Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin

  • rojane
  • 16:18 23 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, di roja 81’emîn de li gelek bajaran berdewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya bi diruşma “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hatiye destpêkirin di roja 81’emîn de li gelek bajaran berdewam kir. Li Amedê, Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 81’emîn de berdewam kir. Di nobetê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ser dinivîsî li xwe kirin û dayikan jî stran gotin. 
 
'EM BANGA AŞTIYÊ DIKIN'
 
Di nobetê de Aklîme Hanas axivî û destnîşan kir ku ew 81 roj in di Nobeta Edaletê de ne û wiha got: “Ji birêz Ocalan ev 3 sal in agahî nayê stendin. Ji bo agahî jê were girtin, zarokên me di greva birçîbûnê de ne, em jî di Nobeta Edaletê de ne. Em ji bo demildest aştî û wekhevî were vê civakê, di nobetê de ne. Heya ku birêz Ocalan azad dibe, em ê nobeta xwe bidomînin. Em bang li dayikên tirk jî dikin. Em ji bo aştiyê rûdinin. Bila demildest aştî û wekhevî were. Em banga aştiyê dikin, destê aştiyê dirêj dikin.”
 
Nobet, bi berzkirina dirûşmên “Jin,jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatan re (TUAY-DER) di roja 23’yemîn de li avahiya DBP’ê berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr di nava rojê de ji bo piştevaniyê serdan kirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Êlihê Mehdî Oztuzun ê li vir axivî, diyar kir ku berxwedana dayikan ji bo rakirina tecrîdê girîng e û banga mezinkirina piştevaniyê kir. 
 
Di serdanan de bal hate kişandin ser greva birçîbûnê ya girtiyan û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. Di serdanan de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedanan zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Yek ji beşdarvanên surprîz ê çalakiya nobetê ya îro bû kevoka spî ya ji paceya vekirî kete hundir. Di dema nobeta dayikan berdewam kir de eleqeyeke zêde nîşanî kevoka kete hundir dan. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin berdewam kir. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 81’emîn de berdewam kir. Di nobeta ku gelek malbatên girtiyan tev li bûn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Payîzavayê û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê jî serdana nobetê kirin. 
 
MÊRDÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê didomînin, berdewam dike. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê serdana nobetê kir û piştgirî da dayikan. Gelek sazî û kesan jî di nava rojê de serdana nobetê kirin. 
 
BI KLAMAN RENG DAN ÇALAKIYÊ 
 
Dayikên Aştiyê û çalakvanên nobetê bi hev re klam gotin û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindnan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Amîne Alkiş a li ser navê Dayikên Aştiyê axivî, wiha got: “Em îro ji Botanê hatin serdana Nobeta Edaletê. Em dayikên li Mêrdîn, Amed, Stenbol û hemû Nobetên Edaletê de cih digirin silav dikin. Ev nobet wê berdewam bike. Em Serokê û girtiyên xwe dixwazin. Em jî weke hemû gelên cîhanê mafên xwe dixwazin. Serokê me 25 sal in girtî ye û 3 sal in agahî jê nayên girtin. Ne malbata wî ne jî parêzerên wî nikarin biçin. Mifteya edalet û aştiyê di destê Serokê me de ye.”
 
Nobetvanên Edaletê piştî serdanê Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bi stran û dirûşmeyan oxir kirin.

Sernavên din

28/02/2024
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê