MÊRDÎN – Bernamzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînî yên DEM Partiyê di weşana danasînê de hatin cem hev du. Bernamzetan di weşana zindî de bal kişandin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.
Bernamzetên Hevaşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yên DEM Partiyê Gulîzar Îepk Bîlek, Devrîm Demîr, Semîre Demîrel Kût, Necla Fîgen Altindag, AHmet Turk, Mehmet Newroz Turk, Nazim Kok, Nûrllah Kiliç û Abdûlvahap Irmak di bernameya danasînê de hatin cem hev du. Di bernameya zindî de ku li Grand Otêlê hat lidarxistin, hemû bernamzetan xwe dan naskirin.
Delege, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bernameyê temaşe kirin. Her bernamzet 8 deqeyan xwe da naskirin. Bernamzetan di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehn û Nobedên Edaletê yên li gelek bajaran tên lidarxistin. Bername piştî axaftina bernamzetan bi dawî bû.