WAN - Parêzerê OHD'ê Veysî Guneş diyar kir ku komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna gelê Kurd hatiye pûçkirin û destnîşan kir ku tekane misogeriya azadiya Abdullah Ocalan jî têkoşîna gel e.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bû gava destpêkê ya destwerdana hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn, di heman demê de destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bû. Komploya ku bi derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, piştî ku Abdulah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin û ew li Girava Îmraliyê xistin nav girtîgeha yekkesî, berdewam kir. Hêzên navneteweyî yên ku li dijî israra çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd planên xwe yên tasfiyeyê xistin dewreyê, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê ku bi komployê dest pê kir, li tevahiya Rojhilata Navîn belav kirin.
Abdullah Ocalan 25 sal in di bin şertên tecrîdê yên giran de tê ragirtin, 35 meh in bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Hewldanên parêzeran ên neteweyî û navneteyî yên li dijî vê yekê bê encam dimînin. Parêzerê Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Veysî Guneş di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de li ser pergala hiqûqê ya li Îmraliyê nirxandin kirin û got: “Kurdan pergala komplo û tecrîdê pûç kirine û tekane misogeriya azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna gel e.”
‘KURDAN EZBEREKE DÎROKÎ XERA KIRIN’
Guneş da xuyakirin ku komploya navneteweyî sûcekî wisa ye ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin û got: “Armanca hêzên navneteweyî ya bingehîn ew e ku têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê serkut bikin.” Guneş tekez kir ku li dijî komploya navneteweyî gelê kurd berxwedaneke dîrokî raber kirine û wiha domand: “Hêzên hegemon ên navneteweyî êrişeke mezin kirin, lê li hember xwe têkoşîneke mezin dîtin. Ji vê hêlê ve ew helwesta ku Birêz Ocalan ji sala 1999’an ve nîşan dide, yek ji wan faktoran e ku kir ku komplo bê pûçkirin. Pergala ku Kurdistan kiriye çar parçe, di komploya 15’ê Sibatê de jî polîtîkayeke wisa meşandin ku ser ji gewde jê kin. Hem nêzîkatiya Birêz Ocalan a ji bo aştî, demokrasî û biratiyê û hem jî ew xwedîderketina dîrokî ku gelê kurd li Birêz Ocalan kir, wisa kir ku ev êrişa hêzên komploger bê pûçkirin. Bi hezaran kesan li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê agir berdan bedenên xwe û ji bo vê yekê canê xwe ji dest dan.”
Guneş amaje bi wê yekê kir ku hêzên hegemon xwestin bi polîtîkaya xwe ya “parçe bike û îdare bike” li Rojhilata Navîn qonaxeke nû bidin destpêkirin û got ku yekemîn armanca wan jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Guneş da zanîn ku hêzên navneteweyî hiqûq binpê kirin û di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd êrişek dan destpêkirin û ev yek got: “Komplo bi berxwedana gelê kurd û bi xwedîderketina li Abdullah Ocalan hate pûçkirin.”
‘KOMPLO DÊ NEGIHÎJE ARMANCA XWE’
Guneş bal kişande ser wê yekê ku piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin jî bêhiqûqiyê berdewam kir û got: “Hem helwesta Birêz Ocalan, hem perspektîfa wî ya ku dibe gerdûnî û hem jî girêdana gel wisa kir ku hêzên komployê paşve bikişin. Sîstemê piştre polîtîkaya tunekirin û bênirxkirina fikirên Birêz Ocalan meşand û nehişt ku fikirên wî derkevin derve. Ew tecrîda li dijî Birêz Ocalan, ji fizîkê wêdetir li ser fikirên wî bû. Gel her tim bersiva van polîtîkayan da. Bi berxwedana xwe ya di her qadê de nîşan da ku ew ê aştî û çareseriyeke bê Birêz Ocalan qebûl nekin. Di vê çarçoveyê de encama vê pêvajoyê wê gelê kurd û dostên wî diyar bike, ne ku hêzên komploger. Heta ku gelê kurd hebe, komplo dê tu carî negihîje armanca xwe. Heta ku ev berxwedan, ev helwest û xwedîderketina gel berdewam bike, komplo û pergala tecrîdê dê bê pûçkirin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ HATE JINAVBIRIN’
Guneş diyar kir ku piştî komployê Tirkiyeyê qanûnên xwe li gorî Abdullah Ocalan dîzayn kirine û wisa dewam kir: “Ev yek li dijî destûra bingehîn û rêgezên hiqûqa gerdûnî ye, lê belê gava ku mesele bû kurd, têkoşîna azadiyê ya kurdan û Birêz Ocalan, hêzên komploger hiqûqa xwe tune dihesibînin. Em dikevin sala 25’an û Tirkiye rû bi rûyî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Lê li Tirkiyeyê di qanûnan înfazê de sererastkirineke taybet hate kirin. Ev yek esasen sererastkirina Ocalan bû. Bi vê sererastkirinê kesekî ku cezaya hetaheta ya girankirî lê hatibe birîn, ‘mafê wî yê hêviyê’ hat jinavbirin. Ji pêvajoya komployê û bi vir ve hiqûq tê binpêkirin û sererastkirinên kêfî tên kirin.”
‘SERERASTKIRINÊN NÛ DIVÊ BÊNE NÎQAŞKIRIN’
Guneş da zanîn ku divê di 25’emîn salvegera komployê de sererastkirinên nû yên têkildarî Abdullah Ocalan bên nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Divê êdî serbestberdana bimerc bê nîqaşkirin. Azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bi sereraskirineke qanûnê pêk nayê. Çinku Birêz Ocalan bi awayekî hiqûqî nehatiye girtin, kesekî wisa ye ku bi binpêkirina hiqûqê hatiye girtin. Dawiya dawî helwesta ku gel dê nîşan bide, tekane misogeriya azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan e.”
‘EM XWEDÎ LI MAFÊN MIROVAN DERKEVIN’
Guneş bi bîr xist ku wan di sala 2022’yan de bi daxwaza hevdîtina li gel Abdullah Ocalan tevî gelek hiqûqnasan xebatek meşandine û wiha got: “Me bi îmzeya hezar û sê sed û sî parêzeran daxwaza xwe ragihande Wezareta Edaletê ku em dixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û hevdîtinên parêzeran li gorî pergaleke diyarkirî bin. Lê belê helwesta wezaretê ya di vê mijarê de, helwesteke bêwîjdan û bêhiqûq e. Tiştekî wisa di qanûna înfazê de tune ye ku nehêle ku parêzer bi hikumxwarî re hevdîtinê bike. Em hiqûqnas dibêjin êdî “hiqûqa xwe û qanûna xwe ya înfazê cî bi cî bikin’. Divê hemû hiqûqnas ji vê hêlê ve li aliyê azadî, demokrasî û mafên mirovan bin. Divê em xwedî li mafên mirovan derkevin.”
'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
MA / Rûken Polat - Bîlal Babat