AMED - Rêveberê Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz der barê sedemên koçberiya dom dike de axivî û destnîşan kir ku dema tevahiya saziyan dest dan hev û polîtîkayek hilberandin, wê demê dê pêşî li koçberiyê were girtin.
Di salên dawî de li Kurdistanê ji ber neçareserkirina pirsgirêkan kurd û krîza aborî ya girêdayî wê, polîtîkayên ewlekariyê, hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê tîrmehê, tayînkirina qeyûman, îxrackirin, doz û lêpirsînên hatine destpêkirin, koçberiyeke mezin ber bi welatên Ewropayê ve dibe.
Li gorî daneyên rapora Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê ya meha derbasbûyî, di sala 2016’an de 9 hezar û 675 kesan ji bo îltîcayê serî li Ewropoyê dane û di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de ev hejmar derketiye 51 hezar û 415 kesan. Herwiha di raporê de hat gotin ku her meh nêzî 6 hezar kes koçî Ewropayê dikin û ji bo îltîcayê serlêdanê dikin. Balkêş e ku ji van kesên diçin Ewropayê û serlêdana îltîcayê dikin ji sedî 80 kurd in.
Rêveberê Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz têkildarî sedem û çareseriya koçberiyê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku koçberî, dûrî polîtîkayên tên meşandin nîn e.
‘JI PLANA ISLHEKIRINA ŞERQÊ HETA NIHA KOÇBERIYA KURDAN DIDOME’
Korkmaz anî ziman ku koçberkirin bi îlankirina komarê re bi koçberkirina ermenan dest pê kir û li ser gelên din jî bi qetlîmanan mirovan ji jîngehên xwe hatin dûrxistin. Korkmaz, anî ziman ku kurd bi taybetî bi Plana Islehkirina Şerqê ya sala 1925’an ve ji axên xwe hatin koçberkirin. Korkmaz, bi bîr xist ku di nava 5 salan de 500 hezar kurd ji axa xwe hatine dûrxistin û berê wan dan bajarên rojavayê Tirkiyeyê û li şûna wan azerî û tirk hatin bicihkirin. Di berdewama axaftina xwe de Korkmaz da zanîn ku kurd bi Qanûna Îskanê ya sala 1924’an de hatiye derxistin re bi taybetî jî li Meletî, Semsûr, Sêwas û Dêrsimê neçarî koçberkirinê hatin kirin û li çar aliyan ve hatin sirgunkirin.
Korkmaz, diyar kir ku ferzkirina koçberiyê jî ji perçeyeke polîtîkayên asîmîlasyonê ye û anî ziman ku piştî her têkoşîneke, kurd rastî ferzkirina koçberiyê tên. Korkmaz, bi lêv kir ku di salên 1990’î de bi OHAL'ê re li Kurdistanê koçberî zêde bû û di navbera salên 1990 û 1994’an de bi şewitandina 4 hezar gundan, nêzî 5 milyon kes ji axa xwe bi darê zorê hatin koçberkirin û wiha axivî: “Kurd her cihê ku çûne, rastî binpêkirinên mafan ên mezin hatin. Wek karkerên bi erzanî hatin dîtin û xebitandin. Her çiqas kurd li van deran bên cem hev û xwe birêxistin bikin jî, ji hêla çand û ziman ve hêj jî rastî neheqiyan tên.”
‘SEDEMA KOÇBERIYÊ JI SEDÎ 80 ŞER E’
Di berdewama axaftina xwe de Korkmaz anî ziman ku di tevahiya cîhanê de ji sedî 80'ê sedema koçberiyê şerên ku dom dikin in û destnîşan kir ku li Kurdistanê ev 50 sal in şereke mezin heye, ji ber ve vê yekê kurd ji jîngehên xwe tên dûrxistin, wek ziman û çandî tên asîmîlekirin. Di dirêjiya axaftina xwe de Korkmaz bilêv kir ku di sala 2015’an de dema pêvajoya şer hatiye destpêkirin ji navçe û bajaran bi milyonan însan koçber bûne û got: “Sedema herî mezin a vê rewşê şer e. Li Kurdistanê sedan cih weke 'herêma ewlehiya taybet' hatin îlankirin. Gundî ji ber van sedaman nikarin sewalkariyê bikin, nikarin biçin zozanan, nikarin di nava rez û baxçeyên xwe de bixebitin. Ji hêla febrîqe û kar de li van herêman tiştek nayê kirin. Hem ji ber aboriyê hem jî ji ber polîtîkayên şer, bi zanebûn plana koçberkirinê dixin dewrê. Dîsa li ser ciwanan polîtîkayên hijbir û fihûşê tên sepandin. Bi polîtîkayên şer, pêşî li koçberiya cawanan vedikin.”
‘KOÇBERÎ PLANSAZIYEKE BIZANEBÛNÎ YE’
Korkmaz, anî ziman ku koçberî di dema komar hatiye îlankirin de bi qanûnan, di salên 1990’î de bi valakirina gundan dom kir, niha jî bi polîtîkayên şerê taybet tê domandin. Korkmaz, destnîşan kir ku dixwazin bi vi vî awayî pêşî li têkoşîna azadî û daxwazên gelê kurd bigirin û wiha pê de çû: “Dema ku dîtin bi van tiştan nikarin pêşî lê bigirin, bi awayeke bêhiqûqî, polîtîkayan li ser kurdan didin meşandin. Li Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê, bajaran û gundan bombebaran dikin, gelek gund dan valakirin. Di çarçoveya plansaziyekê de kurd tên koçberkirin û dixwazin bi awayekê herêmê vala bikin.”
‘HER MEH HEZARAN KES KOÇ DIKIN’
Korkmaz, bilêv kir ku her meh bi hezaran kes koç dikin û ev yek jî di çarçoveya plansaziyekê de tê kirin. Korkmaz, diyar kir ku kesên ciwanên kurd dibin Ewropayê weke şebekeyekê dixebitin û wiha derbirî: “Heke pergal bixwaze, dikare pêşî li vê qaçaxçiyê bigire. Lê belê berovajiyê vê, pêşî li wan vedike. Dixwazin jiyana gundan a 5 hezar salan, bi koçberiyê belav bikin. Yên ku dixwazin di nava du rojan de xwe digihenîn Ewropayê. Ev plansaziyeke bi zanebûn e û bi vî awayî ciwanên kurdan ji welat derdixin. Yên ku derbasî Ewropayê dibin li wê derê rastî zehmeriyên mezin tên û astengiyan dikêşin.”
‘PIŞTÎ 2015’AN RÊ LI BER KOÇBERIYÊ VEBÛ’
Korkmaz, bi bîr xist ku ciwan bi çûna Ewropayê dibin perçeyeke plana koçberkirinê û da zanîn ku kesên diçin ewropoyê jî wek takekesî jî be, xelasiya wan tune ye. Korkmaz, got ku bi çûna Ewropayê jiyanek xelas nabe û koçkirin xeletî ye. Korkmaz destnîşan kir ku pergal bi şerê dide meşandin pêşî li çareserkirina pirsgirêka kurd digire û wiha axivî: “Piştî sala 2015’an li ser ciwanên kurd polîtîkayên şerê taybet hatin meşandin. Hezaran ciwan koçî derveyî welat kirin. Di navbera salên 2013 û 2015’an de dema şer sekini û pêvajoya diyalogê hate meşandin, deh hezaran kurd hatin li Kurdistanê bi cih bûn. Wek aborî rehetiyek hate sazkirin. Dema şer sekinî, dewletê dît ku daxwazên kurdan bi rehettir hatin ziman. Xwestin pêşî li vê yekê bigirin. Piştî sala 2015’an bi taybetî ji bo jin û ciwanên ciwan polîtîkayeke taybet hate meşandin. Xwestin pêşî li tevlibûna siyasetê ya ciwanan bigirin. Bi vî awayî pêşî li koçberiya ciwanan vekin."
‘DIVÊ PÊŞÎ LI KOÇBERIYÊ WERE GIRTIN’
Korkmaz, diyar kir ku ew dixwazin pêşî li vê koçberiyê were girtin, ji bo vê yekê jî anî ziman ku ew bang li hemû partiyên siyasî, sazî û avabûnan kirine û got: “Divê her kesek dest bide hev û pêşî li van koçan bigirin. Ji bo ku pêşî li van were girtin, divê polîtîkayên civakî werin pêşxistin. Çawa ku pergal bi zanebûn ciwanan neçarî koçê dike, divê ciwan jî li dijî vê yekê xwe rêxistin bikin, jiyaneke biwate li ser koka xwe ava bikin. Koç kirin, serlêdana îtîcayê çareserî nîn e. Xelasî ne ev e.”
‘DIVÊ LI DIJÎ ŞER DENG WERE DERXISTIN’
Di dirêjiya axaftina xwe de Korkmaz da zanîn ku divê siyaseta kurd jî li dijî vê rewşê xwedî polîtîka be û wiha derbirî: “Ji bo ku ev koç werin sekinandin û şer were rawestandin, divê dengeke xurttir derbikeve. Heke şer bisekine dê wekî salên 2013 û 2015’an, şûna koçê, dê veger çêbin. Ev yek jî li dijî şer rêxistinbûn û derxistina deng dê çêbe. Tecrîdeke giran heye, greva birçîbûnê heye. Divê li hember şer were sekinîn. Heke şer bisekine dê koçberî nebe. Dê kesên koç kirine jî paş de vegerin.”
Di dawiya axaftina xwe de Korkmaz bi bîr xist ku ew di pêvajoya çareseriyê de projeya xwe ya bi navê “Vegera Axên Qedîm” xistin meriyetê û anî ziman ku niha jî tam dema projeyên wekî wê ne û got: “Ji ber vê yekê divê kesên koç kirine vegerin. Jiyaneke birûmet dê tenê wiha were pêkanîn.”
MA / Mujdat Can