Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir

  • rojane
  • 14:23 22 Kanûn 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê ku rewşa girtiyên di çalakiya gireva birçîbûnê de dişopîne ev bang kir: “Ji bo ku banga civîna awarte li Meclisê bê kirin em partiyên siyasî vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”
 
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin di 27’ê mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” daye destpêkirin daxuyanî da. Ji ber barîna barana zêde û bahoza li bajêr daxuyanî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘ÇALAKIYA NOBETÊ DÊ WERE DESTPÊKIRIN’ 
 
Dayika Aştiyê Besna Gunay a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku gelê kurd bi komkujiyan nikare were sekinandin û banga bidawîkirinan polîtîkayên şer kir. Gunay, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em dixwazin tecrîda li ser Serokatiya me were rakirin. Em weke gelê Mêrdînê ji vir radigihînin ku em ê li dijî vê yekê çalakiya nobetê bidin destpêkirin. Em di ferqê de ne ku dereng jî mayîne. Em ê jî li hundir, li derve li her derê çalakiyan li dar xînin. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em dixwazin herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û tev li çalakiyan bibe û hestiyar bibe.”
 
Gunay, a bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan tên meşandin û bi gotina “Bijî berxwedana zindanan” axaftina xwe bi dawî kir.
 
‘DERBARÊ GIRTIYÊN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE LÊPIRSÎN TÊN DESTPÊKIRIN’ 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Lokman Emen ê pişt re daxuyanî xwend, diyar kir ku girtî bi bikaranîna mafê xwe yê Destûra Bingehîn ê demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Emen, qala hevdîtinên xwe yên bi girtiyan re kir û anî ziman ku rêveberî vîtamîn, xwê û şekir nade girtiyan. Emen, destnîşan kir ku li gorî protokola çalakiya greva birçîbûnê pêdiviya xwarinê nehatiye bicihanîn û bi lêv kir ku derbarê girtiyan de lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin û ev pêkanîn bi şertên tecrîdê zêdebûne. 
 
‘BILA DERBARÊ KESÊN BERPIRSYAR DE LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN’ 
 
Emen, bal kişand ku divê di serî de mafê tenduristiyê, mafê jiyanê yên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bê parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê pêkanînên tecrîda giran bên bidawîkirin û Girtîgehên Tîpên F, S, Y û Ewlehiya Bilind bên girtin, îşkence û mûameleya xerab were bidawîkirin, derbarê berpirsyaran de lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin, bêyî cihekariyê girtî bi awayekî adil werin darizandin, xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê, şertên hijyen, mafên çandî û civakî û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bikarin pêk bînin, mafên wan ê jiyanê were parastin û pêşî li mirina were girtin.”
 
BANGA CIVÎNA AWARTE LI MECLISÊ KIR
 
Emen, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, li dijî normên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navnetewî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi bûyerên 8 salên dawî bi awayekî zelal hatiye nîşandan ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêdiviyeke û israrkirina di şer de ti feydeyê nade welêt, berovajiyê vê zirarê dide. Di vê wateyê de rol û mîsyona Birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bênîqaş e. Di vê çarçoveyê de em bi bîr dixin ku girtiyên di 27’ê mijdara 2023’an de di greva birçîbûnê de ne, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dikin û em destnîşan dikin ku daxwazên wan daxwazên me ne. Di serî de Wezareta Dadê Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan a Meclisê, rêxistinên hiqûqî yên netewî û navnetewî vedixwînin ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Her wiha ji bo ku banga civîna awarte li Meclisê bê kirin em partiyên siyasî vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”
 

Sernavên din

23/12/2023
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
09:00 Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
20/12/2023
16:52 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
16:50 Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin
16:36 Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir
16:34 Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin
16:08 Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye
15:43 Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
15:09 Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hate birîn
14:45 ‘Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê’
14:44 Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
14:14 Têkildarî grevên birçîbûnê berpirsyartiyên rayedaran bi bîr xistin
13:49 Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got
13:38 Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome