans, atolyeyên taxan, serdanên malan, civînên jinan, civînên gel û broşur hatin belavkirin. Ji aliyê Tevgera Siyasî ya Kurd ve bi pêşengiya jinan vekirina buroyên jinan ên hilbijartinê, meş, mîhrîcan û mîtîng hatin lidarxistin û careke din hate diyarkirin ku xebatên hilbijartinê jî yek ji amûrên girîng ên civakîkirina têkoşînê ne. Bi baweriya hevserokatiyê, pergala jinê û modela demokrasiyê ya bi hêz li hemû Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê, bi taybet li bajarên Wan, Êlih û Amedê ku îradeya xwe di 31’ê Adarê de di sindoqan de nîşan dab; Bersiva herî mezin li dijî faşîzm, zayendperestî, olperestî, dijminatiya jin û Kurdan hat dayîn. Weke jin û gelê Kurd, li dijî polîtîkayên şerê taybet, rejîma qeyûman, talan, desteserkirin û darbeyên edlî serketina daxwaza 'Em ê bi felsefeya Jin jiyan Azadî xwe û bajarê xwe bi rêve bibin' hat îlankirin.
 
* Di çarçoveya kampanyaya me ya ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Newroz û Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên herêmî, 75'emîn rojbûna Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4'ê Nîsanê di nav xwe de hewand bi  coşeke mezin hemû çalakî hatin kirin.  
 
Armanc ku em têkoşîna xwe geş bikin
 
Têkoşîna jinan di her şert û mercî de wê bidome. Her tecrûbeya me ya têkoşînê ya di vê rêya demdirêj û bi heyecan de xelekên zincîrê ne ku yek li pey hev tê ne.  Her tecrubeya têkoşînê, parçeyek ji tevahiya têkoşîna me ne. Bi vê baweriyê em careke din diyar dikin ku armanca me ya bingehîn ew e ku bi hemû kampanyayên ku me weke Tevgera Jinên Kurd dane meşandin, bi taybetî jî bi kampanyaya bi navê 'Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve' em ê lez bidin têkoşîna azadiya jinê. Encamên rêxistinbûyîn, hevgirtin û têkoşîna hevpar a bi kampanya me re wê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe yê bi bandor û diyarker bigirin. Weke TJA'yê ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê xebatên xwe di gelek qadên cuda de, bi taybetî jî di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de dimeşîne, em diyar dikin ku em kampanyayên xwe weke bernameyên têkoşînê yên ku dest pê dikin dixwînin. Di vê çarçoveyê de em careke din destnîşan dikin ku hemû nirxên ku di çarçoveya kampanya me de derketine holê wê hêzê bidin têkoşîna me û xurt bikin.”
 
Piştî daxuyaniya ku gelek caran bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û tilîliyan hate qutkirin, jinan sînevîzyona têkildarî çalakiyên kampanyayê temaşe kirin.
 

Sernavên din

18/04/2024
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN