STENBOL - Wênegir Ozcan Yaman ku yek ji îmzevanê deklerasyona "Em ji bo aştiyê bibin dengek" e diyar kir ku divê hemû civak ji tecrîdê rizgar bibe û got: "Pêwîstiya me bi demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê em bi vî awayî tevgeriyan. Ez bang dikim. Her kes bibe dengê aştiyê."
Nivîskar, derhêner, muzîkjen, rexnegirên hunerê, lîstikvan, ressam û dengbêj jî di nav de, 564 kesên ji qada wêje û hunerê di 7'ê Çileyê de li Amed û Stenbolê bi navê "Em Ji Bo Aştiyê Bibin Dengek" deklerasyonek belav kirin. Di deklarasyonê de doza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û doz aaştiyeke civakî hat kirin. Her wiha piştî eşkerekirina deklarasyonê ji heman derdorê hin kesên din jî îmze danîn bin deklarasyonê. Bi vê re hejmara kesên îmze danîn bin deklarasyonê bû 571.
Ji vexwînerên deklarasyonê Wênegir Ozcan Yaman, têkildarî naveroka deklarasyonê û girîngiya wê de axivî.
GIRÎNGIYA DEKLARASYONÊ
Yaman destnîşan kir ku ev deklerasyon ji bo bidawîkirina pêvajoya şerî, mîsogerkirina aştiya di navbera gelan de, mîsogerkirina azadiya fikr û ramanê deklarasyoneke girîng e. Yaman got: “Ji bo bidestxistina van diviyabû hewldanek bihata destpêkirin. Tecrûbeya 2013'an hebû. Ew atmosfera aştiyê ya bandor li mirovan kir û bû cihê aramiyê, qat bi qat paşve çû. Ev deklerasyonek ji bo civakeke aram, ji bo jiyaneke bihevre hat nivîsandin. Ev jî pêşmerceke welatekî demokratîk e."
Yaman bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku hemû welatî di bin tecrîdê de ne. Yaman da xuyakirin ku dema behsa tecrîdê tê kirin, ewil Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê bîra mirov û got: "Di tevahiya civakê de feraseteke bi vî rengî çêbûye. Hatiye wê astê ku tenê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin, li Tirkiyeyê bibe serokwezîrê. Daxwazeke me ya wiha tune ye. Em dibêjin ku mirovekî girtî nayê wateya ku dê mafên wî bên binpêkirin. Mirov ji makzayî ve xwedî hin mafên bingehîn in. Ev maf bi qanûnê hatine diyarkirin. Cezayê wekî ku bi salan nikaribin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, nayê qebûlkirin. A rast cewhera meseleyê ev e. Li girtîgehê jî hin mafên wan hene û dibêjin 'ez van mafan pêk naynim'. Jiholêrakirina vê jî, tê wateya rakirina tecrîdê."
'EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ'
Yaman anî ziman ku Abdullah Ocalan ji aliyê derdoreke mezin ve wekî "rêber" tê qebûlkirin û desthilat jî vê yekê dipejirîne û wiha got: "Mînak di hilbijartinên berê de nameyek anîn û xwendin. Ji ber vê yekê bi rastî jî ew bi xwe dibêjin ka muxatab kî ye. Ji ber vê yekê ger nûnereke vî karî hebe, dixwazî m biecibînin an jî enecibînin, diyar e û li holê ye. Ocalan heya niha di hemû pêvajoyan de bûye faktoreke girîng. Lê niha di bin tecrîdê de ye. Lewma divê Ocalan û hemû gel ji vê tecrîdê rizgar bibin."
Yaman anî ziman ku huner di dorhêleke azad de dikare were nîşandan, lê ev di rêveberiyên otokratîk de ne pêkan e. Yaman wiha pê de çû: "Mînak em dibêjin Nazim Hikmet, Yilmaz Guney û Ahmet Kaya... Em ji dema avakirina komarê heya niha dikarin behsa gelek navan bikin. Ev mirov ji ber ku deng derxistin serê wan tim ket belayê. Hemû hatin girtin. Yên ew girtin, niha peykerên wan diçikînin û di şîrketên mezin d epirtûkên wan, stranên wan û helbestên wan bi kar tînin. Çima? Ji ber ku wan rê li ber rizgariya wê Tirkiyeya berê vekiriye. A rast hê jî Tirkiyeya berê didome. Armanca hunerê ew ku hemû mirov di nêvengeke demokratîk de bijîn. Lewma ji bo hunerê pêdivî bi demokrasiyê heye. Em jî ji bo vê tevgeriyan. Ez li bang her kesî dikim ku 'em bibin dengê aştiyê.'"
MA / Omer Îbrahîmoglû