QERS - Qersa ku Abdullah Ocalan di sala 1976’an de dest bi tûra xwe ya rojhilatê bakurê Kurdistanê kir, piştî 48 salan bû rawestgeha ewil a Meşa Mezin a Azadiyê. Yek ji meşvanan Omer Ocalan wiha got: “Xwezî zimanê Keleha Qersê hebûya û vegotibûya ku gelê kurd çawa bi tovên azadiyê yên wê rojê hatin avêtin aj da.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1976’an de tûra rojhilatê bakurê Kurdistanê ku çend bajar di nav de bûn da destpêkirin û civîna ewil bi tevlibûna 40 kesan li Keleha Qersê hate lidarxistin. Piştî amadekariyên bi rojan hatin kirin gelek kesên li Qers û Erdexanê dijîn tev li civînê bûn û Ocalan guhdarkirin. Ocalan piştî vê civînê li navçeya Dîgorê ku tê re derbas bû civîna gel li dar xist û pişt re derbasî navçeya Agirî ya Bazîdê bûbû.
Şahidek wan rojan wiha vedibêje: “Hevalan ew wergirtin û birin Selîm Otelê. Di saetên serê sibê de derdikevin kelehê û li wir bi 40 kesan civînekê li dar dixin. Gelek kesên weke Akîf Yilmaz girîng jî tev li civînê dibin. Piştî wê civînê derbasî Dîgorê dibin. Li wir di mêrgekê de dicivin. Wê şevê li Dîgorê mala xwendekarekî dimînin. Du rojan li wir dimînin. Ji ber erdnîgariya Dîgorê dibêjin ku bajêr pêşve naçe. Hate vegotin ku divê Dîgorê ber bi herêma gir ve were veguhestin. Li wir dibêje ‘Rojekê dê ev çiya azad bibin.’ Pişt re derbasî Bazîdê dibin. Piştî ku Heqî Karer tê kuştin tûr li wir diqede.”
‘LI HER CIHÊ KU ÇÛYÊ DILSOZIYEKE MEZIN AJ DIDE’
Şahidê ku tiştên di civîna li Qersê hatin axaftin de jî vegot, wiha got: “Wê demê gelek avadaniyên kurdî hebûn. Nûnerên gelek ji wan di wê civînê de anîn bahev. Pişt re em hîn bû ku ev nûnerên avadaniyên kurdî ku tev li civînê bûbûn, hemû tev li tevgera rizgariya netewî kirine. An ku di tûra rojhilat de li her cihê ku diçûyê gel bi awayekî girîng birêxistin kiribû. Sedema dilsoziya bajêr û navçeyên em behsa wan dikin tovên birêz Ocalan wê serdemê avêtine. Bifikirin li Dîgorê kesên MHP’î jî piştî demekê di nav tevgerê de cih girtin. Li her cihê ku çûyê rêxistinkirineke gelek baş çêbû. Her cihê ku çûyê weke cihên ku tovên dilsoziyeke mezin lê hatine çandin didome. Di wê civînê de di ketina kelehê de nobedar tên sekinandin û bi vî awayî ewlehî pêk tê. Kevirên bi rêz hene li wir, li ser yek ji wan rûnişt û axaftin kir.”
LI QELEHA QERSÊ PIŞTÎ 48 SALAN HEMAN HEST…
Di civîna ku tam 48 sal berê pêk hat de ji bo Ocalan ê ku di civînê de daxwazên azadiya gelê kurd anî ziman û bingehên têkoşîna rizgariya neteweyî danî, îro li heman bajarî bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî”, “Meşa Mezin a Azadiyê” hat destpêkirin.
Yek ji meşvanan biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, behsa tovên azadiyê yên ku Abdullah Ocalan wê rojê avêtine çawa aj dane kir.
Omer Ocalan ê li Keleha Qersê sekinî û ew roj bi bîr anîn wiha got: “Ne pêkane ku mirov li vir hestiyar nebe. Gelê kurd ê ku di bin zilmê de ye gelek caran bi komkujiyan re rûbirû ma. Zarokên vî gelî li dijî zilmê hatin bahev û li ser dikarin çi bikin axivîn. Hejmara wan gelek nebû, eşîreteke wan a mezin nebû. Ew ne zarokên axa û began bûn, zarokên vî gelî bûn. Belê em li quntara Keleha Qersê ne. Li vir herkes behsa dîrokekê dike. Birêz Ocalan dema ji bo li Serhedê bigere tê, li vê kelehê bi gelek mirovan re civiyaye. Ji bo ku têkoşînê mezin bike liv ir gelek kes qaneh kirine. Gelek sal bi ser re derbas bûn, kurdên ku berê bi tunebûnê re rûbirû man niha gihiştine bi milyonan.”
‘LI VIR TOVÊN VÎNEKÊ HATIN AVÊTIN’
Ocalan, anî ziman ku gelê kurd bi berxwedaneke mezin heta van rojan hat û wiha berdewam kir: “Li vir tovên vînekê hatin avêtin. Birêz Ocalan ê ku ev tov avêtin niha bi tecrîdeke mezin re rû bi rû ye. Ji bo ku em vê tecrîdê rakiin di pêşengtiya DEM Partiyê de me çalakiyek da destpêkirin. Daxwaza me ew e ku mafên heyî werin nasîn. Em dibêjin mafê kurdan ê li Kurdistanê bijîn heye. Mafê birêz Ocalan yê weke rêberekî gelê kurd, bi gelê xwe re were bahev heye. 35 meh in bi tu awayî agahî nehatiye wergirtin. Bedelên mezin hatin dayîn. Sedema girankirina tecrîdê ya dewletê, dizane ku çirûskeke ji wir derkeve dê rê li ber çi veke ye. Dengê kurdan li Îmraliyê ye. Heke ji Îmraliyê dengek derkeve, siyaseta demokratîk dê bêhnê bistîne, dê ji hemû kurdan re bibe moral û motivasyon. Gelê kurd ji bo ku birêz Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze daxwaza azadiya wî dikin.”
‘KELEHA QERSÊ ŞAHIDE KU EV TÊKOŞÎN BI ÇI ŞERT Û MERCAN MEZIN BÛYE’
Ocalan, destnîşan kir ku sed sal in gelê kurd êşên mezin dikişine lê dest ji têkoşînê bernedaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedsaleke biêş paş ve ma. Divê em destûr nedin ku sed saleke din jî bi êşan derbas bibe. Em dixwazin li vê axê bi hev re bi awayekî azad bijîn. Rêberê her gelî hene, gelê kurd jî birêz Ocalan weke rêber dibîne. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bikin. Dewlet jî dixwaze di kesayeta Îmraliyê de kurdan bifetisîne. Dîrok û Keleha Qersê şahidin ku ev têkoşîn bi çi şert û mercan mezin bûye. Li Enqereyê dest bi rêwitiya xwe kirin û li vê kelehê domandin, derbasî Dîgor û Bazîdê bûn, bi saetan axivîn û gelek kes qaneh kirin. Ji ber hêzên paramîlîter li Dîlokê Heqî Karer şehîd dixin gera birêz Ocalan û hevalên wî di nivî de dimîne. Li hemû bajarên ku birêz Ocalan çûyê manewiyatek, ruhekî şoreşger hate afirandin. Li vir tovên têkoşîna azadiyê hatin avêtin. Gelê qersê, gelekî welatparêz e. Li vir gelek gel bi hev re dijîn. Divê ev gel di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe bilîzin. Li kêleka me bajarê Akîf Yilmaz Erdexan heye. Di têkoşînê de canên xwe yên hêja dan. Dîrok vê ji me re dibêje. Heke zimanê vê kelehê hebûya da dîroka Kurdistanê vegotibûya.”
‘JIYANA NÛ DI PARADÎGMAYA OCALAN DE VEŞARTÎ YE’
Ocalan, anî ziman ku bi Meşa Mezin a Azadiyê ya destpêkirine, dê tevahiya meşê azadiya Ocalan daxwaz bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên digotin me li Çiyayê Agiriyê kurd xelas kirin û ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ bila binêrin bi milyonan kurd çawa xwedî li vîna xwe derdikevin. Em ê di navbera 1 û 15’ê sibatê de ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan meşekê li dar bixin. Girîng bû ku ev meş ji Qersê dest pê bike. Em ê derbasî Dîgor, Tozan û Îdirê bibin û rêya me dirêj e. Ev gel dê xwedî li vîna xwe derkeve. Em dikarin vê bi rehetî bibêjin; daxwazên me tiştên rewa ne. Em dikarin bi hev re pergaleke demokratîk biafirînin. Jiyana nû ku Rojhilata Navîn lê digere, di paradîgmaya birêz Ocalan de veşartî ye. Divê êdî em vê derxînin holê. Dema ku em Modernîteya Demokratîk li Kurdistan û Rojhilata Navîn têxin meriyetê hatiye. Em dikarin encax bi vî awayî pêşiyê li xwîna bi salane tê rijandin bigirin.”
MA / Adnan Bîlen – Emrûllah Acar