AMED - Di Konferansa Aştiyê ya ÎHD’ê de hat nîqaşkirin bê ka rêxistinên civaka sivîl ji bo rolên xwe yên di pêvajoyên aştiyê de amade ne yan na.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) duh li Amedê “Konferansa çareseriya meseleya kurd û aştî” li dar xist. Konferans, di roja duyemîn de berdewam kir. Di rûniştina ewil a konferansê de ji Navenda Hafizeyê Mûrat Çelîkkan û ji Baroya Êlihê Erkan Şenses pêşkeşî kir. Pêşkeşî bi sernavê “Rêxistinên civaka sivîl ji bo aştiyê dikarin çi bikin?”
GIRÎNGIYA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL
Çelîkkan di vê rûniştinê de anî ziman ku ji bo pêvajoyên aştiyê hewcehî bi îradeyeke polîtîk heye û wiha domand: “Avakirina aştiyê û pêvajoya aştiyê, hewldaneke li ser maseyan pir wêdetir dixwaze. Heke em ji şer derbasî aştiyê bibin, wê demê gelek tiştên divê bên kirin hene. Li gorî min rola rêxistinên civaka sivîl jî li vir derdikeve holê. Em dizanin ku ev rol rolên piştgiriyê ne. Rêxistinên civaka sivîl ji bo guherînê diaxivin. Şêweyê xebata wan jî têkoşîn û muzakere ne. Belgekirina sûcên şer, berhevkirina agahiyên têkildarî vê mijarê, şopandina windayan û rola avakirina feraset û pêwendiyên di navbera çandan de ye. Ev peywirên rêxistinên civaka sivîl hene. Pêşîlêgirtina bazirganiya çekan û serwextkirina raya giştî jî xebatên wan in. Heta astekî jî di navbera aliyên şer dikin de qasidiyê diki. Her wiha bi xebatên xwe bi awayekî neyekser nexşerêya xwe ya di mijara aştiyê de amade dikin. Hûn dikarin nîşaneyên tiştên divê di vê pergalê de biguherin di raporên van rêxistinan de bibînin.”
'RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL DIVÊ JI BO AŞTIYA BÊŞERT BIXEBITIN’
Bi domdarî Çelîkkan anî ziman ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê divê ji ewil astengiyên li pêşiya azadiya xweîfadekirinê bên rakirin û wiha pê de çû: “Divê pergaleke hiqûqê hebe. Divê ev tişt hêj mase nehatî avakirin bên kirin. Dibe ku rojekê aştî û rojek piştre şer hebe lê çi dibe bila bibe divê rêxistinên civaka sivîl ji bo mafên mirovan û aştiyê bixebitin. Ji bo ev pêk bên, ji bo li Tirkiyeyê civakî bibe, xweserbûn şert e.”
'PARASTVANIYA AŞTIYÊ QELS E’
Ji Baroya Êlihê Erkan Şenses jî bal kişand ser rola baroyan a di aştiyê de. Şenses, anî ziman ku girtekên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) lêkolîn kiriye û di sala 1993’yan de li Erzidomê lijneya giştî hatiye kirin û axaftina ji Baroya Amedê Huseyîn Tayfun bi bîr xist. Şenses, wiha domand: “Dema mirov vê dixwîne ruhê wê demê, wehameta wê demê dibîne. Qala kuştina Vedat Aydin û îşkenceyan dike. Dibêje ku di Newroza 92’yan a Şirnexê de 52 kes hatine kuştin û TBB’ê jî li cem hikûmetê cih girtiye. Serokê TBB’ê yê wê demê Onder Sav jî dibêje; ‘Dema tiştek bi parêzerên me bû em midaxile dikin, li waliyê OHAL’ê digerim. TBB her tiştek nîne.’ Huseyîn Tayfun ku di sala 95’an de Serokê Baroya Amedê bû dibêje ‘ Ji Baroya Wanê Şevket Epozdemîr niha di nav me de nîne.’ Sav dîsa bersiveke heman rengî dide. Bi van gotinan xuya dibe ku mudaxileyî bûyerên civakî yên wê demê nehatiye kirin.”
Şenses, got ku baro di roja me de bêhtir midaxileyî bûyerên civakî dikin û di pêvajoyên aştiyê de parastvaniya baroyan pir qels e. Şenses, anî ziman ku baroyên herêmê hêj ew parastvanî nekirine.
Rûniştina ewil a konferansê bi pirs û bersivan bi dawî bû.