ŞIRNEX - Tevî gelek serokên baroyan, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da û wiha got: “Em qala mirovekî ku milyonan kes jê re dibêjin ‘vîna me ye’ dikin. Tecrîd di rewşek wisa de ye ku hem wek hiqûqî hem jî wek siyasî nayê qebûlkirin.”
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 35 meh in tu agahî nayên girtin. Di 22’yê çileyê de, hezar û 330 parêzer ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Yek ji wan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz e. Dîlsîz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin.
‘ŞERT Û MERCÊN ÎMRALIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN’
Dîlsîz bal kişand ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 3 sal in di bin tecrîdeke mutleq de tên ragirtin û wiha axivî: “Beriya wê jî hevdîtin baş nedihatin kirin. Ev sê sal in nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li gorî hin periyotan cezayên dîsiplînê didin û dixwazin vê pêvajoyê rewa bikin. Me beriya niha jî serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroya Tirkiyeyê (TBB) da. Me da zanîn ku ne tenê rewşa Ocalan, divê rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin jî were başkirin, serlêdan kir.”
‘QANÛNAN BIN PÊ DIKIN’
Dîlsîz raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) bi bîr xist û got: “Serlêdan hatin kirin lê belê ji ber nediryarbûna pêvajoya siyasî, em nizanin bê ka dê rewş çawa be. Weke hiqûqnasekê dibêjim ku, ne pêkan e şert û mercên heyî werin qebûlkirin.”
Di berdewama axaftina xwe de Dîlsîz ev tişt anî ziman: “Em hemû dibînin ku daraz bûye siyasî. Me dît ku li gorî daneyên ewlehiya hiqûqê, Tirkiye di welatên cîhanê de bûye 116’emîn. Tirkiye ketiye pey welatên wekî Ugandayê. Ji bo welatekî ku jê re hiqûqî tê gotin re, ev rewş tirsnak e. Berî niha ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek dabû û li gorî wê biryarê tevnegeriyan. Wê demê ji tevahiya Tirkiyeyê dengek derneket û ji niha jî ji bo Can Atalay hate kirin. Vê gavê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî bin pê dikin. Em dikarin bêjin ku Destûra Bingehîn tune dihesibînin pêk naînin. Destûra Bingehîn peymaneke di navbera dewlet û welatiyan e. Çawa ku dema welatî li gorî vê tevnegerin mueyîdeyeke wê heye, rayedarên dewletê, hikûmet û desthilat jî neçare ku li gorî vê yekê tevbigerin. Lê belê em dibînin ku, ji ber sedemên cuda vê yekê bin pê dikin.”
MÎLYONAN KES JÊ RE DIBÊJIN ‘VÎNA MIN E’
Di dawiya axaftina xwe de Dîlsîz anî ziman ku milyonan kes ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gotine “vîna min e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas li gorî qanûnên Tirkiyeyê hikûm xwaribe û niha înfaza vê yekê were pêkanîn jî, aliyeke siyasî yê vê rewşê heye. Pêvajoya ku jê re ‘Pêvajoya Çareseriyê’ tê gotin bi Îmraliyê re hatibû kirin. Em her roj agahiyên pevçûn û mirinan digirin. Niha dikare vê rewşê ji holê rake û asêbûna siyasî ji holê rake, gotinan bêje. Ji ber vê di bin tecrîdê de tê girtin, hem weke siyasî hem jî weke hiqûqî ne rewşeke ku were qebûlkirin e. Hezar û 330 parêzerên li Tirkiyeyê destnîşan kirin ku ev yek nayê qebûlkirin û serlêdan kirin.”
MA / Omer Akin