WAN - Abdûrrahman Ayhan ku gava xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê bûye Abdullah Ocalan nas kiriye, anî ziman ku her kes gava ew nas dikir dibû heyranê wî û got ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk komploya navdewletî pûç kiriye.
Abdullah Ocalan ku di zarokatiya xwe de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê der bas kir, di nava malbat û civaka gund de xwe nas dike û qanûnên xwe yên barê wan xeyalên wî bû, dijî. Abdullah Ocalan ku wekî îdeolojiya yekem û giştî xwe li dîn digire, gava ji bo zanîngehê diçe Enqereyê, xwe di nava liv û tevgeriya Federasyona Ciwanên Şoreşger a Tirkiyeyê (DEV-GENÇ) û netewperestiya kurd de dibîne. Di salên 1970'yî de ku derz li modernîteya Tirkiyeya Kemalîst ketibûn, liv û tevgerên siyasî yên li ser esasên enetwperestiyeke şoven û dînî, wekî her ciwanî bandorê li Abdullah Ocalan jî dike. Abdullah Ocalan ku di bin bandora bizavên bîrdozî û polîtîk ê nû de dimîne, xwe bera nava pêvajoya biryargirtineke nû dide. Gava çepgirî hêdî hêdî parçe dike, xwe di nava çalakiyan de dibîne.
Abdullah Ocalan, bi valahiya ku ji ber 12'ê Adarê li çepgiriyê peyda dibe, ji nişka ve bi rêbertiya ciwantiyeke neamade re rû bi rû dimîne û barê rêveberiya Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) û serokatiya fiîlî ya komeleyê hildigire. Bi kûrbûna krîzan re wekî çareserî li tevgereke kurd a çepgir digere û di sala 1972'yan de dest bi hewldaneke pratîk dike. Di 1973'yan de jî tevî komeke hevalên xwe li Bendava Çûbûkê ay Enqereyê bi teza "Kurdistan mêtingeh e" civînekê li dar dixe. Piştî vê civînê, hîmê PKK'ê ku dê di 27'ê Mijdara 1978'an de bê avakirin, datîne.
Abdullah Ocalan ku dest bi xebatên pratîk kir, di navbera salên 1973-1978’an de dest bi serdana bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Abdurrahman Ayhan ê ku dema xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê bûye Abdullah Ocalan nas kiriye, di sala 1977'an de bi Rêberê PKK'ê re serdana Agiriyê kiriye. Ayhan di salvegera 26'emîn a komploya navdewletî ya li hemberî Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê nirxand.
HEVNASÎN
Ayhan da zanîn ku di sala 1974'an de li Enqereyê li malekê Abdullah Ocalan nas kiriye û got ku dem bi dem jî li kampusa girtîgehê bi hev re sohbet kirine. Ayhan anî ziman ku Abdullah Ocalan geşedanên li cîhanê pir baş dixwend û wiha got: “Carinan di axaftinan de ku li baxçeyê zanîngehê ji me re dikir, asoya me vedikir. Ocalan xwedî kesayetek pir cuda bû. Wê demê gelek tevgerên şoreşgerî hebûn lê axaftin, perspektîf, nirxandin û şêwaza têkiliyê ya Ocalan mirov dikir heyranê xwe. Wê demê jî min fêhm kir ku ev mijar bandorek mezin li ser min kiriye. Ocalan her tim hişyarî da me ku haya me jê hebe ku kurd û Kurdistan kolonî ye û vê yekê lêkolînê bikin."
Ayhan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan têkoşîna heqîqetê gihandiye roja îro û got ku li dijî feraseta "Kurdistan tune ye û meftûn e" ji nû ve gelê kurd rakiriye ser pêyan û hê jî ji bo vê têdikoşe. Ayhan anî ziman ku bi têkoşîna Ocalan kurd bûne leheng û dengê xwe ragihandine cîhanê. Ayhan got: "Abdullah Ocalan tim li dijî qirkirin û înkarkirinê têkoşîna gelê kurd esas girt. Rêberê PKK'Ê bi fikirên xwe keseyatiyekî pir cuda ye û mirovan tim ber bi fikirandinê ve dibe."
Ayhan bilêv kir ku Abdullah Ocalan tim îşaret bi têkoşîna nasnameya kurdên tên înkarkirin û qirkirin kiriye û got ku Rêberê PKK'ê bi ramanên xwe kesayetek pir cuda ye û her tim mirovan teşwîq dike ku bifikire.
GERA BI ABDULLAH OCALAN RE
Ayhan da zanîn ku Abdullah Ocalan di sala 1977'an de serdana Agiriyê kiriye û wê gavê ew jî li cem wî bûye û wiha got: "Di Gulana 1977'an de ji min re got 'Em bi te re herin Agiriyê'. Me bi hev re bilêtên xwe kirîn, li otogara Enqereyê li otobusê siwar bûn û di nava 24 saetan de hatin Agiriyê. Ocalan li vir bi saziyên sivîl, komele û gel re hevdîtin pêk anî û axaftin kirin. Axaftina wî bi piranî li ser kolonîbûna Kurdistanê û înkarkirina kurdan bû. Min bala xwe dayê ku ew bi berdewamî çavdêriyan dike. Ocalan her tim li gel guhdarî dikir. Min hema hîs kir ku ev mirov çi dixwazin an çiqas haya wan ji ketina rewşek kolonyal heye. Ocalan bi xwe bawer bû û min di çavên kesên din de ku wî bi wan re xeber dide, didît ku ji wan dibe hêvî."
'LI ROJHILATA NAVÎN AKTOREKÎ GIRÎNG E'
Ayhan diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn aktorekî girîng e û destnîşan kir ku aramnca komploya navdewletî tunekirina têkoşîna hebûnê ya gelan e. Ayhan got: “Ocalan rastiyek derxist holê. Hem ji gelê xwe hem jî ji gelên cîhanê re diyar kir ku divê kurd bi çand û nirxên xwe bijîn. Ocalan ji bo jiyana wekhev û demokratîk a hemû gelên li erdnîgariya Mezopotamyayê têkoşiya. Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve banga aştiyê li gelê xwe dike ku bi awayekî demokratîk bijîn. “Hêzên desthilatdar û hêzên komploger ji ber ku hem bi hêza Ocalan hem jî bi hêza wî ya di warê aştiyê de dizanibûn komployeke derexlaqî pêk anîn."
‘PARADÎGMAYÊ KOMPLO PÛÇ KIR'
Ayhan diyar kir ku armanca din a komployê kûrkirina polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn e û got: “Ji ber ku fikir û ramanên Ocalan planên hêzên serdest têk dibirin. Bi vê boneyê plana komploya navdewletî ya li dijî Ocalan ku gelek welatan tê de cih girt, ket meriyetê. Lê helwesta Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê û paradîgmaya ku pêşxistibû van planan hemû pûç kir. Mînaka vê ya herî berbiçav jî paradîgmaya Ocalan a li Rojava hat jiyîn. Ji bo gelên bindest û ketine nav pençên kedxwarî û asîmlasyonê bû hêvî."
Ayhan bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê jî parçeyek ji komployê ye û diyar kir ku dema gelên cîhanê xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan derketin ev plan hemû hatin pûçkirin.
‘PARADÎGMA JI BO GELAN BÛ HÊVÎ'
Ayhan anî ziman ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk vebijêrkeke nû ya jiyanê pêşkêşî gelan dike û bûye hêvî û got: “Paradîgmaya ku Ocalan pêş xistiye diyariya mirovahiyê ye. Îro hêzên ku alîgirê şer in, ji bo ku ev paradîgma neyê jiyandin, çi ji destê wan tê dikin. Ocalan vê lîstika hêzên modernîteya kapîtalîst şikand. Ji bo vê alternatîfek pêşkêşî me kir. Ev helwest, îdeolojî û felsefeya Ocalan derfetê dide mirovahiyê ku nirxên xwe yên windabûyî ji nû ve bi dest bixe. Loma haya kurdan ji vê rewşê heye, lê divê hemû cîhan baş fêm bike. Li dijî zîhniyeta ku îro li ser me tê ferzkirin û hewl dide hemû nirxên me ji holê rake, divê hem li Ocalan hem jî li paradîgmaya wî xwedî derkevin."
‘DIVÊ EM BI HEV RE TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
Ayhan ji bo kampanyayê û greva birçîbûnê banga xwedîderketinê kir û got: "Heta tecrîda mutleq a li ser Ocalan dewam bik, dê ne meseleyea kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin ne jî dê aştî bê ser vê xakê. Pêşîgirtina li hevdîtinên malbat û parêzeran nîşanî me dide ku hêzên desthilatdar çiqasî dijwar in. Îro bi mîlyonan mirov dixwazin tecrîd bê şikandin. Her kesê ku dixwaze mirovahî li vê xakê dîsa bi nirxên xwe bijî, divê dev ji vê polîtîkaya tecrîdê berde û dengê xwe bilind bike."
MA / Hakan Yalçin