MÊRDÎN - Namzetê Şaredariya Midyatê yê AKP’î Veysî Şahîn peywirdarê sindoqê yê Demokrat Partiyê derb kir.
Li Mêrdînê, Namzetê Şaredariya Midyadê yê AKP’î Veysî Şahîn bi komekê pê re, êrişî peywirdarê sindoqê kirin. Şahîn di Dibistana Seretayî ya Ataturkê de peywirdarê sindoqê yê Demokrat Partiyê Î.A. birîndar kir. Li gel êrişa Şahîn kesên pê re jî tev li êrişê bûn.
Peywirdarê sindoqê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û têkildarî bûyerê girtek hate girtin.