WAN - Bi hatina zivistanê re şewb zêde bûn. Lê welatî, nikarin dermanan peyda bikin. Ji lew re derman ji ber ku dê fiyetê wan ji sedî 25 bê bihakirin, di depoyan de tên sekinandin. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersîn Karaman got: "Di serî de şirbûnên zarokan û hinek antîbiyotîk, gelek derman di piyaseyê de tune ne."
Gelek dermanên ku di tedawiya nexweşiyên curbecur de tên bikaranîn li Tirkiye û Kurdistanê nayên peydakirin. Bi ragihandina ku dê ji 25'ê Kanûna 2023'an pê ve bihayên dermanan ji sedî 25 zêde bibin, şirketên dermansaziyê ji bo ku zêdetir qezenc bikin dermanan xistin depoyan. Her çend di van demên dawî de hejmara kesên ku ji ber Covid-19, grîp û şewbê zêde bûne û nexweşxane tije bûne jî, nexweş nikarin dermanên ku ji hêla bijîşkan ve hatiye pêşniyazkirin bi dest bixin. Şirûbên zarokan jî di nav de êdî mirov bi zorê êşbiran peyda dikin.
Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersîn Karaman got: "Di serî de şirbûnên zarokan û hinek antîbiyotîk, gelek derman di piyaseyê de tune ne."
SEDEMÊN KRÎZÊN DERMANAN
Karaman îşaret bi sedema krîza dermanan kir û wiha got: "Piştî ku ev zêdebûn hat ragihandin bi hefteyekê şîrketan derman xistin depoyan."
Karaman wiha got: “Dermanfiroşên me dermanên di stokên xwe de dan nexweşan û dermanên di stokam de qediyan. Ji ber ku em nikarin ji şîrketan dermanan bikirin, em nikarin ji bo nexweşxan dermanan peyda bikin. Li Tirkiyeyê jî kûreke rasteqîn heye. Rêjeya kûra Euro ji sedî 32 derbas kiriye. Ji bo dermanan, rêjeya danûstendinê li dora 17.55 e. Di navbera van her du koman de ferqeke mezin heye. Ji ber vê sedemê şîrket naxwazin dermanan bişînin Tirkiyeyê."
Karaman anî ziman ku nexweş di peydakirina dermanan de zehmetiyan dikişînin û got: “Me di nava xwe de mekanîzmaya çareseriyê ava kir. Me bi pevguhertina dermanan bi dermanfiroşan re hewl da ku nexweş mexdûr nebin. Lê gava stokên me qediyan, mexdûriyet rû dan."
Karaman diyar kir ku piraniya dermanên koma amoksisilîn (antîbiyotîk) çendî biha bûne jî berpêşî piyaseyê nehatine kirin û wiha got: “Hinek derman, bi taybetî şerbetên zarokan û dermanên antîbiyotîk hê jî li bazarê nayên peydakirin. Di dermanan de bendek heye ku em jê re dibêjin 'benda hevre'. Dewlet berdêla herî guncav dide û dema ku nexweş bixwaze dermanê destnîşankirî bigire, neçar e ku wê ferqê bi xwe bide. Mixabin, niha tu derman tune ye ku ferqa wan tune be. Bi ser de jî fiyet zêde bûn. Bi vê re ev ferq zêdetir bû."
'TIRKIYE PÊGIRTIYÊ DERVE YE'
Karaman diyar kir ku piraniya dermanên li Tirkiyeyê tên bikaranîn ji derve tên û wiha got: “Piraniya fîrmayên dermanan biyanî ne. Di kûra Euro de bandeke ferqê heye. Bi taybetî di demsala zivistanê de şewb çêdibe û derman zêde tên bikaranîn. Yek ji sedemên ku ferqa derman ew qas zêde ye jî, zêdebûna biha ye. Ji ber vê zêdebûnê ji sedî 20 zêdebûn çêbû. Niha lêçûna ji kîsê welatiyan zêdetir bûye. Ji bo welatî dermanên erzantir bikirin, divê ferqa bihayan kêm bibe û mûçe zêde bibin."
Karaman diyar kir ku ji sedî 25'ê zema hatiye kirin tu fêdeyeke wê ji bo dermanfiroşan tune ye û got ku derman firoş bi krediyan li ser pêyan e.
DERMANÊN BI DEYN
Karaman anî ziman ku êdî pirtûka deynan a dermanfiroşan heye û got: “Axirê em li vir xizmeta gel, xizmeta tenduristiyê didin. Nexweş bê, heya em derman nedinê em nikarin wî/ê bişînin. Em neçar in ku heqê wê lid eftera deynan binivîsin. Mixabin, ji sedî 70'yê van dermaên di vê defterê de nayên. Lê dîsa jî em hewl didin ku nexweş mexdûr nebin. Em hewl didin ku bi krediyan xwe li ser pêyan bigirin."