ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li îktîdara AKP’ê kir û wiha got: “Rêya hûn tê de diçin ne çi rê ye. Werin li şûna lûtkeyên şer em lûtkeyên aştiyê li dar bixin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya hefteyê de têkildarî rojevên heyî axivî.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got ku li cîhan û Tirkiyeyê şer heye û wiha got: “Sedema xizaniya heyî jî ev şer in. Divê di sedsala duyemîn a komarê de komar demokratîk bibe.
Dema em li malbatên leşkerên di şer de jiyana xwe ji dest didin dinêrin, dimînin ku gelemperî malbatên xizan in. Zarokên malbatên xizan leşkeriyê dikin û dimirin. Lê ne Qesr û ne jî alîgirên wan tu agahiyên wiha nagirin. Divê bê zanîn ku êşa malbatên leşkeran herî zêde dayikên kurd fêm dikin.
SIVÎL TÊN QETILKIRIN
Piştî mirina leşkeran, dîsa dest bi bombebarankirina Rojava kirin. Sivîl tên qetilkirin. Santralên ceyranê, depoyên xurekan û nexweşxaneyan bombebaran dikin. Rojava niha tê bombebarankirin. Dema Rojava tê gotin, têkoşîna birûmet a li dijî DAIŞ’ê tifaqa gelê kurd û gelê ereb tê bîra mirov. Rojava ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên cîhanê li ber xwe da.
RÊYA WE NE ÇI RÊ YE
Weke DEM Partiyê em dibêjin ku rêya we ne çi rê ye. Em careke din rêya aştiyê pêşniyarî parlamento, partiyên siyasî û tevahiya civakê dikin. Rêya me rêya aştî, mezakere û çareseriyê ye. Rêya me rêya aştî û çareseriya bi rêyên demokratîk e. Em ê dev ji vê rêyê bernedin.
DIVÊ AVÊ LI VÎ AGIRÎ BIKIN
Hêzên emperyal herêm veguherandine qada şer. Em jî bi xwe ve mijûl in û şerê hev dikin û dibêjin ‘ev kurd e, nikare bi kurdî biaxive’ fetwaya qetilkirina kurdan didin. Em çi dikin? Li Rojava, Iraqê û Herêma Kurdistanê xelkê xwe qetil dikin. Lê ev wiha nameşe. Heta ku em pirsgirêka kurd çareser nekin dê aştî neyê vê herêmê. Divê em avekî li vî agirê şer bikin. Lewma em banga aştiyê dikin û divê para gelên kurd, filistînî û Yemenê bibe aştî.
BELGEYA GAVA BER BI ÇARESERIYÊ VE
Dê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler li Lijneya Giştî ya Meclisê têkildarî mirina leşkeran agahiyan bidin. Jixwe li qesrê di bin navê ‘Lûtkeya Ewlekariya Neteweyî’ lûtkeyek hate lidarxistin. Di sala 2015’an de li Qesra Dolmabahçeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk derfet dihatin nîqaşkirin. Belgeyeke di rojnameya fermî de hatibû weşandin heye. Di 10.07.2014’an de hate weşandin û wiha digotin; ‘Ji bo xurtkirina hevgirtina gel, dikarin gavên siyasî, hiqûqî, sosyo-ekonomîk, psîkolojîk, çandî û mafên mirovan bên diyarkirin.’ Di vê belgeyê de çarçoveya gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatibûn diyarkirin.
BIRÊZ OCALAN DIGOT ‘DIKARIM DI HEFTEYEKÊ DE ÇARESER BIKIM’
Birêz Ocalan jî di her axaftina xwe de digot; ‘heke derfetê bidin ez dikarim pêvajoya şer di hefteyekê de bi dawî bikim û derfetên aştiyê dikarin bên afirandin.’ Lê weke bersiv, dev ji mutabaqata Dolmabahçeyê berdan, şer giran kirin û tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin.
WERIN EM BI HEV RE LÛTKEYA AŞTIYÊ LI DAR BIXIN
Heke li gorî vê belgeyê tevbigeriyan niha li Tirkiyeyê ev êş nedihatin kişandin. Dê me qala demokrasiyê bikira. Em careke din bang dikin; şer û pevçûn çareserî nînin. Werin li şûna lûtkeyên ewlekariyê em weke temînata ewlekariyê, lûtkeyên aştiyê bi hev re birêxistin bikin.
SEDSALA HEJARIYÊ
Mîna şer, bedela krîza aborî jî xizan didin. Berdevkên îktîdarê li her derê dibêjin ‘dê ev sedsal bibe sedsala Tirkiyeyê ye.’ Lê li gorî me jî ji hêla kedkar û karkeran ev sedsal ji bo Tirkiyeyê bûye sedsala birçîtî û hejariyê.
LI HER ÇAR ALIYAN DENGÊ JINAN BILIND DIBE
Ji Îranê heta Kurdistan, Pakistan, Misir, Filistîn û Rojava û Tirkiyeyê, li her çar aliyên cîhanê dengê jinan olan dide. Ji bo bedena xwe, keda xwe, nasname û azadiya xwe, em rizgariya xwe birêxistin dikin. Em careke din soz didin ku dê bi rêya piştevaniya enternasyonalîst a jinan zincîrên xwe bişikînin û pêşeroja azad bi hev re ava bikin.
ŞOREŞA DEMOKRASIYÊ
Xebatên me yên ji bo hilbijartinê li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Hefteyek berê li nêzî 90 navendan me pêşhilbijartin li dar xistin û nêzî 100 hezar delegeyan dengê xwe dan. Ev pêşhilbijartin bi qasî ji dest hat berfireh hate girtin. Weke DEM Partiyê me şoreşek pêk anî. Me gavekî ku tu partiyeke din nikare hewl bide avêt. Spasiya her kesên di vê pêşhilbijartinê de ked dane dikim.
PÊŞHILBIJARTIN BÛN GAVA EWIL A ŞANDINA QEYÛMAN
Her wiha pêşhilbijartin ji bo me bûn gava ewil a şandina qeyûman. Bi rastî ev pîrozbahiya demokrasiyê di heman demê de paqijkirina herêmê ji qeyûman e. Ji hêla me ve êdî qonaxa duyemîn dest pê kiriye. Ew jî şandina qeyûman û avakirina feraseta şaredartiya demokratîk e. Lewma hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in. Em ê şaredariyên hatine xespkirin dîsa wergirin. Gelê me yê li şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dijîn, namzetên xwe bi îradeya xwe hilbijartin. Ev yek dê pêşî li tayînkirina qeyûman jî bigire.
Em ê êdî bi tu awayî rê nedin zîhniyeta xespker a li dijî destûra bingehîn û ne rewa. Em ê vê zîhniyeta we ya qeyûmperest ji holê rakin. Her wiha ne tenê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin, dê şaredariyên Şirnex, Çewlig, Agirî û Mûşê jî bi dest bixin.
Tişta ku em jê re dibêjin lihevkirina bajar, ew e ku hemû hêzên demokrasiyê yên bajar di tifaqê de cih bigirin. Em ê tu rêbazên ku gel ne di rêveberiya wê de qebûl nekin. Me got ku dê namzetên cihên pêşhilbijartin lê hatine kirin û yên li rojavayê welêt eşkere bikin. Piştre jî em neçarin derbasî qonaxa duyemîn bibin. Weke DEM Partiyê em ê destana demokrasiyê biafirînin. Ji bo vê jî em ê bi şev û roj bixebitin.”