DÊRSIM - Yek ji parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû ya ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê daye wiha got: “Rakirina tecrîdê tê wateya ku zêdetir azad bibin. Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye.”
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 2’yê mijdara 2023’yan de ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 34 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dabûn. Tevî ku demek bi ser serlêdanê re derbas bû jî hêj tu bersiv nehatine dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû ya di nav serlêderan de ye tecrîda li Îmraliyê nirxand.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû
PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN
Kordû, anî ziman ku li Îmraliyê paradigmaya Abdullah Ocalan a ji bo gelên li Rojhilata Navîn dijîn pêş xistiye di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Birêz Ocalan em ne mehkîmî nêzîkatiya înkarker a netewe dewletê kir ne jî mehkûmî nêzîkatiya sermayeya kesk/olî ya civakê muhafazakâr dike kir. Perspektîfa komara demokratîk, neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêşkeş kir.”
Kordû, diyar kir ku paradigmaya Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên emperyal ve weke xetere tê dîtin û bi lêv kir ku li dijî vê li cîhanê xwedî li paradîgmayê tê derketin. Kordû axaftina xwe wiha domand: “Îro li hemû cîhanê gelek nivîskar û parlamenterên girîng li ser perspektîfên birêz Ocalan xebatên perwerdehiyê dikin, xebatên siyasî dimeşînin.”
‘JI BO DESTHILATA XWE TECRÎD DIKIN’
Kordû, pêvajoya di navbera salên 2013 û 2015’an ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi bîr xist û got: “Tirkiye û Kurdistaneke bêhnê digire hebû. Piştî wê pêvajoyê mase hate wergêrandin û şer zêde bû. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de teşhîr kir ku civak çawa li dijî hev hatin sorkirin, faşîzm çawa di nava civakan de hate belavkirin. Ji bo pêşeroja gelan kete nava hewldaneke mezin. Belku ew pêvajoyên muzakereyê berdewam kiribûna, îro da li Tirkiyeyê aştî pêk were. Gel, bawerî, nasname da xwe di bin ewlehiya makeqanûnî de zêdetir rehet hîskiribûna.”
Kordû, anî ziman ku pêvajo ji ber “koden yekperest/netewperest” hate bidawîkirin û got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê siyaset bi ser netewperestî, mîlîtarîst, otorîter, desthilatî û yekperestiyê dimeşe.” Kordû, da zanîn ku hewl tê dayîn pirsgirêka kurd li ser têgehên “terorîzm” û “terorê” were manîpulekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku zextê li gelan dikin, binçav dikin, girtîgeh dagirtin, mirov ji ber KHK’yan ji karên wan avêtin, rêya koçê vekirin û bûn sedem ku gelek mirov bibin penaber, hişmendiya ku îro tecrîdê pêk tîne bi xwe ye. ji ber vê yekê tecrîd didome. Ev feraset xwe li ser vê siyasetê dide ava kirin. Çareseriya vê bidawîkirina vê siyasetê ye. Ji bo ku desthilata xwe baştir bidomînin û feraseta xwe ya yekperest zêdetir pêş ve bibin tecrîd tê domandin.”
‘CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN’
Kordû, bal kişand ku rakirina tecrîdê ji bilî kurdan, dê bandoreke erênî hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn bike û ev tişt gotin: “Ev ne tenê azadiya kurdan e, ev azadiya tirk, ereb, suryan, ermen, hemû gel û baweriyan e. Ji ber vê yekê divê mirov tecrîdê wiha bigire dest. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka hemû civakan e. Ji ber ku civak, gel û bawerî tên tecrîdkirin. Bi kûrkirina tecrîdê polîtîkayên şer bilind dibin û komkujiyên jinan zêde dibin. Qasî ku tecrîd bilind dibe ji ber polîtîkayên şer xizanî jî zêde dibe. Tiryak zêde dibe. Li dijî kedkar, teqawîd, jin û ciwanan binpêkirinên mafan pêk tên.”
ÇARESERÎ ÇI YE?
Kordû, bal kişand ser kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di asta navnetewî de berdewam dike û anî ziman ku girtî di çarçoveya vê kampanyayê de ketine çalakiya greva birçîbûnê. Kordû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne tenê pirsgirêka girtiyên siyasî tenê ye. Ev pirsgirêka me hemû civakê pirsgirêka me hemûyan e. Ji bo çarersiya aştiyane û demokratîk a pirsgireka kurd divê ev tecrîd teqez were rakirin û azadiya Abdullah Ocalan pêk were. ÇareserÎ dikare bi esasgirtina azadiya gelan pêk were. Yekane rêya vê jî rakirina tecrîdê ye. Pêkhatina azadiyê û kirina hevdîtina ne.”
Kordû, got ku “hema bêje hemû qadên me yên jiyanê di bin tecrîdê de ne” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê divê em zêdetir bi tecrîdê re têbikoşin. Ji bo rakirina tecrîdê, pêkanîna azadiyê û pêkhatina çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Rakirina tecrîdê tê wateya ku zêdetir azad bibin. Biserxistina tecrîdê tê wateya misogerkirina azadiya ciwanan, kedkaran, suryanan, ereban, ermenan û civaka elewiyan.”
MA / Eylem Akdag