STENBOL - Parastvanên mafan diyar kirin ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê binpêkirina mafê mirovan e, şandina pereyan a ji bo girtiyan maf e û dê piştevaniya xwe bidomînin.
Derheqê Hatîce Esenyurt a 75 salî ku li Esenyurt a Stenbolê dijiya, bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” doz hate vekirin. Piştî darizandina 3 salan, bi heman îdiayê 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Yildiz ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn, li ser sedyeyê ji malê hate derxistin û xistin girtîgehê. Bertekên li dijî girtina Yildiz didomin. Parêzerê Yildiz di 25’ê adarê de bi miwekîla xwe re hevdîtin kir û got ku miwekîla wî li girtîgehê aloz bûye û rewşa wê baş nîne. Parêzer xwest ku cezayê miwekîla wî were taloqkirin û bi kontrola edlî were berdan.
Parastvanên mafan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û banga piştevaniyê li her kesî kirin.
‘BILA LÊÇÛNÊN LI GIRTÎGEHÊ DEWLET PÊŞWAZÎ BIKE’
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulendam Ozdemîr got ku sûc nîne ku Yildiz ji keça xwe ya girtî re pereyan bişîne. Ozdemîr, wiha domand: “Bi vê yekê dixwazin girtiyan terkî mirinê bikin. Mirovek çawa ji ber ku ji zarokên xwe re, ji xizmên xwe re pere şandiye tê girtin û jineke nexweş çawa li ser sedyeyê dibin girtîgehê. Ev yek dîktatorî ye. Li girtîgehê her tişt bi pereyan e. Heke kesek pereyan neşîne, dê ev mirov çi bixwin û çi vexwin? Madem ev sûc in, wê demê bila her tiştên li girtîgehê bikin bêpere û lêçûnên girtiyan pêşwazî bikin. Pereşandina ji bo zarokê xwe mafekî herî xwezayî û însanî ye. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
'POLÎTÎKAYA BÊZARKIRINÊ YA REJÎMA YEKZILAMÎ YE’
Serokê Sendîkaya Kedkarên Yekbûyî ya Kocaeliyê Îhsan Denîz diyar kir ku li Tirkiyeyê rejîma yekzilamî heye û polîtîkaya tunekirina her kesên ne ji wan tê meşandin. Denîz, destnîşan kir ku bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî zextekî giran heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîma yekzilamî ji bo hukmê xwe bidomîne, zextekî psîkolojîk li girtiyên nexweş dike. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bi kar tîne. Îktîdar bi rêya hêzên ewlekariyê, cendirme û polîsan hewl dide kesên demokrat û sosyalîst bêzar bike. Ma çi tişt ji pereşandina ji bo zaroka xwe xwezayîtir heye? Heke ev jî hatibe astengkirin, ev tê wê wateyê ku faşîzm ketiye parlamentoyê. Rêya têkbirina vê rewşê jî têkoşîn e. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Heke îro dayikek ji ber ku pere ji zaroka xwe re şandiye hatibe girtin, sibe jî dê ji ber ku kesên çepgir silav dane hev bên girtin. Lewma divê em têkoşîna xwe bidomînin.”
'EM Ê DEV JI ŞANDINA PEREYAN BERNEDIN’
Ji parastvanên mafan Kenan Yildizerler jî got ku girtina Yildiz derhiqûqtî ye. Yildizerler, got ku sepana heyî di qanûnan de tune ye û wiha domand: “Îktîdar bi girtina kesên ji girtîgehan re pere şandin re dibêje; ‘Em bi eşkereyî faşîzmê diparêzin û dê biparêzin.’ Erdogan jî di girtîgehê de mabû, gelo ma malbata wî qet ji wî re pere nedişand? An jî ji DAIŞ’iyên ew xweyî dikin re jî pere tên şandin. Çima ji bo girtiyên siyasî qedexe ye lê ji bo DAIŞ’ê mafekî qanûnî dibe? Girtiyên siyasî û nexweş rûmeta me ne û em bi wan re ne. Em dev ji şandina pereyan bernedin.”
'DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN’
Mirovê Şemiyê Alî Ocak ku birayê wî Hasan Ocak di 21’ê adara 1995’an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî li goristana bêkesan hatibû dîtin jî berteka xwe wiha nîşan da: “Ji berê ve dewlet kesên ne li ser fikra xwe ceza dike. Civak bi çanda piştevanî û parvekirinê hewl dide pêdiviyên girtiyên siyasî pêşwazî bike. Dewlet dixwaze rê li ber vê bigire. Ev, êrişeke li dijî piştevanî û piştgiriya civakê ye. Li dijî vê rêbaza cezakirinê, divê em jî piştevaniyê mezintir bikin. Ev zîhniyet hewl dide rastiyê berevajî bike. Heke piştevanî sûc be, em ê heta dawiyê vî sûcî bikin.”
Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Dogan Ozkan jî got ku armanca ji girtina Yildiz ew e ku piştevaniya di navbera girtiyan de were belavkirin û wiha pê de çû: “Dixwazin girtiyên nexweş bi tenê bihêlin. Ji ber ku di mijara girtiyên nexweş de hestiyariyek heye. Dewlet dibêje qey girtiyên nexweş çiqas bi tenê bimînin, tunekirina wan ewqas hêsantir dibe. Bi eşkereyî dewlet vê peyamê dide; ‘Heke hûn alîkariyê bidin girtiyan ez ê wer bigirim û ceza bikim.’ Bersiva herî baş a li dijî vê jî ew e ku em bêhtir xwe birêxistin bikin.”
'DIXWAZIN TECRÎDÊ KÛRTIR BIKIN’
Mirova Şemiyê Îkbal Eren ku birayê wê Hayrettîn Eren di bin çavan de hatibû windakirin jî berteka xwe wiha nîşan da: “Dewlet ji xwe kesên di girtîgehê de ‘ceza’ kiriye. Lê yên li derve jî ceza dike ku bikare tecrîda li hundir girantir bike. Polîtîkaya tecrîdê di heman demê de li derve jî didomîne. Li vî welatî her tiştekî însanî weke sûc tê hesibandin. Dewlet dixwaze bi van zextan welatiyan teslîm bigire. Dixwazin çanda bîatê ferz bikin û belav bikin.”
MA / Esra Solîn Dal