NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Gulistan Tara diyar kir ku hin agahiyên cidî hene ku dê berdêla Kerkûkê de Mûsil û Şengalê bidin PDK'ê û wiha got: “Aliyên siyasî li ser Kerkûk û Mûsilê ketine nava planên parvekirinê.”
Piştî hilbijartinên di 18'ê kanûnê de li Kerkûk, Mûsil û Şengalê hatin kirin, herkesî berê xwe da Kerkûkê. Li Kerkûkê di hilbijartina ku hatiye lidarxistin de Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) bû partiya yekemîn. Li Mûsilê jî PDK bû yekemîn. Piştî hilbijartinan, rayedarên iraqî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Rojnamevan Gulistan Tara ya ku li herêmê geşedanan ji nêz ve dişopîne li ser geşedanên ku piştî hilbijartinê qewimîne û bandora wê ya li ser gelê herêmê û lihevkirinên ku di nava partiyan de çêbûne nirxand.
SIYASETA PARÇE BIKE Û BIRÊVE BIBE
Rojnameger Tara diyar kir ku gel di atmosfereke aloz de çûye ser sindoqê û wiha axivî: “Atmosfera hilbijartinê, atmosfereke krîzên siyasî, aborî û civakî bû. Vê polîtîkayê perçe bike û birêve bibe jî bi xwe re anî. Di heman demê de nakokiyên etnîkî-mezhebî jî bi xwe re anîn. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê ev polîtîkaya ku Ingilistanê pêşengiya wê dikir li Rojhilata Navîn da meşand. Ji ber wê jî bi vî awayî kurdan tu carî nekarîn li Kerkûkê jiyaneke biîstîqrar û siyasetê bikin. Di warê herêmê de jî tê dîtin ku partiyên siyasî yên kurd bingeha siyaseta parçe bike-birêve bibe- hilweşe bike û bi îradeyeke xurt helwestê nîşan nade. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku gel di rewşeke pir baş de çûne ser sindoqan.”
'EV HILBIJARTIN MÎNA REFERANDÛMÊ BÛ’
Tara, diyar kir ku li herêmê tevlibûna hilbijartinan herî zêde li bajarê Kerkûkê bûye û wiha got, “Gelê kurd bi hişmendiya welatparêziyê çû ser sindoqan. Ev hilbijartin hem li hemberî şovenîzma ereban û hem jî li hemberî polîtîkayên hêzên derve yên ku Kerkûk ji hev perçe dikirin bersivek bû. Ev referandûm bû. Li hemberî vê siyaset, îxanet, guhertina demografîk û hewldanên erebkirinê, kurd çûn ser sindoqan. Kurd li Kerkûkê bi rêjeya ji sedî 65-70 çûne ser sindoqan. Kurd li dijî vê siyaseta xiyanetê, bi ruhê yekitiya neteweyî û welatparêziyê çûn ser sindoqan. Gelê kurd tu hêvî û bendewariyeke cidî ji partiyên siyasî yên kurd nîne. Lê di vê hilbijartinê de tenê ji bo dengê xwe bide partiyek neçû ser sindoqan. Ji bo bidestxistina destkeftiyên kurdan çûn ser sindoqan.”
'DEWLETA TIRK DI HILBIJARTINÊ DE WINDA KIR’
Gulistan Tara, da zanîn ku dewleta tirk li Kerkûkê dewleta winda kir û ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê li Kerkûkê ji aliyê PDK’ê, Eniya Tirkmenan ê ku ji aliyê dewleta tirk ve tên perwedekirin ve û şovenîzma ereban ve hat xwestin ku hin lîstikan bilîzin. Li Kerkûkê gelê kurd bi hilbijartinan ev lîstik pûç û vala derxist. Kurdan helwesta xwe ya jiyana hevpar a bi gelên din re nîşan dan. Ji ber wê ev encam erênî bû. Dîsa helwesta PDK’ê û helwest û nêzîkatiya dewleta Iraqê li Şengal û Mûsilê yek e. Ji dîrokê ve dewleta tirk ji bo ku Mûsil û Kerkûkê ji nû ve bi dest bixe ev hilbijartin pir girîng dît. Ji ber vê yekê bi PDK'ê re hevkarî kir û tirkmen perwerde kirin. Ji bo ku kurd yekitiya neteweyî pêk neyînin, Tirkiye bi awayekî stratejîk nêzî vê hilbijartinê bû. Di mijara Şengal û Mûsilê de piştî peymana 9’ê Cotmehê, PDK’ê bi israr li Şengalê hewldanên provakatîf derxistin. Gelên ku li Şengalê dijin jî di vê hilbijartinê de bersiv da van polîtîkayan. PADE’yê bi tifaqa ku bi Rêveberiya Xweser, gelê ereb, YNK û partiyên din re çêkir, ket hilbijartinê. Di vê wateyê de Qasim Keşko ne tenê namzetê nûnertiya gelê kurd û civaka êzidî bû. Di heman demê de namzetê projeya neteweya demokratîk bû."
PÊŞEROJA MÛSIL Û KERKÛKÊ
Tara, bal kişand ser hevdîtinên rayedarên iraqî yên piştî hilbijartinê li Enqereyê û diyar kir ku agahî hene ku dê di navbera Mûsil û Kerkûkê de lihevkirinek çêbibe û wiha domand: “Niha gelê kurd li Mûsil û Kerkûkê bi metirsiyên cidî re rû bi rû ye. Piştî hilbijartinê, rayedarên payebilind ên Iraqê li Enqereyê bi Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Helbet girîngiya Kerkûk û Mûsilê ji bo dewleta tirk girîngiyeke stratejîk e, ji ber vê yekê parastina Mûsil û Kerkûkê yek ji mijarên ku hatine nîqaşkirine. Di van hevdîtinan de mijarên cidî hatin nîqaşkirin, windakirina Kerkûk û Mûsilê ji bo dewleta tirk tê wateya dagirkirina başûrê Kurdistanê. Serkeftina Musil û Kerkûkê pêşiya dagirkeriyê dibe astengî. Dagirkirina başûrê Kurdistanê bi giştî û dagirkirina xaka Iraqê bi tevahî bi bidestxistina Kerkûk û Mûsilê dibe. Ji ber wê serkeftina namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê serkeftina kurdan a li Kerkûkê û serkeftina kurdan a li hemberî xeta xiyanetê ye. Bi vê helwesta PDK'ê li Şengalê têk çû û tirkmen, ereb û tirkan jî li Kerkûkê winda kirin. Lê di dîroka dewleta tirk û Împaratoriya Osmanî de lîstik qet naqedin. Komployên PDK'ê qet naqedin. Ev encam ne encamên ku ev hişmendiye yekser qebûl bike ne. Derketiye holê ku li ser Kerkûk û Mûsilê hin nîqaş tên kirin. Kerkûk dane YNK’ê, Mûsil û Şengal jî dane PDK’ê. Agahî hene ku wan lihevkirinek wisa çêkiriye."
LIHEVKIRINÊN KU HATINE KIRIN
Rojnameger Tara, anî ziman ku li Kerkûk û Mûsilê fikarên wan ên cidî hene û wiha domand: “YNK'ê daxuyanî da û got ku ew ê bi partiyên Kurdistanî re bên cem hev û ji bo hilbijartinên parêzgariyê hevdîtinan bidin destpêkirin. PDK li hemberî vê yekê bêdeng e. Ji ber ku dewleta tirk kontrolkirina Kerkûk û Mûsilê fikarên wan ên cidî li Tirkiyê hene. Hêzên navneteweyî Îran û Tirkiye jî mudaxele dikin. Ne diyare ku îradeya gelê kurd çiqasî bê naskirin û dê çiqasî li ber çava bê girtin. Ji ber ku pir parçebûn, cudahî, tifaq û hevkêşî hene. Gelo waliyeke kurd dikare were hilbijartin an na? Dibe ku li Kerkûkê li dijî Mûsilê pêkhateyek wiha were çêkirin? Heke namzedê Rêveberiya Xweser bi ser nekeve dê li Kerkûkê jî tifaqiyên wiha çêbin. Lê ereb û tirkmen di meclisa parêzgehê de cih digirin. Gelek hevsengî hene. Her wiha dê rêveberiya îdarî û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ji kê pêk bên ev jî cihê nîqaşê ye. Em dikarin bibêjin ku kurd di hilbijartinan de bi ser ketin, îradeya xwe ji bo helwesta neteweyî bikar anîn û weke referandûmê bersiva xiyanetê dan."
REWŞA JINAN A HERÊMÊ
Tara, anî ziman ku siyaset bi hişê mêrane tê birêvebirin û wiha berdewam kir: “Çavkaniya pirsgirêkên ku hatine jiyîn ew e ku aqlê zilamtî pir li pêş e. Ev yek bandoreke neyînî li jinên Iraq û başûrê Kurdistanê dike. Li gorî reaksiyonîzma ereban, feodalîzma kurd û berjewendiyên partiyê tevdigerin, jinan dikin obje. Li vir jin dikarin di siyaset û parlamentoyê de cih bigirin û bibin xwedî mafê hilbijartinê. Lê gelo ew heta çi radeyê dikarin rûdanên li Iraq û başûrê Kurdistanê biguherînin û heta çi radeyê dikarin pêkhateyên xwe yên xweser û yekta biafirînin? Li vir jin nikarin helwesta xwe ya mijara gotinê bigirin û bi vîna xwe beşdarî siyasetê bibin."
MA / Zeynep Durgut