DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite

WAN - Li navçeyên Rêya Armûşê û Tuşbayê yên Wanê DEM Partî bi komên ji sedan kesan pêk tên xebateke zêde dimeşîne. Namzetên hevşaredariyê gotin ku dê li her du navçeyan jî bi ser kevin.  
 
Bi nêzbûna hilbijartinên hêrêmî re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez da xebatên xwe. Yek ji deverên ku DEM Partiyê xebatên xwe lez dayê jî navçeyên Rêya Armûşê û Tûşbayê yên Wanê ne.
 
Şaredariya Rêya Armûşê di hilbijartinên salên 2014’an û 2019’an de ji hêla HDP'ê ve hate bidestxistin lê belê her du caran jî Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya navçeyê kir. Nifûsa navçeya ku ev du serdem e bi destê qeyûm tê birêvebirin 350 hezar e û tê de 233 hezar hilbijêr hene. 
 
Namzetê HDP'ê di hilbijartina derbasbûyî de li navçeya Tuşbayê ji sedî 52'yê dengan stand lê belê bi hinceta namzet KHK’î ye mazbat nedanê û şaredarî ket destê AKP’ê. Nifûsa navçeyê 164 hezar e û dê di vê hilbijartinê de nêzî 97 hezar hilbijêr dêng bi kar bînin. 
 
KELEHA DEM’Ê RÊYA ARMÛŞÊ
 
Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê yên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag û namzetên hevşaredariya Tuşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser ji bo ku şaredariyê careke din bikin a gel bênavber dixebitin. Namzetên ku mal bi mal digerin, ji hêla gel ve rastî eleqeyeke mezin tên. 
 
BI TÎMA JI 500 KESAN PÊK TÊ XEBAT DIDOMIN
 
Namzetê hevşaredariyê yê Rêya Armûşê Cevdet Altindag der barê xebatên xwe yê dimeşînin de hin agahî parve kirin û diyar kir ku ew bi tîmên nêzî 500 kesan pêk tê binavber dixebitin. Altindag diyar kir ku ew ewilî dest bi avakirina komîsyonên taxan kirine û wiha axivî: “Em bi roj serdana esnaf û saziyan dikin. Êvaran jî em bi hevalên xwe re tev li civînên gel ên li tax û gundan dibin. Heya niha di tevahiya navçeyê de gund an jî taxa ku em neçûnê nemaye.” 
 
‘GELEK PIRSGIRÊK KOM BÛNE’
 
Altindag, diyar kir ku qeyûm di nava gel de nerazîbûneke mezin daye avakirin û got ji ber vê yekê gel şaredariyê weke saziyeke xwe nabîne. Altindag bi bîr xist ku hêj li hin taxan ava vexwarinê nîne û ev tişt got: “Ji taxên me yên Sixkê heya Selîmbeyê gelek pirsgirêkên ji şaredariyê pêk tên kom bûne. Helbet em ê van pirsgirêkan bi gelê xwe re çareser bikin. Dema ku me şaredariyê bi dest xist, em ê bi meclisa şaredariyê û saziyên sivîl ên li bajar re wek bi koordineyî bixebitin û xizmeta herî baş bidin gelê xwe. Pirsgirêkên şeredariya bajarê mezin eleqedar dikin jî em ê bi şaredariya bajarê mezin re wek koordineyî xebatan bimeşînin."
 
ARMANC FERQEKE BI QASÎ 60 HEZAR E 
 
Altindag diyar kir ku wan di hilbijartina dawî de 22 hezar deng ferq avêtiye AKP'ê û dê di vê hilbijartinê de 60 hezar deng ferq biavêjin. Altindag, wiha domand: "Em ê teqez bi ferqeke mezin bi ser kevin. Ev hêvî û daxwaz di nav gelê me de jî heye.” 
 
UZUNAY: SERKEFTIN A ME YE
 
Namzeta din a Rêya Armûşê Canan Uzunay jî got ku gel pir baş xwedî li xebatên wan derdikeve û ev tişt anî ziman: "Bendewariya herî mezin a gelê me ya ji me ew e ku em her tim li gel wan bin." 
 
Uzunay anî ziman ku dema qeyûm hat ewilî darbeye li xebatên jinan da û wiha axivî: “Qayûm di 8 salên derbasbûyî de li Rêya Armûşê de tu xebat nedan meşandin. Dema ku hatine ser kar jî ewilî saziyên jinan girtin. Em jî dê wek hevserokên xwe yên jin ên berê, ewilî navendên jinan vekin û di van navendan de projeyên jinan bi pêş bixin. Em ê hemû pirsgirêkên gelê xwe, bi gelê xwe re çareser bikin. Em ê ji 31’ê adarê bi serkeftinê derkevin û ev serkeftin dê ya gelê me be.” 
 
AKKOŞ: EM Ê BI HEV RE ÇARESER BIKIN
 
Namzeta hevşaredariya Tuşbayê Hanim Akkoş diyar kir ku xebatên wan bênavber dom dikin û got ku ew rastî eleqe û heskirineke mezin a gel tên. 
 
Akkoş bilêv kir ku gel ji qeyûman bêzar bûye û dixwaze qeyûman ji navçeyê bişîne û wiha got: “Ji her cihê ku em diçin, ji me re dibêjin, ‘pêşî em qeyûman bişînin, dê piştre pirsgirêkan çareser bikin. Qeyûm karê şaredarvanyê yên bingehîn ên wekî rê û avê jî çareser nekirine. Niha riyên taxên me di  nava heriyê de ne. Ji bo jin, zarok û ciwanan tu xebat nîn in. Bêkarî pir zêde ye.”
 
Akkoş derbarê projeyên ku amade kirine de wiha got: “Zeviyên pir baş ên çandiniyê li Tûşbayê hene. Dê derbarê çandiniyê de xebatên me hebin. Wekî navendên jinan ên hatine girtin, JINKART û gelek xizmetên qeyûman bi dawî kirine, em ê dîsa têxin meriyetê. Em bi van re sînordar nemînin, em ê xebatên cur bi cur pêş bixin. Di polîtîkaya rêveberiya me ya xwecihî de, bi gel re rêvebirin heye. Em ê bi dînamîkên wek jin, zarok, ciwan û bajar re werin cem hev û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”
 
‘EM BIÇIN SER SINDIQAN’ 
 
Akkoş bang li hilbijêrên derve kir û wiha pê de çû: “Bila xwedî li îradeya xwe derbikevin û biçin ser sindoqan. Em di 31’ê adarê de bêjin ‘ji qeyûman re dawî’. Di vê çarçoveyê de xebatên me yên hilbijêrên bitevger hene. Bila li navçeyê ku tê ne serî li rêxistinên navçe û bajar ên DEM Partiyê bidin û em jî wan bibin ser sindoqan.”
 
‘DÊ 1’Ê NÎSANÊ ROJ DERKEVE’
 
Nametê hevşaredariya Tûşbayê Umît Keser wiha got: “Gel ji bo qeyûman bişîne, ji me bêhtir dixebite. Em ê jî layikî vê keda gel bin.”
 
Keser da zanîn gelek projeyên ku ew bi şaredarvaniyê ser ketine hene û diyar kir ku projeya wan a herî girîng jî gel tev li rêveberiyê kirin e û wiha axivî: “Dê gelê me bajarê xwe û şaredariya xwe bi rê ve bibe. Li Tuşbayê ciwanên gelek malbatan li derve dixebitin. Bila biçin navend û navçeyên me yên DEM Partiyê û qeyda xwe çêbikin. Bila xwedî li îradeya xwe derbikevin û biçin ser sindoqan. Dê 1’ê nîsanê li ser axan roj derkeve.”
 

Sernavên din

26/04/2024
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin