Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê

  • rojane
  • 15:19 22 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Di doza Fatîh Haral ê ji ber gefxwarina li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî tê darizandin de, dadgehê biryar da ku ji bo daxwaza berfirehkirina dosyayê der heqê aqûbetên giliyên sûc ên berê de agahî bê xwestin.
 
Danişîna doza derbarê Fatîh Haral ê agahiyên şexsî yên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî ji hesabên bikarhênêrên “@katîpdemîr1864”, “@kontemristo” û “@arîfdogan1923” ên li X’yê parvekirin û bi damezrînerên JÎTEM’ê serdar Cem Ersever û albay Arîf Dogan gef li Eren xwar hate lidarxistin. Di dema lêpirsînê de derheqê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral de biryara neşopandinê hate dayîn. Danişîna doza derbarê Haral de hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hate dîtin. 
 
Ji sûcê “bi hinareyeke bideng nivîskî an jî bidîmen heqaret kiriye” di navbera 3 meh û 2 salan û ji sûcê “gefa hesan” ji 6 mehan heta 2 salan cezayê hefsê ji Haral re tê xwestin. Haral û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Eren ê gilîker û parêzer Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn. Rêveberên Baroya Amedê jî danişîn şopandin. 
 
‘TWET JI ALIYÊ KURÊ HARAL VE HATIN PARVEKIRIN’ 
 
Eren, di danişînê de diyar kir ku ji bikarhinêrên “@katîpdemîr1864”, “@kontemristo” û “@arîfdogan1923” gelek twet hatine parvekirin, bi parvekirina daneyên şexsî yên wî û malbata wî gef lê hatiye xwarin lê li dijî vê tenê twetek bûye mijara darizandinê. Eren, bi bîr xist ku bersûc Haral sûc girtiye ser xwe û anî ziman ku Haral hewl dide hin kesên din biparêze. Eren, destnîşan kir ku doz ne dozeke hesan a gefxwarinê ye û da zanîn ku twet ji aliyê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral ê derbarê wî biryara neşopandinê hatiye dayîn ve di demên cuda de li kafeyên înternetê hatine parvekirin. Eren, anî ziman ku Ahmet Bûrak Haral jî ji aliyê hin kesên din ve hatiye arastekirin. 
 
‘LI PIŞT WÎ HIN KESÊN DIN HENE’ 
 
Eren destnîşan kir ku dosya ne dozeke gefxwarinê ya hesan e û got: “Di parvekirinekê de hatiye nivîsîn ku ‘rêxistin dê Nahît Eren bikuje û kaosê biafirîne’. Ev xebat weke ‘xebatên rêxistinî’ hatine nîşandan. Li vir ewilî hişmendiyek tê avakirin. Pişt re dikin hedef. Dizane ku kesek dê çawa were hedef girtin. Li pişt wî hin kesên din hene.”
 
‘JI KESEKÎ BÊTIR KES BERPIRSYAR IN’ 
 
Eren, daneyên şexsî yên derbarê wî de hatine parvekirin pêşkeşî dadgehê kirin û anî ziman ku dane Haral ne nivîsandine ji saziyeke cemaweriyê ya xebatan dimeşîne hatiye wergirtin û ji şiklê nivîsê ev yek dikare were fêmkirin. Eren, destnîşan kir ku li nimreyên IP’yê yên navnîşanên înternetê yên parvekirin hatine kirin û qeydên HTS’ê yên di dosyayê de berçav bên girtin dê gelek kes weke berpirsyar bên dîtin û xwest dosya were berfirehkirin.
 
‘HEWLDANA FÎHILKIRINA FAÎLAN HEYE’ 
 
Parêzerê Eren, Mehdî Ozdemîr jî diyar kir ku li dijî muwekîlê wî ji gelek hesaban gelek gef hatine xwarin. Ozdemîr, da zanîn ku li dijî biryara neşopandinê ya derbarê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral de hatiye vekirin îtîraz kirine, lê îtîraz û giliyên ji bo parvekirinên ji hesabên din hatine kirin encam negirtine. Ozdemir diyar kir ku parvekirina daneyên şexsî yên bêdestûr di parvekirinan de li gel gefan jî zelal bûye, lê belê ev yek di îdianameye de cih negirtiye û got: “Ev hemû ji ber têkoşîna muwekîlê min ê ku Serokê Baroya Amedê ye ya li ser mafên mirovan pêk tê. Parvekirina twîtekê tenê ya ji hesabekî, darizandineka kêm e. Em vê darizandina neqediyayî jî weke hewldaneke ji bo fîhilkirina faîlan dinirxînin.”
 
Ozdemîr, xwest aqûbeta îtîrazên wan bê pirsîn û dosye were berfirehkirin û sûcên weke “gef” , “heqareta biwesf” û “parvekirina daneyên kesayetî yên bêdestûr” bên parvekirin. 
 
DADGEH DÊ AQÛBETA GILIYAN BIPIRSE
 
Dadgehê biryar da ku ji bo aqûbeta îtîraza li dijî biryara neşopandina derbarê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral de hatiye dayîn û giliyên hatine kirin bên pirsîn müzakere were nivîsîn. Dadgehê biryar da ku li gorî bersivên ji muzakereyê re bên dayîn kirariyan pêk bînin û danişîn taloqî 25’ê nîsanê kir. 
 
 

Sernavên din

28/02/2024
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê