ÊLIH – Rojnamevan Selahattîn Kaygûsûz ê ji ber îfadeyên UmîAçık tanıt Akbiyik hatin girtin, di danişîna ewil de hat berdan.
Rojnamevan Selahttîn Kaygûsûz ê ji ber îfadeyên Umît Akbiyik di 20'ê Cotmehê de li Êlihê hatibû binçavkirin û di 24'ê Cotmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, di dirûşmeya ewil de hat berdan. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Êlihê hat lidarxistin. Parêzer Resûl Temûr tev li danişînê bû.
Akbiyik tev li danişînê nebû, lê dadgehê dema girtinê ya Kaygûsûz li ber çavan girtin û biryara berdanê da.