HATAY - Sekretera Şaxa Egîtîm Sena Hatayê Sûna Kadayifçi diyar kir ku tevî salek bi ser erdhejê re derbas bûye jî hêj jî piştgiriyeke psîkolojîk bi xwendekaran re nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên cihê mayînê û veguhestinê hêj didome. Xwendekaran hêj jî travmayê dijîn.”
Di erdhejên navenda wan Mereşê de yek ji bajarên ku herî zêde ziyan gihiştiyê jî Hatay bû. Li gel ku bi ser erdhejê re salek derbas bûye jî hêj jî pirsgirêkên perwerdeyê yên li bajar nehatine çareserkirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) ê demê Mahmût Ozer piştî erdhejê ragihand ku li 11 bajaran heta 1’ê adarê navber dane perwerde û hînkirinê û ji bo 71 bajaran jî got ku dê perwerde bidome. Li Hatayê perwerde di 27’ê adara 2023’yan de dîsa dest pê kir. Wezîr Ozer, diyar kir ku di 24’ê nîsanê de tevahiya dibistanên li Hatayê hatine vekirin lê belê Parlamentera CHP’ê ya Hatayê Nermîn Yildirim Kara çendek dane bi dest xist û li gorî van daneyan; ji 622 dibistanan tenê 111 jê vebûne.
Li gorî daneyên Kara; li Antakyayê ji 265 dibistanan li 27’an, li navçeya Defneyê ji 155 dibistanan li 40’an, li Samandagê ji 90 dibistanan li 21’an û li Kirikhanê jî ji 112 dibistanan tenê li 23 dibistanan perwerde hatiye destpêkirin. Li Hatayê gelek dibistan perwerdeyê di bin konteyneran de didin û vê rewşê jî bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. MEB jî di mijara rêyên ne bi ewle yên dibistanan, dayîna dersan a di bin konteyniran de û ji bo travmayên zarok dijîn tu çareserî pêş nexist.
Bi boneya salvegera erdhejê me pirsgirêkên di qada perwerdeyê de li Hatayê tên jiyîn ji perwerdekaran û malbatên xwendekaran pirsî.
Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Hatayê Sûnay Kadayifçi pirsgirêkên di qada perwerdeyê de yên piştî erdhejê derketin holê rêz kir. Kadayifçi, diyar kir ku ji hêla fîzîkî ve hêj gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin û dibistanên xesar gihiştibûyê hêj nehatiye tamîrkirin. Kadayifçi, wiha domand: “Xwendekarên gelek dibistanan ji neçarî di konteyniran de perwerdeyê dibînin. Ji ber taybetiyên konteyniran, perwerdeyeke bitendurist nayê dayîn.”
LI DIJÎ TRAVMAYÊ TU PIŞTGIRIYA PSÎKOLOJÎK TUNE YE
Bi domdarî Kadayifçi anî ziman ku zarokên ku erdhej jiyayîn ji ewil pêdiviya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye û wiha derbirî: “Di mijara perwerde û hînkirinê de em gelek tiştan nikarin bidin zarokan. Ji ber tiştên jiyayîn, di asta tê xwestin de serwext nabin. Hêj gelek xwendekarên me di konteynir û konan de dijîn. Dema di nava malbatekê de gelek xwişk-bira xwendekar bin, wê demê derfeta xebatê jî nabînin.”
DÊ DI NAVA ŞERTÊN NEWEKHEV DE BIKEVIN EZMÛNÊ
Di berdewamê de Kadayifçi bi lêv kir ku zarokên di konteynir û konan de dijîn derfeta xebitîna dersan nabînin û wiha got: “Ev zarok dê tevî xwendekarên li seranserî Tirkiyeyê bikevin heman ezmûnê. Ev yek bi xwe re ‘newekheviya firsendan’ tîne. Ev rewş, bandoreke neyînî li ser motîvasyona xwendekaran dike. Divê di ezmûnên hevpar de MEB wekheviya firsendan esas bigire. Me ji bo vê bang kir lê weke ku tiştekî pir asayî be tevgeriyan. Li bajarên din jî şertên nebaş hene lê şertên li vir pir pirsgirêk in. Divê MEB ji bo xwendekarên li vê herêmê danekî xwarina bêpere bide û ava paqij bide. Dema MEB li herêmên erdhejê xebatan dike, agahiyê nade sendîkayan. Pirsgirêkên sendîka dibêjin nayên çareserkirin. Heta ji bo mamosteyan konteyniran jî peyda nake. Veguhestin hêj jî pirsgirêkeke mezin e. Konteynir li deverên dûrî bajar hatine çêkirin. Wesayîtên mamosteyan nînin lewma nikarin bên dibistanê. Me dibistanên xesar gihiştinê diyar kirin û ji MEB’ê re şandin. Lê tiştek nekirin. Gotin ku ji ber bûdçeyê nikarin van dibistanan temîr bikin û nikarin ji bo veguhestinê bibin alîkar.”
RÊYA DIBISTANÊ JI BO ZAROKAN TALÛKE YE
Yek ji mexdûrên erdhejê jî Gulîze Înce ye. Înce, got ku yek jê 6 salî û yek jî 10 salî du zarokên wê hene û piştî erdhejê çûne Antalyayê. Înce, diyar kir ku heta demekî li wir mane û piştre jî vegeriyane Hatayê. Bi domdarî Înce ev tişt anî ziman: “Dema zarokên min vegeriyayîn Hatayê, ji bo telafîkirina dersên berê tu perwerde nehat dayîn. Konteynir jî ji navendê dûr in û rê li ber mexdûriyetan vedikin. Her wiha fêrgeh û navendên etûtan li bajar tune ne. Zarokên me ji dersên xwe paşde mane. Ez hêj jî serwîsê peyda nakim. Lewma ez zarokê xwe yê biçûk mehê 3-4 caran dikarim bibim pêşdibistanê. Rê gelek xerab in û hêj jî kemçe û kamyon dixebitin. Welatî nikarin di rêyan de bimeşin. Dema hûn dimeşin, bi xetereyan re rû bi rû dimînin. Avahiyên ku hindik ma ye biherifin hene. Mimkin nîne hûn zarokên xwe bi tena serê xwe bişînin dibistanê. Di bin konan de jî derfeta wan a xebatê nîne. Tu tiştekî asayî nebûye. Em jî mîna her kesî jiyaneke asayî dixwazin.”
MA / Yusra Batihan