ŞIRNEX - Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebûbekir Denîz 23 sal berê li Silopiyayê hatin windakirin. Dayikên wan gotin: "23 sal derbas bûn, lê êşa wan kêm nebe û her diçe mezintir û dijwartir dibe. Dema bi ser windakirina wan re 10 sal jî derbas bûn hêviya min hebû ku rojekê bên. Lê piştî ev qas sal derbas bûn, hêviya min jî bi wan re mir û winda bû."
Li Kurdistanê di salên 1990'î de bi hezaran mirov yan di kolanan de û yan jî di binçavan de bi îşkenceyê hatin qetilkirin û piştre jî hatin windakirin. Ev qirkirina ku bi destên hêzên tarî yên dewletê ve hatin kirin heta salên 2000'î berdewam kir.
Ji van kesan yek jê Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û yek jê jî rêveberê wê Ebûbekir Denîz e. Di 25'ê Çileya 2001'ê de tu xeber ji rêveberên HADEP’ê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz ji bo îfade gazî wan kiribû û çûbûn qereqolê, nehatine wergirtin. Taniş û Denîz ên ji ber xebatên partiyê gelek caran ji aliyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz vê gef li wan dihat xwarin, li ser gazîkirinê çûn qereqolê, lê hew ji wir derneketin. Malbat ji bo aqûbeta wan doz vekir, lê belê encam nehat standin. Ji ber ku encamek derneket malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMME’yê di 2’yê Tebaxa 2005’an de Tirkiyeyê mehkûm kir ku tazmînatê bide malbatan. Piştî vê biryarê jî têkoşîna malbatan a hiqûqî berdewam dike, lê di dîtina cenazeyan de û kiryaran de heta niha tu encam nehatiye bidestxistin.
Bi ser qetilkirina Taniş û Denîz 23 sal derbas bûn. Bi munasebeta salvegera qetilkirina wan de dayika Ebûbekir Deniz Emine Denîz û dayika Serdar Taniş Rabia Taniş axivîn.
Dayika Ebûbekir Deniz Emine Deniz a 90 salî ye û di nav ciya de ye bi salan e li bendê ye ku gorek kurê wê hebe. Dayik Emîne wiha axivî: "Li malê firavina xwe xwariye, nimêja xwe kiriye û ew hevalê xwe derketine. Yê malê jê re dibêjin, 'tu çima ev qasî lez dikî,' ew jî dibêje,'ez ê biçim Iraqê.' Xwarina xwe nexwariye û bi rê ketiye çûye. Piştî ku ew derket, êvarî bêhna min teng bû. Piştre telefonek ji me re hat. Ev telefon ji Semsûrê li me digeriya. Lê min nezanî ku çi gotin, ê malê ji min re negotin. Ez tirsiyam min got qey di rê de qeza kiriye. Piştre min ji kurê xwe re got,'bêjin çi çêbûye?' Piştî wê telefonê gotin, 'Ebûbekir hatiye malê yan nehatiye?' piştî vê pirsê zimanê min negeriya û min got,'Ebûbekir qeza kir?' Kurê min got,'na qeza nekiriye mirov nikare ji te pirsekî bike. Kesek li me geriya û dibêje ka Ebûbekir hatiye girtin yan nehatiye girtin.' Me di navbera xwe de ev nîqaş dikirin xebera me hê di devê me de li ber derî kesekî bang kir û got,'Mehmet Mehmet' em bi hevre rabûn çûn, lê li ber derî taxsiyeke spî û sê polîs tê de derketin û gotin,'Ebûbekir li ku ye?' Kurê min Mehmet jî jê re got,'hûn dizanin ku Ebubekîr li ku ye, di destê we de ye.' Piştre telsîz dan ber devê xwe tiştek gotin û li wesayîtê siwar bûn û çûn. Piştre me zanî ku Serdar jî winda ye û me dest bi lêgerîna wan kir. Yê malê bi rê ketin û xwestin biçin Şirnexê lê li Qesirkê rê nedan û nehiştin ku biçin. Ez wê demê jî nexweş bûm. Piştre bûka min û zarokên min çûn Enqere, Stenbol û Amedê lê geriyan. Lê me encam jê nestand."
'EZ SEBRA XWE BI ÇÎ BÎNIM, BÊHNA XWE BI ÇI DERXÎNIM?'
Denîzê got ku tenê daxwaza wê ew e ku hestiyên kurê xwe bibîne û goreke wî hebe da ku dilê wê rehet bibe û wiha got: "Ji roja ku ew hatine windakirin heta niha ez ne dikarim lê bigerim û ne jî dikarim ku têkoşîna hiqûqî bidim. Ez hem dayika wî û hem jî bavê wî bûm. Ew derfetên wê demê ne yê wekî niha bûn. Ez bêriya wî dikim. Lê çû û êdî nayê. Ez ê çawa heqê xwe li wan helal bikim, ez ne li vê dinê û ne jî li wê dinyaya din heqê xwe helal nakim. Yê ku kurê min wenda kirî û yê ku tiliya wan di wendakirina wî de heyî ez ê wan efû nekim. HADEP ne partiyeke qedexeye bû, fermî bû.Bi çekê kuştiban, di avê de xeniqandiban, şewitandiban û ji min re bihata gotin û min bizaniba ku çawa birin çi jê kirin zanîba bêhna min rehet dibû. Ez ê wan kesên ku agir berdana kezeba min çawa efû bikim? Miriyê mirovî dimre mirov miriyê xwe veşêre û her înê, her 2-3'ê rojan carekî diçe ser gora wî/wê bêhn dike wê axê heçkû bêhna wî miriyî jê tê û sebra mirovî bi wê axê tê. Ka ez sebra xwe bi çi bînim, bêhna xwe bi çi derxînim? Sebra min xwedê ye. Me çi zirar nedabû kesekî."
'HÊVIYA MIN BI WAN RE MIR Û WENDA BÛ'
Dayika Serdar Taniş Rabîa Tanişê jî da zanîn ku kurê wê her tim di bîra wê de ye û got ku ne pêkan e ku ew kurê xwe ji bîr bike û wiha got: "Ev 23 sal di ser qetilkirina wan re derbas bûn. Hê heta niha jî aqûbeta wan diyar nebûye. Li ku winda kirin, çawa winda kirin hê diyar nekirine. Ev 23 sal derbas bûn lê êşa wan kêm nebe û her diçe mezintir û dijwartir dibe. Pir zehmet e ku mirov tiştekî ji nizan e. Dewletê û Levent Ersoz kurê min winda kirin. Berî bê windakirin ji bavê wî re gotibûn, 'bêje kurê xwe bila dev jê berde, heke na em ê wî winda bikin.' Heta ku bavê wî lê geriya û jê re got, 'ez nabêjim dev ji karê xwe berde lê here çend mehan dûr bikeve.' Lê Serdar jê re got, 'tu dikarî min bikûjî lê ez nikarim dest jê berdim, ez ti deveran ve jî naçim.' wW digot me partî vekiriye partiyeke fermiye tiştek nine. Ew ti carî ji bîra me naçin. Ne bi şev û ne jî bi roj ji bîra me naçin. Heke ku goreke wan hebûya mirov dê bizana ku mirî ne. Mirov dikarî biçiya ser tirba wan û duayek jê re bikira. Lê ji ber ku aqûbeta wan nizanin çavê me her tim rê de ye û dibêjin,' dibe ku carekî, demekî,derekî gora wan hebe û bê dîtin' heta ku em sax bin em ê jibîr nekin. Dema ku bi ser wendakirina wan 10 sal jî derbas bû hêviya min hebû ku rojekî dê bê. Min digot dibe ku hatibe girtin û cezayê wî xelas bibe û derkeve bê. Lê piştî evqas sal derbas bûn hêviya min jî bi wan re mir û wenda bû. Xwedê heqê wan û zarokên wan erdê nehêle. Baweriya min bi edeleta dewletê nayê. Heta ku saxbim ev birîn dê neyê pêçan."
MA / Zeynep Durgut