NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Dadgeha Kargêrî ya Bilind Yilmaz Akçîl ku di biryara vekirina Ayasofyayê ji bo taetê û vekişîna ji Peymana Stenbolê îmze kiribû, ji bo endamtiya AYM’ê hate tayînkirin.
Biryara têkildarî bijartina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî vê yekê; endamê Dadgeha Kargêrî ya Bilind Yilmaz Akçîl ji nava sê endamên Dadgeha Kargêrî ya Bilind hate hilbijartin û bû endamê Dadgeha Destûra Bingehîn.
BIRYARÊN AYASOFYA Û PEYMANA STENBOLÊ
Daîreya 10’an a Dadgeha Kargêrî ya Bilind ku Akçîl serokê wê bû, biryara ji bo ku Ayasofya li taetê were vekirin îmze kiribû. Di heman demê de biryara bi îmzeya Erdogan a ji bo betalkirina Peymana Stenbolê jî ji hêla Daîreya 10’an a Dadgeha Kargêrî ya Bilind a Akçîl serokatiya wê dikir ve li gorî hiqûqê hatibû nirxandin.