ENQERE - Siyasetmedar Zeynep Olbecî di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin. DAIŞ bi ser neket lewma ev doz hate vekirin.”
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
'JI BER XEBATÊN JINAN TÊM DARIZANDIN’
Siyasetmedara girtî Zeynep Olbecî di danişînê de parastina xwe kir. Olbecî, parastina xwe bi kurdî kir û ev tişt anî ziman: “Ez ji ber xebatên xwe yên jinan têm darizandin. Divê her jin ji bo azadiya xwe di nava xebatan de cih bigire. Heta niha gelek caran bi van xebatan hatim darizandin lê qet nehatim girtin. Di vê dozê de sedema girtinê weke îfadeyên şahidên nepen tê nîşandan lewma têm darizandin. Ji ber ku ez nezewicî me, bi taybet jî ji ber vê yekê bi endamtiya rêxistinê têm darizandin. Kesê derheqê min de îfadeyan dide, zimdandirêjiyê li dijî jiyana min a taybet dike. Li gorî min ev kompaasa polîs û MÎTê ye. Şahidekî bi navê ‘Fîrar’ ku tu eleqeya wî bi min re nîne derxistine pêşiya min.”
‘EZ JI VÊ PERGALA NÊRZA RAZÎ NÎNIM’
Bi domdarî Olbecî anî ziman ku saziyên jinan ên di bin sîwana wan de xebat meşandiye, xebatên xwe li gorî qanûnan dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke wisa nebûya ma dê me bikariya gelek konferans û çalakiyan li dar bixin? Ma dê me li pêş çavên bi hezaran polîsan çawa bikariya li paytexê van çalakiyan li dar bixin?”
Olbecî, anî ziman ku rêxistinên civakî li gorî pêdiviyan derdikevin holê û wiha pê de çû: “Ji ber tacîz û destdirêjiyên serdestan afirandine, jin hewcehiyê bi parastinê dibînin. Armanca xwebirêxistinkirina jinan jî parastina xwe ya ji zîhniyeta nêrza û zextên wan e. Baş e lê weke jineke kurd min çima hewcehî bi xwebirêxistinkirinê dît? Ez tu carî ji vê pergala nêrza razî nebûm. Min tu carî jiyana ku zilam hêjayî min dibînin qebûl nekir. Min tu caran qebûl nekir ku zarokan bînim û wan xweyî bikim. Min qebûl nekir ku jin nekarin fikrên xwe bînin ziman û xizmetê ji zilam re bikin. Min tundiya di nava jiyanê de qebûl nekir û nakim jî. Jin nikarin di nava vê pergala li ser vê xakê hatiye avakirin de bêhnê bistînin.
Heke jinên ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin bi rêxistinkirî bûna, îxtîmalekî mezin niha dê hêj bijiyana. Dema jin xwe birêxistin dikin, ev yek weke sûc tê dîtin. Gelo em li dijî van komkujiyan û neheqiyan çi bikin? Ma em van rewa bibînin û qebûl bikin?
JI BER KU DAIŞ BISERNEKET LEWMA DOZ HATE VEKIRIN
Li çar aliyên cîhanê û Rojhilata Navîn jinan li dijî van neheqî û derhiqûqtiyan xwe birêxistin kir. Şerê ku zihniyeta nêrza ji ber xizaniya li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, weke qeder tê nirxandin. Ji vê aloziyê jî herî zêde jin û zarok bibandor dibin. Hemû dinya bû şahid ku ev alozî bi wehşeta DAIŞ’ê re derket lûtkeyê. Jiyana jinan bi wehşeta DAIŞ’ê re veguherî dojehê. Ma kîjan qanûn dikare sekna li dijî van zebaniyan weke sûc bibîne? Portestokirina vê wehşetê ya ji hêla jinên kurd ve çawa dikare weke sûc were dîtin? Kuştina me, ji bo wan bûye rêya çûna bihûştê. Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin. Ji ber ku DAIŞ bi ser neket lewma ev doz hate vekirin.”
Şandeya dadgehê navber da danişînê.