STENBOL - Nûnerê Partîzanê Togay Okay bal kişand ser têkoşîna yekbûyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin û bibin sosyalîst.”
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Rêveberiya Xweriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişan di 26’ê kanûnê de raporek eşkere kir û da zanîn ku 8 hemwelatiyên wan hatine qetilkirin, qadên sivîlan hedef hatine girtin û 2 hezar û 200 gund û bajarok di tariyê de mane. Di raporê de hat gotin ku Tirkiyeyê bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bêmirov herî kêm 40 êriş pêk anîne. Nûnerê Partîzanê Togay Okay têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
Nûnerê Partîzanê Togay Okay
‘KURD TUNE HATIN HESIBANDIN’
Okay, diyar kir ku divê êrişên îktîdarê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya nêzikatiya wê ya li pirsgirêka kurd de bê nirxandin û wiha dom kir: “Pergala li welêt li ser tunehesibandina kurdan hatiye avakirin. Îktîdara AKP-MHP’ê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê avakirin weke xetereyekê dibîne. Di destpêka avakirina komarê de çûn cem kurdan û jê re gotin; ‘Werin em bi hev re li dijî dagirkeriyê şer bikin.’ Kurd di nava şer de bûn, bedelên giran dan û canê xwe feda kirin. Lê piştî avakirina komarê kurd tune hatin hesibandin. Di esasê xwe de ev dewlet li ser bingeheke ku kurd tê tune tên hesibandin hate avakirin.”
MODÊLA AZADÎXWAZ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Bi domdarî Okay, bi lêv kir ku hedefgirtina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzikatiya îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî pirsgirêka kurd nîşan dide. Okay, destnîşan kir ku îktîdar naxwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin û wiha pê de çû: “Tişta ku ew ji çareseriyê fêm dikin ew e ku kurd dengê xwe nekin û çi bikin jî jê razî bin. Vê dixwazin. Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ya 50 salan nîşan da ku ev wiha nîne. Lewma jî ev êriş vala ne. Şoreşa Rojava xelkên wê herêmê, jin, ciwan, kurd, ereb, ermen, suryan û tarîtiya paşverûtiya li herêmê veguhest cihekî cuda. Nîşan dan ku dikare civakekî azadîxwaz û demokratîk bê afirandin. Modêla li wê derê ji bo hemû civak û gelên li herêma jî mînak e.”
Di berdewamê de Okay bi bîr xist ku gelê kurd demekî dirêj e ji bo statûya xwe têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdar û pergala heyî statûya kurdan weke xewnereşkekê dibîne. Lewma Şoreşa Rojava ji bo xwe weke karesatekê nirxandin. Têkoşîna gelê kurd bi Şoreşa Rojava re êdî şênber bû. Di hembêza Rojhilata Navîn de jiyaneke nû ya wekhev, azadîxwaz û demokratîk ava kirin. Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn gavekî çiqas biwate be, ji bo çîna serdest a tirk jî ewqas cihê tirsê ye.”
'ŞER XIZAN DIKE’
Okay, got ku îktîdar li ser bingeha dijminatiya li kurdan civakê li ser neteweperestî û paşverûtiyê konsolîde dike û ev nirxandin kir: “Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de êrişeke li dijî çîna karker in. Weke mînak; dema AKP-MHP’ê bûdçeya 2024’an amade dikir ji bo li ser bûdçeyê neyê axaftin êrişî kurdan kir. Neteweperestî û paşverûtî hate sorkirin. Bi kurt û kurmancî, polîtîkayên şer ên li dijî kurd herî zêde karker, kedkar û bindestan xizan dikin.”
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ
Okay, bal kişand ser helwesta li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên şoreşger û demokrat divê ne tenê kiriyarên îktîdarê yên di mijara pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de, her wiha yên li dijî Şoreşa Rojava û kurdan jî rexne bikin. Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin û bibin sosyalîst. Çawa ku li dijî qewimînên li seranserî cîhanê helwestekî enternasyonal tê nîşandan, divê li dijî êrişên ser kurdan jî heman helwest bê nîşandan. Di vê çarçoveyê de li gorî min gelek girînge ku têkoşîna yekbûyî were pêşxistin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû