NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan aqûbet û faîlên Mehmet Emîn Bak ê di bin çavan de hate windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin û Şîmonî û Hurmuz Dîrîl pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê çalakiya xwe domandin. Malbatên Windakiriyan ên di hefteya 779’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rêzan a Amedê hatin bahev, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser vekirin. Malbatan her wiha wêneyên xizmên xwe hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Mehmet Emîn Abak ê di 14’ê çileya 1995’an de li gundê Xanîka Herzem a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê bi serdegirtina malê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate binçavkirin, di binçavan de hate windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wî hate wergirtin hate pirsîn.
Nûnerê Herêma Anatoliya Başûrrojhilat û Rojhilat ê ÎHD’ê Tahîr Saçakli, diyar kir ku çalakiya wan a lêgerîna heqîqetê didome û wiha got: “Em hemû baş dizanin ku heta rastî dernekevin holê û sûcdar neyên darizandin aştî û aramî nayê vê erdnîgariyê.”
ÇÎROKA ABAK HATE XWENDIN
Endamê Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş jî çîroka Abak ê hatiye qetilkirin xwend. Piştî xwendina çîrokê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
LI ÊLIHÊ AQÛBET Û FAÎLÊN HEVJÎNÊN HEV ÊN DÎRÎL HATE PIRSÎN
Li Êlihê jî daxuyanî li ser Cadeya Gulistanê hate dayîn. ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 615’emîn de li pişt pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” aqûbet û faîlên hevjînên hev Şîmonî Dîrîl û Hurmuz Dîrîl ên di 8’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê hatin windakirin hate pirsîn.
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytûr çîroka Dîrîlan xwend. Çîroka Şîmonî û Hurmuz Dîrîl wiha ye: “Malbata Dîrîl ji ber zext û valakirina gundan neçar man di salên 1989’an û 1994’an de gundên xwe biterikînin. Malbata ku ji gundê xwe koç kirin li Stenbolê bi cih bûn. Piştî sala 2011’an polîtîkaya vegera gund, Şîmonî û Hurmuz Dîrîl vegeriyan gund. Li gund 3 malbat bi hev re dijiyan. Di 8’ê çileya 2020’an de li herêma ku gund jî di nav de Operasyonên Pençe 3 û Tevgera Qertal dihatin kirin. Piştî ku zarokên Dîrîlan negihiştin dê û bavê xwe hatin gund û dest bi lêgerîna wan kirin. Piştî ku bûyer hate bihîstin ji gundên derdorê komeke mirovan dest bi lêgerînê kirin. Lê agahî hate dayîn ku malbata Dîrîl a bi awayekî biguman winda bûn hatine dîtin û hate kirin ku lêgerîn bên sekinandin. Piştî bûyera windakirinê 70 rojan cenazeyê Şîmonî Dîrîl ji aliyê zarokên wê ve weke îşkencekirî li kêleka çêm hate dîtin. Ne rewşeke were fêmkirine ku malbatek li herêma ku operasyon lê hene winda bibe. Di encama polîtîkayên necezakirinê de faîl hêj di nava me de digerin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li ber Sumerbanka kevin a Konakê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya pankarta “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hate vekirin de vê hefteyê faîlên Komkujiya Basayê ya di çileya 1996’an de hate lidarxistin hate pirsîn. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî rêveberê şaxê Caner Canli xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 10’ê çileya 1996'an de leşkeran bi ser gundên Gîri û Xoranê yên Basaya Şirnexê de girtin û welatî Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Ali Nas, Neytullah Îlhan, Halit Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin û wiha hate gotin: “Di serdegirtina gundan de welatî Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Ali Nas, Neytullah Îlhan, Halit Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin. Birin Tabûra Eskerî ya Cendirmeyan a Şikeftiyanê. Cendirme, di 15'ê Çileya 1996'an de li keyayê gundê Bizinan û di heman demê de cerdevan Mehmet Onerî geriyan û diyar kir ku yên hatine binçavkirin dê wan serbest berde. Xwest dolmîşekê ji wan re bişîne. Oner ê ket nava şikan, ajokar bi tenê neşand. Li gel ajokar cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemir şandin. Dema ajokar Ramazan Nas bi dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 çû Tabûra Fermandariya cendirmeyan a Taşkonakê, di rêde rawestandin û kuştin. 4 cerdevan û 6 gundî bi giştî 10 kes kuştin û bedena wan bi qoltixên maşîneyê ve girêdan û şewitandin. Ewil gulebaran kirin û piştre şewitandin. Ajokarê dolmîşê ku xwest bireve piştre eskeran gule li ser wî reşandin û kuştin. Beden teslîmi malbatan nekirin. Piştre ji aliyê eskeran ve bi komî difin kirin.
‘EM DARIZANDINEKE ADIL DIXWAZIN’
Serfermandariya Artêşê di 16’ê çileya 1996'an de li gel hin rojnameger bi helîkopterê çûn Bassa. Serbaz Ogûz Kalelîoglû li cihê bûyerê daxuyanî da rojnamegeran û got: ‘PKK'ê ev komkujî pêk anî. Agirbesta ku îlan kiribûn xerakirin. Li cihê buyerê tenê 20 deqîqeyan rawestiyan. Destûr nedan ku gundî û şahidên bûyerê biaxivin. Piştre heyeta ku ji ÎHD'ê û Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê. Agahiyên ku şahidan dan li dijî agahiyên serbaz bûn. Li gorî lêkolînê derket holê ku ne PKK'ê hêzên dewletê ev komkujî pêk anîye. Malbatan serî li DGM'ya Amedê, Walîtiya OHAL'ê û Serfermandariyê dan. Lê encam nehat aşkerekirin. Hemû serlêdan û hewldan bê encam man. Bûyer birin DMME'yê. DMME'yê Tirkiye mehkûm kir. Di sala 2009'an de Wezîr Adnan Ekmen, got: 'Dema bûyer hat lêkolînkirin dewlet derket' Karê JİTEM'ê bû. Di sala 2012'an de Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Şirnexê Serbaz Ozcan Tozlu, di darizandina Ergenekonê de dema wekî şahid îfade da dadgehê, got ‘Beyî destûra eskeran çûk nedihat firandin. Komkujiya Basayê bi destûra Fermandarê Tugaya Piyade ya Akçayê Serheng Selahattin Ugurlu pêk hat. Di çavdêriya tîmê Rizgarkirin û Lêgerîna Muharebe ya Serheng Levent Goktaş de pêk hatiye. Ji aliyê Ahmet Ozalp û 6 cerdevanên xizmên wî pêk hatin. Lê heta niha kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Em dixwazin faîlên vê komkujiya li dijî mirovahiyê beriya 28 salan hate kirin bi awayekî adil bên darizandin û cezakirin.”