Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 16:39 22 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de ku bal hate kişandin ser rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de wiha gotin: “Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome.”
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran di pêşengtiya malbatên girtiyan û saziyên sivîl ên civakî hatiye destpêkirin didome. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 80’emîn de berdewam kir. Gelek welatî û xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Westanê û şêniyên Taxa Çîçekliyê hatin serdana nobetê. 
 
‘EM TENÊ AZADIYÊ DIXWAZIN’
 
Di serdanê de Haliye Demîragaç axivî û wiha got: “Êdî em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em tenê aştî û azadiyê dixwazin. Ma dê ev zilm û qetlîam heya ku derê dom bikin. Heya ku aştî neyê vî welatî dê aramî neyê. Di serî de birêz Ocalan, divê hemû girtî azad bin. Em hêvî dikin ku demildest tecrîda ser birêz Ocalan rabe û em jî azadiya xwe pêk bînin.”
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER), bi daxwaza “Jİ Rêberê PKK’ê re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” daye destpêkirin, berdewam dike. Komeleya Jinan a Mîmozeyê serdana nobetê kir û di serdanê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Nobet bi gotina klamên dengbêjiyê dest pê kir. Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy, bal kişand ser giringiya nobetê ya ku 80 roj in dom dike û wiha axivî: “Hûn ji bo zarokên xwe yên di girtîgehan de ketina greva birçîbûnê, li dijî faşîzmê têdikoşin. Em li cem we ne.” 
 
AM​ED 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 80’emîn de berdewam dike. Di nobetê de malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Malbatên girtiyan bal kişandin ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Malbatên girtiyan anîn ziman ku divê herkes bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û gotin: “Zimanê me rûmeta me ye û heke zimanê dayikê nebe, jiyan ne pêkan e.” 
 
Remziye Bîlîr a ji Ingilistanê hatibû serdana Nobeta Edaletê jî ev tişt anî ziman: "Em li dijî tecrîdê bibin yek û tecrîdê bişkînin.” 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û "Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Çalakî bi tililiyan bi dawî bû.  
 
ÊLIH
 
Çalakiya malbatên girtiyan a li Êlihê di roja 22’yemîn de li avahiya DBP’ê ya Bajêr berdewam kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên civakî û partiyên siyasî hatin serdana çalakvanan. Di serdanan de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan. Çalakgeran pêşmalkên spî yên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Kesên hatin serdana çalakiyê bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Di çalakiyê de diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin rêxistinên DEM Partiyê yên Bayrakli û Karabaglarê dewr girtin. Nobeta ku li Taxa Yamanlarê pêk hat, rêxistinên DEM Partiyê yên Karşiyakayê û Konakê û şêniyên taxê serdana wê kirin. Di nobetê de peyamên ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ji çalakvanan re şandin hate xwendin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya li Bayrakliyê berdewam dike ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Yek ji malbata girtiyan Peyrûze Kûrt a di Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Em ji bo piştgiriya çalakiya li girtîgehan hatiye destpêkirin li vir in. Em dixwazin desthilat guh bide dengê dayikan û li ser xwîna zarokên me siyasetê neke. Ne tenê rakirina tecrîdê, em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.”
 
Kûrt, bi lêv kir ku gelê kurd weke gelên din ên cîhanê jiyaneke azad û wekhev heq kiriye û wiha berdewam kir: “Her roj cenaze tên, ev cenaze zarokên her du gelan in. Em naxwazin tu dayik zarokên xwe winda bikin. Ne dayikên tirkan ne jî dayikên kurdan bila negirîn. Li dijî siyaseta zulmê ya desthilatê dê têkoşîna me bidome. Em dixwazin daxwazên zarokên me werin bi cih anîn. Têkoşîna zarokên me têkoşîna me ye.”
 
Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş jî bal kişand ser tecrîd û sirgunên li girtîgehan û wiha got: “Heta ku zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de bin dê çalakiya me ya nobetê berdewam bike. Daxwazên zarokên me diyar in, bila tecrîd rabe, bila zextên li girtîgehan, sirgun bi dawî bin. Bila mafên gelê kurd bên qebûlkirin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
KARABAGLAR
 
Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê didome, ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Çalakî bi gotina stranên kurdî berdewam kir.
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kur dli avahiya DBP’ê ya Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê didomînin ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Di nobetê de perwerdehiya bi zimanê kurdî berdewam kir. Di nobetê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindnan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin û çalakvanan daxwazên xwe anîn ziman.
 
Dayika Aştiyê Sosin Yavûz dayikên di çalakiyê de silav kirin û wiha got: “Em dixwazin Serokê me û girtiyên me azad bibin. Bila tecrîda li ser Serokê me û girtiyên me rabe. Heta ku Serokê me azad bibe em ê nobeta xwe bidomînin. Em bi biryar in em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî bi lêv kir ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe li kolanan li taxan li ber girtîgehan berdewam bikin û got: “Heta ku Serokê me azad nebe tişta ji destê me bê em ê bikin. Em ji vir heta Îmraliyê silav dişînin. Heta ku Serok azad nebe dê herikîna vê xwînê bidome. Em naxwazin ne leşker, ne polîs ne jî gerîla bimirin. Dema ev xwîn sekinî, Serok azad bû dê her tişt rast bibe. Mifteya azadiyê di destê wî de ye.”
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li Stenbolê hatibû destpêkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û jni bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin û çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan'” hatin berzkirin. Di roja 73’yemîn a nobetê de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Kuçukçekmeceyê Bêrîvan Demîr û Ramazan Çetîn Çakmak û xebatkarên kovara Demokratîk Modernîteyê hatin serdana çalakvanan. Çalakvanan diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
 
 

Sernavên din

28/02/2024
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê