STENBOL – Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li siyasetmedar Aysel Tûglûk, Halîl Aksoy, Nazmî Gur û Adil Zozanî bi giştî 27 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Di danişîna 11'an a doza der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk û siyasetmedar Nazmî Gur, Esat Canan, Adil Zozanî, Halîl Aksoy û Husemaettîn Zenderlîoglû de, biryar hat dayîn.
Di danişînê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Colemêrgê hat lidarxistin de, Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê Agiriyê yê berê Halîl Aksoy ê di Girtîgeha Marmarayê û siyasetmedar Nazmî Gur ê di Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Sîncanê de bi rêya SEGBÎS'ê tev li dnaişînê bûn û siyasetmedar Adil Zozanî jî hêwana dnaişînê amade bû. Her wiha parêzerên siyasetmedaran jî tev li danişînêbûn.
Dosyeya siyasetmedar FÎgen Yuksekdag, Ertûgrûl Kurkçu û Husamettîn Zenderlîoglû, di danişînên berê de dosyeya wan bi dosyeyên wan ên dozên din re hatibû tefrîkkirin.
Piştî parastinan dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Adil Zozanî, 7 sal û 6 meh li Halîl Aksoy, 6 sal li Aysel Tûglûkê û 6 sal jî li Nazmîr Gur birî.
Her wiha der barê Esat Canan de jî biryara beraetê hat dayîn.
DER BARÊ ÎDIANAMEYÊ DE
Di 23'yê Tîrmeha 2012'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera TSK û HPG'ê de şer çêbûbû û nêzî 2 hefteyan dewam kiribû. Piştî vê di 17'ê Tebaxa 2012'an de şandeyeke ji KCD, ESP, EMEP, SDP û ODP'ê pêkhatî serdana herêmê kiribû. DI vegerê de 4 HPG'iyan rêya şandeyê birîbû û nasnameyên kesên di şandeyê de kontrol kiribûn. Ev dîmen di çapemeniya tirk de jî hatibûn belavkirin. Ji ber vê der barê Tûglûk, Yuksekdag, Kurkçu, Zozanî, Gur, Aksoy, Zenderlîoglû û Canan de di sala 2021'ê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêprisîn hatibû destpêkirin. Îdianameya ku di 31'ê Adara 2022'yan de ji aliyê Dozgerê Komarê yê Enqereyê Ahmet Altûn ve hat amadekirin, bi hinceta "cihê ku sûc lê hatiye kirin" ji Colemêrgê re hatibû şandin.