Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin

  • rojane
  • 11:24 23 Sibat 2024
  • |
QERS - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku li Bazarcix û Dîgorê bi tilîlî û îşaretên serkeftinê hate pêşwazîkirin, diyar kir ku dê qeyûman bişînin û şaredariyan bi dest bixin û got: “Em ê xwe bi rêxistin bikin û bajarên xwe jî bi awayekî demokratîk û zelal ji nû ve ava bikin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li bajaroka Bazarcix û navçeya Dîgor a Qersê buro vekirin. Hatîmogûllari ya ewilî hate bajaroka Bazarcixê, ji aliyê gel ve di ketina bajarokî de hate pêşwazîkirin. Hatîmogûllari ya bi stran û îşaretên serkeftinê gihişt qada ku buro lê were vekirin, li vir ji aliyê jinan ve bi çepik,tilîlî û îşaretên serkeftinê hate silavkirin. Hatîmogûllari di vekirina buroyê de jin û zarok yek bi yek hembêz kirin. Serokwekîla Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn, namzetên Hevşaredariyê yên Qersê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci jî tev li vekirina buroyê bûn. 
 
 
‘EM Ê BI HEV RE BI RÊ VE BIBIN’  
 
Hatîmogûllari ya li vir axivî, wiha got: “Em ê bi gelê xwe yê hêja re bi ciwanan û jinan re bi rê ve bibin. Meclisên me yên şaredariyê dê zelal bin. Herkes dê were meclisa me ya şaredariyê û civînên me bişopîne. Meclisa me dê bi gelê me re qedera me diyar bike. Em ê bi hev re biryaran bigirin. DEM Partî hêviya jinan û ciwanan e. DEM Partî, partiya kesên dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ ye. Em ê li vir maleke ku em neçinê û destekî ku em negirin nahêlin. Em ê derî bi derî bigerin. Em ê bi taybetî biçin mal û malbatên ku heta niha deng nedane me. Divê em yek bi yek vebêjin ku çima divê gelê kurd xwedî li xwe derkeve, çima divê dengê xwe nede partiyeke din çima dengê xwe nedin AKP’ê. Divê em baş vêbêjin ku em çima dengê nadin kesên ku li Rojava, li Roboskê û li Dîgorê qetil dikin.” 
 
‘EM Ê JI NÛ VE AVA BIKIN’ 
 
Gelê bajarokî heta ketina bajarokî bi Hatîmogûllari û endamên partiyê yên pê re çûn û ew bi îşaretên serkeftinê oxir kirin. Hatîmogûllari pişt re derbasî Dîgorê bû. Hatîmogûllari ya li vir jî di ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin, bi gel re hate bahev. Namzetên Hevşaredariyê yên Dîgorê Ulker Ozadîttî û Adem Oyman jî bi Hatîmogûllari re bûn. 
 
 
BAL KIŞAND SER ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Hatîmogûllari ya li vir axivî, bal kişand ser komkujiya Dîgorê û anî ziman ku dê careke din destûrê nedin komkujiyeke bi vî awayî. Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bêzar nebûn, em ê bêzar nebin. Silav ji kesên ku beriya me çûn, silav ji kesên xwe fedayî gelê xwe kirine. Silav ji kesên ji bo siberojê li ber xwe didin, silav ji hemû gelên me re. Silav ji kesên niha li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareseriya meseleya kurd a bi rêbazên demokratîk li ber xwe didin. Silav ji dayikên di Nobeta Edaletê de ne.”
 
 
‘EM Ê BÊJIN BISEKINE’ 
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku AKP’ê şaredarî xesp kirine û wiha lê zêde kir: “Kesên bi feraseta darbekaran bi dest xistin ewilî tabelayên kurdî jê ve kirin. Xizmeta du zimanî ji holê rakirin. Navê Ehmedê Xanî ji tabelayan ji kolanan rakirin. Em ê rê bidin wan? Ev dijminê jinan e. Li dijî pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev siyaseteke dijminane meşandin û roja hatina qeyûman a ewil li hemû şaredariyên me mûdiriyet û serokatiyên daîreyan girtin. Ji yên nehatin girtin re jî zilam tayînkirin. Hewl dan darbeyê bikin. Em ê weke DEM Partiyê rê bidin van? Na. Em ê di 31’ê Adarê de bi izna Xwedê û xebatên gelê me yê hêja em ê dîsa şaredariyên xwe bigirin. Em ê ji feraseta ku Dîgor bêav, bêpeyarê, bêrê, bêbinesazî hiştiye re bêjin bisekine. Em ê bi destên xwe bi gelê xwe yê hêja re bi hev re li vir pêyarêyan çêbikin û bajarekî paqij ku her mirov heq dike bi hev re ava bikin.”
 
 
SAZIYÊN JINAN DÊ JI NÛ VE BÊN VEKIRIN 
 
Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Li dijî vê feraseta desthilatdar weke DEM Partî em ê werin. Em ê li her taxê yek bi yek çi pirsgirêk hebe em ê bi şêniyên taxê re bicivin û wan pirsgirêkan çareser bikin. Em ê saziyên me yên jinan ku li gelek bajarên Kurdistanê hatin girtin jinûve ava bikin. Karê me yê ewil dê bibe çalakkirina serokatiyên daîreyan ên jinan. Em ê navendên şewrê yên jinan ji nû ve ava bikin û ji bo jin bibin xwedî pîşe em ê atolyeyan vekin. Em ê bi kooperatîfbûnê vê derê berhemên sewalan veguherînin nirxekî giran buha.”
 
 ‘DEWRAN DÊ BIGUHERE’ 
 
Hatîmogûllari anî ziman ku dê li Şaredariya Dîgorê xizmeteke du zimanî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdî ne zimanekî qedexe ye. Em feraseta ku dijminatiya kurdî dike berteref bikin? Em ê li dijî van dizan li şaredariyê budçeya xwe bi xwe çêbikin û bi awayekî herî baş têxin meriyetê. Civînên me yên Meclisa Şaredariyê dê ji gel re vekirî bin. Gel dê were xwe bi xwe birêve bibe. Em vê sozê didin; Em jî dê kesên ku mafê jiyanê yên kurdan nas nakin û wan tune dihesibînin, gelan û baweriyan tune dihesibînin di 31’ê Adarê de tune hesibînin. DEM Partî dê were dewran dê biguhere. DEM Partî dê were dê aştî, demokrasî û wekhevî were. Li dijî kesên ku dixwazin navên jinan li vî welatî jê bibin, em ê bi dirûşmeya jin jiyan azadî werin. Em ê xwe jî bajarê xwe jî bi awayekî demokratîk, zelal ji nû ve ava bikin. Em ê bi hev re ji feraseta qeyûm re ji feraseta desthilatê ya dek û dolaban tev li hilbijartinê bike bêjin bisekine. Em ê vê ji bo kesên me li Rojava winda kirin bikin.”
 
Hatîmogûllari piştî axaftina xwe derbasî Qaxizmanê bû. Hatîmogûllari dê li vir jî bi gel re were bahev. 
 

Sernavên din

28/02/2024
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê