ŞIRNEX - Ketina Çiyayê Gabarê 15 roj din hate qedexekirin.
Ketina Çiyayê Gabarê yê di nava sînorên navçeya Basa û Şirnexê de ye ji bo 15 rojan hate qedexekirin. Walîtiya Şirnexê daxuyand ku Çiyayê Gabarê weke “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî hatiye îlankirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Herêma çiya ji 26’ê çileya 2024’an heya 09’ê sibata 2024’an, ji bo 15 rojan weke Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî hatiye îlankirin.”
Heman herêm beriya niha jî du caran, 15 rojan hatibû qedexekirin.