ENQERE - Zanyarê Siyasetê Dr. Mustafa Pekoz diyar kir ku heke rêveberiya Herêma Kurdistanê operasyona bejahî ya Tirkiyeyê erê bike wê bibe sedema krîzên nû û wiha got: “Dibe ku bibe sedem ku Herêma Kurdistanê destkeftiyên xwe winda bike.”
Serdanên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistana Federe bênavber didomin. Piştî ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kir, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22 û 28’ê çileyê de serdana Bexdayê kir. Dû re di 4’ê sibatê de şandeya ku Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak di nav de di asta bilind de serdana Iraqê kir. Dîsa bi malbata Barzanî ya di rêveberiya PDK’ê de jî hin serdan hatin kirin.
Daxuyaniyên piştî hevdîtinan hatin kirin, dide nîşandan ku êrişeke nû dê were destpêkirin. Gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên 4’ê adarê yên “Em li ber temamkirina xeleka ku sînorên me yên bi Iraqê re ewle bike ne. Hêvîdarim di vê havînê de em ê pirsgirêka sînorên xwe yên bi Iraqê re bi awayekî mayînde çareser bikin” vê yekê pişt rast dike.
Zanyarê Siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz, têkildarî geşedanên dawî ji ajansa me re axivî.
Pekoz, bal kişand ser serdanên dewleta tirk ên dawî û wiha got: “Beriya her tiştî dixwazim balê bikişînim ser xalekê; Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin dikarin weke mirovên ku polîtîkayên stratejîk ên hikûmetê diyar dikin, li ser navê dewletê bi otorîteyeke tam tevdigerin û dikarin bandorê li serokkomar bikin, bên pênasekirin. Biryarên van her sê kesan ên di serdana Bexdayê de têkildarî polîtîkayên diyarkirina pêvajoya pêşiya me ya Enqereyê fikrekê dide me. Balkêşe ku bi temamî serdaneke navenda wê leşkerî û ewlehî ye.
DIXWAZE BAREGEHÊN MAYÎNDE YÊN LEŞKERÎ AVA BIKE
Hate diyarkirin ku dê Serokkomar Erdogan di nava meha nîsanê de serdana Bexdayê bike. Bi awayekî xwezayî serdana van sê kesan ji bo civîneke gengaz hate kirin. Tevî ku di civînê de mijarên weke aborî, bazirganî û enerjiyê hebûn jî, gelekî zelal e ku mijar wê operasyoneke li dijî PKK’ê be. Yanî wê li kûrahiya sînorê bi Iraqê re bi 30 kîlometreyan bi awayekî mayînde bicihbûna yekîneyên leşkerî bê kirin. Qadên ku beriya niha Serokkomar jê re digotin ‘teroristan’ herêmên ku kurd lê dijîn e. Gelek caran dubare kir ku dixwaze ji sînorê Hatayê heta temame sînorê Iraqê digire nava xwe û heta sînorê Îranê 30 kîlometreyan kûrahiyê baregehên leşkerî yên mayînde ava bike.”
Pekoz, anî ziman ku dewlet dixwaze bi operasyonên bejahiyê ku heta niha gelek caran hatin ceribandin û encameke cidî bi dest nexist, konsepta şer bidomîne û wiha axivî: “Şûna ku pirsgirêka kurd bi siyaseta demokratîk û di Meclisê de çareser bike her care bi operasyonên bejahiyê ku jê re dibêje ‘cara dawî’ jinûve encamekê bi dest bixin. Di tu operasyonên bejahiyê de ne PKK weke leşkerî hate tasfiyekirin, ne jî pirsgirêka kurd hate çareserkirin. Pirsgirêk hêj li cihê xwe disekine, heta her ku operasyon zêde dibin pirsgirêka kurd di asta herêmî û navnetewî de zêdetir dibe. Bi operasyonên bêjahiyê yên 40 salan hate dîtin ku nikarin serbikevin û ev yek nabe çareserî.”
‘ZEHMETE KU DESTÛRA OPERASYONEKE BERFIREH WERE DAYÎN’
Pekoz, da zanîn ku di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtinan hate kirin de hevokek jî nîne ku destûra operasyonê ji Enqereyê re hatiye dayîn û wiha berdewam kir: “Dayîna destûreke wiha dê bi mafên serweriya neteweyî ya Iraqê re bikeve nava nakokiyê. Tê zanîn ku operasyonên Tirkiyeyê yên li nava sînorên Herêma Kurdistanê ya Iraqê, yanî li nava sînorên Iraqê bi îdîaya ‘ewlekirina ewlekariya xwe’ bêyî destûra ji Bexdayê hatine kirin. Lê belê bi taybetî di van 15 salên dawî de hikûmeta navendî ya Bexdayê hêdî hêdî dînamîkên xwe yên navxweyî sererast kir, hêza xwe ya leşkerî pêş xist û di têkiliyên herêmî de aktîf bû û siyaseta wê ya li hemberî Tirkiyeyê hîn bêhtir eşkere bû. Bexda berovajî wê ji bo Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji sînorên Iraqê vekişîne wê zexteke herêmî û navneteweyî zêde bike. Ji bo vê jî ne rast e ku mirov PKK’ê weke rêxistineke 'qedexekirî' bibîne û feraseteke ku Tirkiye ji bo operasyoneke bejahî rayeyê bidest xistiye biafirîne. Berovajiyê vê em dikarin bêjin ku wê zext zêde bibe da ku Tirkiye baregehên xwe yên leşkerî di nava sînorên Iraqê de bigire û bi awayekî fizîkî leşkerên xwe vekişîne.
Wekî din, operasyoneke bejahî ya ji bo mayîna hêzeke mayînde li kûrahiya 30-40 kîlometreyî û xurtkirina wê, ne tenê bi Bexdayê re, bi aktorên herêmê re jî wê rê li ber krîzeke leşkerî û siyasî veke. Enqere nikare vê rake. Ji ber vê yekê ji bo operasyoneke bêjahiyê ya gengaz hewl dide destûrê ji Bexdayê bigire. Lê zehmete ku destûra operasyoneke bêjahiyê ya berfireh were dayîn. Weke îhtimal, dibe ku operasyoneke sînor, armanc û dema wê hatiye diyarkirin were erêkirin.”
Pekoz, rêveberiya navendî ya li Bexdayê hevsengiya şîa-ereb a di navbera Îran, Misir û Erebîstana Siûdî de pêk tîne û wiha lê zêde kir: “Her wiha bi Misir, Erebîstana Siûdî û welatên din ên Kendavê re jî girêdaneke xurt heye. Ji ber vê yekê, hem Îran, hem Misir hem jî Erebîstana Siûdî girîngiyeke mezin didin aramiya leşkerî û siyasî ya Iraqê. Giraniya siyasî ya dîrokî ya Misrê ya li herêmê, dibe ku bibe sedem ku li dijî operasyoneke gengaz a bejahiyê ya Enqereyê helwestê nîşan bide. Ji ber vê yekê divê Enqere ne tenê Bexdayê di vê di heman demê de Tehranê, Kahîreyê û Riyadê jî qaneh bike. Ev jî ji aliyê polîtîk û dîplomatîk de gelekî zor e.”
AMERÎKA QEBÛL NAKE
Pekoz, anî ziman ku operasyona bejahiyê ku dewleta tirk hedef dike hem di nav sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî di nav sînorên Herêma Kurdistana Federe de pêk bîne dê rê li ber bêîstîkrarbûnekê veke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Amerîka qebûl nake ku li her du herêman bêîstîkrarbûneke nû derkeve holê. Ji ber ku îstîkrara polîtîk û civakî ya erdnîgariya kurdan ji aliyê stratejiya herêmî ya Amerîkayê diyar kiriye gelekî girîng e. Dibe ku ev her du navend bibin navendên herî girîng ku di salên pêşiya me de Amerîka hêza xwe ya leşkerî lê bicih bike be. Tevî Amerîkayê destpêkirina operasyoneke bejahiyê ya Tirkiyeyê zehmet e, lê heke bike divê were hesabkirin ku dibe ku bersiveke leşkerî, siyasî û aborî hebe.”
‘HEWLÊR DÊ PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK BIKE’
Pekoz, bal kişand cihgirtina Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistana Federe Rebwar Ehmed a di civîna li Bexdayê hate lidarxistin de û wiha pê de çû: “Faktora herî girîng a operasyoneke gengaz a bejahî ku dikare li nava sînorên Herêma Kurdistanê bê kirin, rêveberiya li Hewlêrê ye. Ji ber têkiliyên kur û gelek berfireh ên bi Enqereyê re tê diyarkirin ku ji ber bandora Enqereyê ya polîtîk û aborî ya li ser herêmê nikare li dijî operasyona bejdahiyê berxwedanekê nîşan bide, heta dê piştgiriyê bide.
‘DEMA HEWLÊRÊ OPERASYON PEJIRAND DÊ BIKARE LI BER ENCAMÊN WÊ XWE BIGIRE?’
Gelek îdia hene ku yek ji faktorên herî girîng ên ku parastina mana yekîneyên leşkerî yên tirk ên li herêmê hatine bicihkirin, desteka lojîstîk e ku ji aliyê pêşmergeyan ve tê dayîn. Ji bo vê jî helwesta siyasî ya Hewlêrê ya li pêşberî daxwaza Enqerê ya ku dixwaze operasyona xwe ya leşkerî ya nerasterast a li herêmê veguherîne operasyoneke bejahî girîng e. Gelo rêveberiya Hewlêrê dê bertekên gengaz ên Bexda, Tehran, Riyad û Washingtonê li ber çavan bigire û operasyoneke bêjahiyê ya Tirkiyeyê bipejirîne? Dema pejirand dê bikare xwe li ber encamên leşkerî û polîtîk bigire? Dibe ku meseleya herî zehmet biryara ku Herêma Kurdistanê wergire ye. Ji ber ku destûr dayîna Herêma Kurdistanê ya ji operasyoneke bêjahiyê ya Enqereyê re dibe ku rê li ber krîzeke nû ya di Herêma Kurdistanê de veke. Xetereya ku krîz di nava kurdan de veguhere pevçûneke leşkerî, dibe sedem ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe destkeftiyên xwe winda bike.”
HILBIJARTINÊN HERÊMA KURDISTANÊ
Pekoz, axaftina xwe wiha domand: “Her wiha bi guhertina Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê di pergala hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê de tê wateya ku PDK di hilbijartinên ku wê di Hezîrana 2024’an de li herêmê pêk bên de piraniya di parlamentoyê de winda bike û hevsengiyên li Hewlerê ji nû ve bên avakirin. Di heman demê de ev yek nîşan dide ku avadaniya ‘xweseriya xurt’ a Herêma Kurdistanê jî di nava guhertinê de be. Ev geşedan dibe sedem ku têkiliyên PDK’ê yên bi Enqereyê re ji nû ve werin dîzaynkirin. Di demeke ewçend krîtîk de jî îdîa hene ku rêveberiya niha li Hewlerê bi destûrdayîna operasyoneke bejahî re dixwaze Tirkiyeyê ji bo hevsengiya xwe ya navxweyî bi kar bîne. Em ê di çend mehên pêş de bibînin ku ev çiqas rast e.
Heke hilbijartin bikaribe were kirin, dê şansê PDK’ê yê bi tena serê xwe bibe desthilat ji holê radibe. Hevsengiyên li Parlamentoya Kurdistana Iraqê wê ji nû ve bên avakirin û dibe ku ji bo avakirina hikûmetê koalîsyonek di navbera partiyan de bê avakirin. Bi îhtimaleke mezin wê pêvajoyeke siyasî ya navxweyî dest pê bike ku YNK derkeve pêş an jî wê bêhtir bi bandor be. Destpêkirina pêvajoyeke nû ya siyasî li Herêma Kurdistanê û ji nû ve tesbîtkirina wekheviyê wê bandorê li têkiliyên herêmî yên Kurdan jî bike. Hevsengiya di navbera Îran, Tirkiye, Bexda û Amerîkayê dê ji nûve teşe bigire. Ji ber vê yekê PDK bi anîna rojevê ya boykotkirina hilbijartinan, hewl dide hewl li ser Bexdayê hem jî li ser partiyên li Hewlêrê zexteke polîtîk û psîkolojîk biafirîne. Gelo PDK dê hilbijartinan boykot bike û vekişe? Em dikarin diyar bikin ku ev îhtîmal pir qels e û bi taybetî di qada navnetewî de wê piştgiriyê nebîne.”
'SERFERMANDARIYA GIŞTÎ JÎ DIZANE TASFIYEKIRINA PKK'Ê NE PÊKAN E'
Pekoz, da zanîn ku heta niha li dijî PKK’ê bi tevlibûna hezaran leşkeran operasyonên bejahiyê yên mezin hatin lidarxistin û ev tişt gotin: “Piştî her operasyonê îdiaya ku PKK bi awayekî leşkerî tasfiye kirine anîn rojevê. Lê belê tu operasyon ne gihiştin armanca ku dihate xwestin. PKK ji aliyê leşkerî ve dikare bê qelskirin, lê belê rastiyeke ku Serfermandariya Giştî jî dizane tasfiyekirina wê nepêkan e. Pêkane ku Enqere bertekên herêmî û navnetewî li ber çavan bigire û operasyoneke bejahiyê li dar bixe. Ya girîng bandora vê operasyonê ye. Bi taybetî planên Serokkomar Erdogan ên ji bo wergirtina pozîsyoneke leşkerî ya mayînde li kûrahiya 30 kîlometreyî ya li nava sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe ku di têkiliyên herêmî de xwedî hevkariyeke cuda be. Bo nimûne, hevkêşe û pêşbazîya herêmî li ber çavan e, divê ji bo tu kesî ne surprîz be ku PKK teknolojiya leşkerî ya nû bi kar tîne û xurttir bibe. Di rêkabeta leşkerî û siyasî ya li ser Iraq û Sûriyeyê de, PKK dikare li hemberî Enqereyê bi awayekî leşkerî bê destekkirin û xurtkirin.
'DIVÊ PIRSGIRÊK LI SER ESASÊ RASTIYÊN SIYASÎ BÊ ÇARESERKIRIN'
Pekoz, diyar kir ku divê Enqere guhertinên herêmî rast bixwîne û şûna çareseriyeke leşkerî, çareseriyên polîtîk û dîplomatîk derxe pêş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê Tirkiye meseleya kurd ku yek ji pirsgirêkên wê yên polîtîkaya navxweyî ya girîng e, dîsa bi dînamîkên xwe yên navxweyî çareser bike. Tevî ku bi salan e şerek tê meşandin û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da jî tê dîtin ku pirsgirêk hêj nehatiye çareserkirin. Ji ber vê yekê divê alî dînamîkên polîtîk ên navxweyî, li ber çavan bigirin û pirsgirêkê di nav parlamentoyê de û bi siyaseta demokratîk çareser bikin. Israrkirina di operasyonên leşkerî de, weke meseleya Filistînê dibe sedem ku aktorên herêmî û navneteweyî tev li pêvajoyê bibin û çareserî bibe navneteweyî. Ji xwe pirsgirêka kurd bi awayekî fiîlî hatiye asteke herêmî û navneteweyî. Aliyê herî serketî yê stratejiya siyasî ew e ku rastiyê bibînin, biryarên objektîf bigirin û li gorî wê tevbigerin. Pirsgirêk ne bi awayekî leşkerî, li ser esasê rastiyên siyasî divê bê çareserkirin. Rêya vê jî pêşxistina siyaseta demokratîk e.”
MA / Selman Guzelyuz