AMED - Koma Alîgirên Amedsporê ya Dîrenîşê, amedî vexwendin maça tîma xwe ya sibê bi Karamansporê re dilîze.
Amedspor a di çarçoveya Lîga 2’yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dê sibê saet 14.00’an de, di sehaya xwe de derbikeve pêşberî Karamansporê. Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê, bi belavokên li ser “Di riya şampiyonbûnê de hemû gelê me vexwendiye. Amedsporeke din nîn e” dinivîsand belav kir û welatî vexwendin maçê.
Koma alîgirên Amedsporê armanc dike ku temame stada ku kapasîteya wê 33 hezar e dagir e. Koma Alîgiran a Dîrenîşê ragihand ku nêzî 20 hezar bilêd hatine firotin.
Amedspor taraftar grupları, yarın 33 bin kapasiteli stadın tamamını doldurmayı hedefliyor. Direniş Taraftar Grubu, bilet satışlarının 20 bin civarında olduğu aktardı.